Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Madem þahîn dixwazin êrîþî kevokên we bikin, bela kevokên we jî êrîþî çûkên wan bikin qardeþim!

 

Ehmed Beyan-17/10/07- Enqere- Þer û atmosfera navbera DTP û dewleta Tirko germ û gur dibe, dikele. Xuyaye rewþa Kasimpaþalî Receb nebaþ e. Piþtî ku Abdûllah Gul ê AKPî bû serekkomar, êrîþ û kampanyên li dijî AKP zêdetir bûn. Ji alîyekî partîyên Kemalîst û ji alîyekî jî PKK zor dane AKP û Kasimpaþalî Recebo da ku cîh lê teng bikin, wî û partîya wî ji desthilatdarîyê bixin. Kasimpaþalî Reco jî vê rastîyê wek îmana xwe zane. Zane bê çi xefk, dek û dolab li derûdora wî hatine danîn. Lê xuyaye tirsoneko jibo ku xwe li ser lingan bigre, xwe zêdetir dixe paxila artêþê û newêre gavên zêdeyî xwe bavêje. Neyse, rewþa herêmê, Tirkiyê û Kurdistanê bûye wek agirê cehnemê. Xuyaye artêþa Virqo biryara xwe daye, biryar daye ku destketinên baþûrê Kurdistanê têk bibin, têkevin Kurdistanê û Mûsil û Kerkûkê têxin nav sînorên xwe yê Mîsakî Millî.

 

Heger bê bîra we, Aysel Tûglûka DTPî berî demakê di daxuyanîya xwe ya meþhûr de gotibû “Mûsil di nav Mîsakî Millî de ye” û rûn li ser nanê dewleta Tirk kiribû. Serekerkanê sermezin Yaþar Buyukanit jî wek gellek rayedarên Tirk bi eþkereyî gotibû ku, “Mesela me ne PKK ye, ji me re ya herî bi xeter baþûrê Kurdistanê ye. Emê tucarî rê nedin ku li wir welatek bê avakirin” filan û bêvan. Werhasil, jibo rê li ber dagîrkirina baþûrê welatê me bê vekirin her cûre provokasyon tên kirin.  Her çiqasî mahne PKK be jî, lê dewleta Tirk venaþêre û bi eþkereyî baþûrê Kurdistanê û bi taybet jî malbata Barzanî û PDK kiriye armanca xwe. Ew wek îmana xwe zanin ku yên hestên Kurdewarî li ser lingan digrin malbata Barzanî û PDK ye. Ew karin sedî sed bi serê qûnekê li Anitkabîrê sûnd bixwin ku heger ne ji malbata barzanî û PDK be, wê li baþûr hêz û daxwazên Kurdewarî nemînin. Ji ber vê jî bi mahneya PKK tunekirina baþûrê Kurdistanê, malbata Barzanî û PDK dane ber xwe. Ji xwe  Serokê Rêvebiriya KCK Mûrat Karayilan jî vê rastîyê disediqîne û sedema êrîþa Tirkan ne hebûna PKK lê serketina baþûrê Kurdistanê dibîne. Werhasilî kelam, rojev germ e, Tirk bûne wek pizotên êgir lê ka ewê têkevin baþûr yan nekevinê tenê Xwedê û Lotikxane zane.

 

Ez serê we neêþînim, tiþtekî balkêþ jî ev e ku di vê dema germ û bilindîya tansîyonê de, endamê rêvebiriya KCK Dûran Kalkanê Tirk jî radibe di daxuyanîyên xwe de dibêje “Hodrî meydan!” û artêþa Tirk dawetî þerê li baþûr dike. Mêrik di þûna ku berjewendîyên baþûrê Kurdistanê biparêzi, radibe ji artêþa Virqo re dibêje: “Ma tu ne li tunekirina baþûr û destketinên Kurdên vir digeri? Aha ji te re fersend, ê de were haaaaaaa” û bang li generalên Tirko dike. Lê  ji alîyê din Mûrat Karayilanê Kurd jî radibe baþûrê Kurdistanê diparêze û dibêje:”PKK ji wan re mahne ye, dewleta Tirk dixwaze baþûrê Kurdistanê dagîr bike, destketinên Kurdan têk bibe û bajarê Mûsil û Kerkûkê têxe nav axa xwe” û rastîyê meselê radixe ber çav.  

 

Werhasilî kelam, dibêjin Serokê Grûpa DTP Ehmedê Mala Sîno di beyana xwe de gotiye:” Tirk tehamulî hebûna me nakin. Dewlet cesaretê diçe çeteyên dijberên DTP. Þahînan (Generalan) xwe jibo þerê li dijî kevokan (DTP û PKK) amade kirin” filan û bêvan. Helbet ev gotin rast in, gotinên xweþ in. Ê baþe kekê mino, madem þahînên wan xwe amadeyî þerê kevokên we dikin, ka çima kevokên we (Teyrên Bazên Kurdistan) êrîþî çûkên wan nakin hêê? Ma hema bi teqandina çend tenekeyên zibil bû? Madem ew dixwazin perçeyekî welatê te yê azad têk bibin, de ka bela kevokên we jî bajarên Tirkiyê serûbinê hev bikin canim cîgerim! Ma heta kengî bratî û aþitîya bi derewan, wîî! Lao wî þerî ji Kurdistanê derxin bavê min, derxinnnnnnnnnn! Wille û bille we em beicandin.......