Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Te hinekî behsa Kurdên rojhilat jî bikira baþ bû lê de neyse
Diyar Baban- 28/03/08-Mahabad- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin kekê me Þêx Edhem Barzanî daxuyanîyek Kurdewarî û tam li gor dilê Lotikxanê belav kiriye û piþtgirî daye xebata Kurdên bakur û rojava.
Em wek xebatkarên Lotikxanê û dilþewatên doza Kurd û Kurdistana mezin vê helwesta Þêxê xwe pîroz dikin. Dibêjin Edhem Barzanî di daxuyanîyê de gotiye: “ Lêre ez dawayê li her Kurdekî dilsoz dikim, dawayê li hemi partî û rêxistinên siyasî dikim, dawayê li hemî siyasetvan û rewþenbîrên welatparêz dikim, dawayê li hemi rêxistînên civakî û medenî dikim ku piþtevaniyê li berxwedana milletê Kurd li bakur û rojavayê Kurdistanê bikin, çunkî eve erkekî pîroz ê netewayetî û ayînî ye û dikevite ser milên herkesekî ku xwe bi dilsozî Kurd û Kurdistanî dizanit“ filan û bêvan.
Wey her bijî! Aha Kurdayetî ev e kaka! Lê xwezî te hinekî behsa Kurdên rojhilat jî bikira û hew!
De neyse, bi xêr û selamet carek din wê Kurdên rojhilat jî têkevin daxuyanîya Þêxê me kek Edhem Barzanî!
|