Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Bajo kek Ehmed bajooooo!
Serdar Mirad-19/03/08-Amed- Van rojan di malpera Kurdistanpost de nîqaþa li ser HAK-PAR û KADEP ê tê kirin. Xuyaye dîsa çîrokên berê dibin sedema pirsgirêkên nava KADEP ê û nexweþî dîsa nexweþîya serokatîyê ye.
Xuyaye kekê me Ehmed Acar wek me gelekan, hîna bi dilê xwe ê paqij bi hinek alîyan ve tê xapandin û hinek alî dixwazin li ser piþta wî kabên xwe bavêjin.
Ehmedê me bi tundî yekîtîya navbera hêz û partîyên Kurdan diparêze ku em jî wek Lotikxane bi vê helwestê re ne. Em tev zanin ku bê yekîtî, bê tifaqek netewî wê tu hêzên Kurd bisernekevin û nebin mîr û paþe.
Lê ji berê de dibêjin "Kurmê þîrî heta pîrî ye" kek Ehmed. Ma tu serokên partîyên me nasnaki qurban? Ma tu nizani go "xiyarê wan tehl e, yan emê bixwin û yan jî (haþayî civatê) emê di xwe kin!" Îcar bi a Lotikxanê bike û guh nede Îbrahîm Aksoy, Xelo û Celo qardeþim! Ji bo te a rast û durist çibe wê bike û xelas! Ma devê xelkê doxîna mero ye go em karibin bigrin? Na canim!
Bajo kek Ehmed bajooo, bajo Lotikxane li piþta te ye ellawekîl! Hema yekîtîxwazên HAK-PAR û KADEP ê a xwe bikin yek, wan nîfaqparêzên navbera partîya xwe bavêjin teneka zibil û lotikekê Kurdewarî li wan xin û hûn sax!
|