Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Wille û bille mêrik rast dibêje
Ergenekon Fexrî- 19/02/08- Endamê Dewleta Kûr-Enqere- Serokwezîrê Tirk Kasimpaþalî Receb di bernameyel televizyonê de behsa operasyona li ser Ergenekonê kir û pesnê hikûmeta xwe da.
Kasimpaþali Receb got:“ Yaw qardeþim, heta niha kî wek me çûye ser çete, diz û keleþên dewletê hêê? Ji me pêve kê lotik li Ergenekonê xistiye? Ev hê lêlê yer, lolo jî maye. Emê yeko yeko bi guhê wan bigrin û ji qullê derêxin“ filan û bêvan.
Yaw birastî heta niha kes wek hikûmeta Erdogan çûye ser van çete, diz, çeqel û keftarên dewletê? Bawer nakim. Lê xwezî bi wê rojê ku Ergenekona di nava Kurdan de jî eþkere bibe û hew!
Ma Ergenekona me wek Ergenekona Tirkan e, na babamm! Ergenekona xelkê xizmeta yekîtîya xaka welatê xwe dike, ji bo wan yek dewlet, yek al û yek ziman pîroz û miqaddes in. Lê Ergenekona me çi dike? Ew jî yekîtîya xaka Tirkiyê, Mîsakî Mîllî, zimanê Tirkî diparêze û tew dibêje divê ala Tirkan neyê xwarê.
Yanî bi kurt û Kurmancîya gewrik, Ergenekona Tirkan jî û Ergenekona me jî heman tirþikê dixwin û hûn sax!