<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xwedê bereket bi ser de barand

 

Ebû Miþko- 12/07/08- London- Xuyaye li vê dinyayê yan divê meriv terorîst be, yan fûtbolgêr be, yan muzîkjen be û yan jî qûnek be heta ku þens û qirdê meriv vebe. Yan na tu qîmeta insanan nemaye.  

  

De binerin, dibêjin Ebû Katada destê rastê ê qûnekê Ûsama Bîn Ladîn e û berpirsiyarê beþê Ewrûpayê ye. Destê wî ketiye xwîna bi sedan insanên bê guneh û gellek çalakîyên terorîstî bi fermana wî hatine kirin. Ebû Katada ji ber kujtina 52 kesên Urdunî heta bi dawîya temenê xwe cezê hepsê xwar. Daghega ingilîz 3 heftan ew girt lê dûre dadgeh giha wê biryarê ku îhtîmal heye îfadeyên Ebû Katada di bin êþkencê de hatibin girtin, û ji ber vê sedemê jî ew bi kefalet berdan.

 

Ebû Katadayê ku rîha wî metro û nîvekê dirêj e, wê di bin çavdêrîya dewleta Ingilîz de be, Dewletê niha xanîyek bi buhayê 1.8 milyon dolar daye wî û bi serde salê 100 hezar dolar jî alîkarîyê didinê.  

 

Hûn dibînin bê qirdê xelkê çawa diþuxule newlo!

 

 Îcar heyran, bi namûs li vê dinyayê yan divê meriv terorîst be, yan fûtbolgêr be, yan qûnek be û yan jî þensê meriv çênabe.

 

Mixabin ev mezîyet jî li cem me tunene.