<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Klîpan çêkin û perê xwe bidin Tirkan

 

Zinar Qelemþûr- 21/06/08-Stenbol- Bawer bikin hîna netewayetî û ruhê Kurdewarî di hiþ û mejiyê me de çênebûye. Ji siyasetmedarên me bigrin, heta bi rewþenbîr û hunermendên me bajarên Tirkiyê ji xwe re kirine mekan û seyrangeha lotikên xwe. Perên xwe li metropolên Tirko serf dikin û xizmetê ji xurtbûna aborîya wan re dikin. Ew aborî jî di dawîyê de dibe berik û fîþek û li Kurdan vedigere.

Piranîya hunermendên ku karin herin Tirkiyê, klîpên xwe li ber behrê, li kenar û seyrangehên Stenbolê dikþînin. Tu dibê qey li Kurdistanê tu mekan û seyrangehên ciwan nînin, perên xwe dixin bêrîka derhênerên Tirk yan jî bêrîka Kurdên ku bi Tirkî dijîn û bi Tirkî lotikan davêjin.

   Dibêjin vê dawîyê jî kekê me Xêro Ebbas hatiye Stenbolê ji bo klîpa xwe bikþîne. Klîp li ser çiye? Þewata sînema Amûdê! Ê babam, ma Stenbol û þewata sînema Amûdê? Here li gundekî Kurdistanê bikþîne ku bêhna toz û tirabêlka Amûdê jê bê qardaþim, wîî!