Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

YEKEMÝN ROMANA DÝROKÝ A KURDA DERKET

BAZÉ MED; FERWERTÝÞ

 

 

 

 

 

Ji 2’yê Adar’a 2007’a virde romaneka nu tevlî cîhana pirtûka bû. Navê wê, Bazê Med; Ferwertîþ’e. Pirtûk li Tirkîyê ji alîyê weþanxana Siyahbeyaz ve hatîye weþandin.Berî kû ez dest bi çîroka Ferwertîþ bikim, dixwazim derbarê vê pirtûkê de çend tiþta bînim ziman. Pirtûka Ferwertîþ bû xwedîyê taybetmendîya yekemîn romana kû di derbarê dîroka Kurda a kevn de hatîye nivîsandin.

 

Ev pirtûka kû gelek jê li ser lêkolîna hatîye amadekirin, ronahîyê dide ser rewþa civakî, felsefî, olî, aborî û leþkerî ya Medan kû weke pêþîyên Kurda tên nasîn.  Mixabin li ser dîroka Kurda a berî zayînê gelek agahî tunene. Agahîyên kû hene jî ji belgeyên cînarên wan hatine derxistin. Gelo Kurda li ser dîroka xwe tiþtên nivîsandî li du xwe nehîþtine an jî dîroka wan hê derneketîye holê?

 Helbet Kurda li dû xwe henek tiþt hîþtine lê mixabin evana jî bi giþtî tiþtên wek peyker, eþyayên biçûk yan jî gundên ku bi destan hatine çêkirinê ne. Lê ez dîsa jî naxwazim tevlî nêrîna kû Kurda tiþtekî nivîskî li dû xwe nehîþtine bibim. Ez di wê bawerîyê de me kû, beþek mezin ji dîroka Kurda hêjî derneketîye ser rûyê avê û ezê heta dawîyê jî di vê bawerîyê de bim. Ji min re gelek bê mantiq tê kû gelekî weka Kurda li dû xwe ti belgeyên nivîskî nehîþtibe. Vî gelê di kurahîya dîrokê de þaristanî destpêkirine û formên mîna dewletê çêkirine. Ez di wê bawerîyê de me kû dîroka gelê me, li her çar perçên welatê me di bin erdê û di nav þikeftên asê de veþartiye. Ji ber kû Kurd zêde nebûne serdestê welatê xwe, heta roja me yî îro jî  nikaribûne kû wê dîroka xwe yî veþartî ji van cihan derxin.  Dijminên wayî kû li ser wan serdestî kirine, her tim bûne asteng li pêþiya derketina van tiþta. Di roja me yî îro de jî  ji bo bibin asteng çi ji destên wan tê dikin. Ma qê mînaka vê yî herî xuya, ne hêlîna dîrokê Heskîfe kû dixwazin wê di bin avê de bihêlin?

 Tiþtên kû di derbarê dîroka Kurda de derketine jî bi awayekî zanebûn ji welatê me hatine der û dûrxistin. Ji hestîyên bav û kalên me bigrin heta gelek asarên dîrokî kû bi destan hatîye çêkirin niha li mûzeyên Ewropa’ne. Agahîyen li ser dîroka kevnare ya Kurda ji xwe kêmin, îca dema kû li pêþîya lêkolîna astengî jî tên derxistin, an jî tiþtên kevnare yên bav û kalê me ji welat tên derxistin, mirov zane kû nîyeta serdestên Kurda xirabe. Eger tu ser dîroka gelekî bigrî, tu wî gelê dixî atîyê(cînnet). Kesên kû paþeroja xwe nizanin, wê çewa rê bidin pêþeroja xwe gelo? Eger di roja me yî îro de jî Kurd hêjî henek tiþtên paþvemayî di nav civaka xwe de dihewînin, sedema vê yî herî mezin qut bûna ji dîroka xwe ye. Gelo wun dikarin gelekî bê paþeroj bifikrin? Yan jî wun hemdemîyê ji gelekî kû paþeroja wê ji holê tê rakirin hêvî dikin? Ev ne mumkune. Gelo îro reþkujîyên(cînayet) namusê çima di nav Kurda de wusa pêþketîye? Ji ber kû paþde mane  ev reþkujî çêdibin an jî ji ber bê dîrokîya kû van paþverûtîya derdixe holê çêdibin? Wun dikarin gelekî kû dîroka wê jê tê veþartin bixin her þiklî! Belê, belkî ev hevok pirr bi asanî ji devê min dertên lê rastî eve. Gelekî kû berê jinên xwe wek stêrkan derdixistin ezmanan û rûmeteka pirr mezin didane wan, gelo îro çima keçên xwe dikûjin? Zemanekî, ev welat welatê evînên pirr mezin bû. Eger îro ev welat dibe  goristana evîna, ne tenê serdestên me yên kû dîroka me ji me diveþêrin divê ji xwe fedî bikin, herwuha em jî divê ji xwe fedî û þerm bikin. Belkî zêde ne raste kû em vêga rabin û rajin bêr û qazma li pey dîroka xwe yî veþartî li her derê welatê xwe ciha bikolin,  lê di çavkanîyên cûrbecûr de li ser dîroka me yî kevnare gelek tiþt hene û em dikarin van tiþta hîn bibin û wan pêþkeþî gelê xwe bikin. Em van tiþta bibînin, rûye xwe bidin gelê xwe û jê re bêjin, “ a ji te re, li dîroka xwe binêre. Tu nikarî evqas krêt(ne xweþik) bibî. Tu berê zaf delal bûyî. A ji te re û xwe ji hemû qrêjîyên îro paqij bike.”

 Min wekî ciwanekî Kurd, bi zanebûna tiþtên kû dikevin ser milên min, dîroka gelê xwe lêkola û romanek bi navê Bazê Med; Ferwertîþ nivîsand. Ez bi vî tiþtê xwe ne mezin û ne jî têr dibînim. Eger ez bi vê xebata xwe ji henek kesa re bibim îlham kû dîroka gelê me bi awayekî wêjeyî bînin ser ziman, ezê wê çaxê kêfxwes bibim.

 

“Xwezî ez û tu

Pêkve bijîyana

û bi hev re biçûna zozana.

Di demeka sibê de were,

Em bi hev re biçin zozana

û strana xwe bistrên.”

 Ev kurtehelbesta kû min wergerand zaravayê Kurmancî, bi texmînî berî zayînê di sedsala 4. an jî 5.’ade hatîye nivîsandin. Di þikefteka rojhelatê Kurdistan’ê de, li ser postê xezalekî nivîsandî hatîye dîtin. Bi alfabeya Pehlewî, lê bi zaraveyekî nêzî Hawramanî hatîye nivîsandin. Çixas xweþ hatîye nivîsandin! Çewa bêhna evînê jê tê, hewqas jî bêhna rêzgirtina ji jinê re jê tê. Ev kurtehelbesta kû banga jîyaneka bi hev re dike, ji rastîya me yî îro çixas dûre ne wusa! Em êdî jîyanê pêþkeþî jinên xwe nakin. Tiþtê kû di destê wan de ye jî em distînin. Ev dijayetîya bi paþerojê re ye. Lê rexmî her tiþtî, ez di wê bawerîyê de me kû wê gelê me rojekî hevdîtineka mezin  bi kurahîya dîroka xwe re pêk bîne. Heta wê rojê ji ber paþverûtîyên di nav civaka me de belkî canê me gelekan biþewte, lê piþtî vê hevdîtina mezin, emê wê hêzê di xwe de bibînin da kû em ji ber hemû paþverûtîyên xwe poþman bibin. Ez hêvî dikim da kû ew roj zû werin û azadî jî di nav de em hemû pirsgrêkên xwe çareser bikin. 

 Pirtûka Bazê Med, ronahî dide ser veþartîya dewrek ji dîroka me. Romana min ne pirtûkeka lêkolînê ye. Henek cîh bi fantazî hatine nivîsandin. Lê ji sedî 70’yê pirtûkê, li ser lêkolîna hatîye amadekirin. Dema min vê romanê amade dikir, hêza herî mezin kû dida min, ew axa kû ez li serê bûm. Dibêjin ya, Zerdeþt pêxember li derdora bajarê Ûrmîyê hatîye dinyayê û herwuha Medan ji van axan þaristanîya xwe belav kirine. Min çîroka Ferwertîþ’ê leheng li ser vê axê nivîsand. Ez hêvî dikim kû ên vê pirtûkê bixwînin biecbînin û ji dîroka xwe hezbikin.

 Ev roman, bahsa jîyana Medan a berî zayîna Îsa, di navbera  520 û 523`yan dike. Zemanê  di navbera van her dû dîroka de dibe kû ji we re kurt were, lê eger wun dixwazin, fermo vê pirtûkê bixwînin û bivînin kû Medan ji ber hêvîyên xwe yî azadîyê çixas tiþtên mezin xistine nav demeka hewqas kurt de. Pirtûk bi taybet li ser piþtî ketina imparatorîya Medan nêzî 30 salî disekine. Împaratorîya Persan hatîye damezrandin, Med avêtine kêlekekî û desthilatdarî bûye hêzek mezin yê dagirkerîyê. Li gel hemî qewîbûna desthilatdarîya Persa, nerazîbûnek mezin li dijî împaratorîyê çêbûye. Roj bi roj, li seranserê axa Îranê serhildanên gelan destpêdikin. Ev roman, di nav van serhildanan de bahsa ya herî mezin û ya herî zû dike. Yanî, serhildana Medan a di bin rêbertîya Ferwertîþ’ de. Di pirtûkê de sedemên serhildana Medan tên ser ziman û  þervanên Medan çewa dibin artêþeka mezin ya azadîyê bi  awayekî ber freh  tê pêþberî we.

 Ev pirtûk tenê bahsa berxwedana Medan nake, herwuha bahsa þer û komkujîyên împaratorê Persa Darîûs’ê I. jî dike. Ji ber kû di wê demê de ola sereke a di nav Medan de Zerdeþtî bû, pirtûk hin agahîyên granbiha û þîroveyên felsefî tîne pêþberî we. Bi taybet wextê kû wun van ciha bixwînin, ez hêvî dikim kû wunê ev paþverûtîyên kû em îro wek civak di nav de ne baþtir bivînin.

 Yek ji cihên herî balkêþ yê romanê, evîna Ferwertîþ ya ji bo keçeka bi navê Rihan’e. Ji xwe ne mumkune kû mirov dîroka Kurda bê evîn bigre dest. Evîn, di her çargoþeyê dîroka me de heye. Yê kû Ferwertîþ dike þervanê azadîyê jî ji xwe evîneke wusaye. Dema kû wun van beþan bixwînin, wunê bilindahîya evînê careke din ji nêz ve hîsbikin.

 Û îxanet! Mixabin bêy wê jî nabe. Dema mirov dîroka Kurda dixwîne, îxanet weke ehrîmenekî kû xwe di bin rûyê melayketa de veþartîye derdikeve hemberî me. Mîna kû derdikeve hemberî Ferwertîþ û Medan. Wunê di vê pirtûkê de, du xetên sîyasî û îdeolojîk kû di nava Medan de ne û bi hevre þerdikin bivînin. Wunê bivînin kû xetek ji vana çewa ronahîyê dide rîya azadîyê û a di jî çewa wek dijberayetîyekî li gel dijminên Medan disekine.

 Belê, ji bo romana Bazê Med Ferwertîþ, ez dikarim bi kurtahî van tiþta bînim ser ziman. Ez hêvî dikim kû Kurd vê romanê bixwînin û lê xwedî derkevin. Ne ji ber kû a min e, ji ber kû awêneya(eyneya) beþeka dîroka me ye divê lê xwedî were derketin. Kî dizane, belkî gelek ji me sîmayên xwe di vê awêneyê de bivînin. Sîmayên bi hezar salan kevn lê weke îro taze. Û bla kes aciz ne be. Para herkesî jê re ye........

Xwendevanên kû dixwazin vê romana dîrokî bi dest bixin, dikarin ji ser van linkan bikrin:

 http://www.kitapyurdu.com/kitap/default.asp?id=117104&sa=21967321&session=62494243083128471734&LogID=

 http://www.imge.com.tr/product_info.php?products_id=72030

Ez dixwazim vê nivîsa xwe bi henek gotinên Ferwertîþ kû dema banga serhildanê li þervanên Medan dikir,  bi dawî bikim:

 “ez hêvîyên welatê Medya li pêþ çavên xwe dibînim. Ey þervanên welatê min kû tirsê nanasin! Ez roja Medya di çavên we de dibînim. Vê yekê ji bîr nekin kû, ew roj di nav cesareta we de veþartîye. Îro, wextê derxistina vê cesaretê ye. Bimeþin! Wun di vê meþê de qet ne tenêne. Bi gavên mezin, weka kû cergên xwe biqetînin ber bi azadîyê ve bimeþin. Wunê wê çaxê bibînin kû dîrok jî bi we re dimeþe. Çekên xwe rakin û bi çavên serkeftinê li dijminê xwe binêrin. Lêdin, zarokên xoþewîstê rojê! Li wan kesê kû me li nav dilê çîyayê Bêstûnê kolan, li wan kesê  kû me bi sêdara ve dardakirin bixin. Wek brûskeka bi xiþm, li ser wan kesên kû Gomada ji nav me birin bikevin. Xweda ji bo her gava we alîkar, gel ji bo her derbeya we bi hesrete.”

 Slav û hezkirin.....

Edîp Bedîrhan

e-bedirhan@hotmail.com