Av.Ezîz Dîlan

 

 Ji dê û bava dikevin hemi hawa

 

 

Hecî Erdogan da bin dûvê Denîz Baykal

 

Hûn zanin, partîya Mistoyê Selanîkî CHP û serokê wê Denîz Baykal, bi navê sosyaldemokratbûnê “sosyalfaþîzmê” dimeþîne û ji çeqel û keftaran zêdetir dijminatîya Kurdan dike. Çima ku Hecî Erdogan dixwaze hinek gavên piçûk bavêje û bêhna Kurdan derxe, çeqel, keftar, gur û dêlikên Tirk bi carekê êrîþî wî dikin û xizmeta Ergenekon û artêþa Tirk dikin. Tew hinek Kurdên me ji CHP û MHP zêdetir êþîrê dibin ser AKP û Hecî Erdogan û cîh lê teng dikin. Li þûna ku piþtgirîyê bidin Hecî Erdogan û pêvajoya rêdana demokratîk, mêrikan metro xistine destê xwe û hesabê 17 santîman bi Hecî Erdogan re dibînin, pêvajoyê beravêtî dikin.

 

Werhasil, ka em dev ji santîm û mîlîman berdin û bên ser metro û kîlometroyan.

 

Doh di meclîsa Tirko de rûniþtina giþtî hebû û nîqaþa butçeyê dihat kirin. Piþtî sermezinên Bahçelî û Baykal têra xwe kirin zire zir, dora tenûrê giha Hecî Erdogan û Hecî Erdogan dest bi lotikên xwe kir.

 

Heger bê bîra we, partîya CHP di salên 90î de rapora Kurd amade kiribû û heman tiþtên ku îrp Hecî Erdogan ji Kurdan re dixwaze, dixwest. Lê CHP ew rapor nexist jiyanê û bincil kir.

 

Piþtî silav û kulavê, Hecî Erdogan çavê xwe girt û devê xwe vekir, serê Denîz Baykal xist qûna bavê wî û ji lotikên bergîlan xirabtir anî serê wî. Cîgerim Hecî Erdogan rapora ku wê demê CHP amade kiribû bilind kir, pêþ wekîlên meclîsê kir û ji Baykal re got:”Ûlan oxlim, min di te kiroooo, ma ev rapor ne rapora we bû ha? Gava hûn raporaan li ser Kurdan amade dikin xweþ e, lê ku em amade dikin li zora qûna we diçe. Ev çi tirþik û þorbe ye ewladim” û da bin dûvê wî.

 

 Ez serê we neêþînim, Hecî Erdogan herweha behsa provokasyona Reþadîyê û kujtina 7 eskeran jî kir, lotikek li PKK jî xist û got.” Jina min ji min berdayî be, kujtina 7 eskeran provokasyon e û PKK xwest bi vê provokasyonê pêvajoyê têk bibe û zimanê qûnekên wek Baykal û Bahçelî zirêjtir bike” filan û bêvan. Lê a herî xweþ ew bû ku rûyê Denîz Baykal wek zotika mirîþkê soro moro bû û her çiqas hebûna rapora CHP înkar kir jî, lê Hecî Erdogan tirr jê berda ew kir pisîk.

 

Werhasilî kelam, sayin Hecî Erdogan car caran lotikên pir xweþ û di cî de davêje. Lê mixabin 17 santîman zimanê wî jî li ber dost û dijminan kurt kir.

 

De xwedê teala xezeba 17 santîman bi ser kesî de raneke rebbî....

 

15.12.2009- Enqere-

 

 

 

Wey li ser xêrê be, îcar jî „Þewba Kurdan“ derket bazarê

Piþtî nexweþîya golikên dîn, þewba mirîþkan, þewba berazan û þewba hespên serxweþ, niha jî þewba Kurdan derket bazarê û tirs xist dilê xelkê.

Serokê Komela Hizra Atavirq Yekta Gungor Ozden, bêbavek ji bêbavên dijminê qewmê Kurd e û jê bê wê xwîna Kurdan vexwe. Sayin ewladim Ozden, di derbarê rewþa îro û helwesta hikûmeta Qasimpaþalî Receb de çend lotikên bergîlkî avêtin derûdorê û tirrek kir.  Çi dibêje Ozden beg?

Dibêje: “Bi sê telaqên bê fitû, kesên ku Tirk û Kurdan ji hev veqetîne wê jina wî jê bê berdan. Þewba mirîþk û berzan ne bes bû, îcar niha hinek dixwazin “þewba Kurdan” bi ser me de bibarînin” filan û jehr û ziqûm.

 Axir, tirsa Kurdan ewqasî ketiye qûna hinek ji van Tirkan nayê gotin. xuyaye wê þewba Kurdan qûþê li Tirkên wek Ozden efendî biqetîne û doxînê li wan daxe kabokê.

Ez serê we neêþînim qurban. Ez jî destekê didim Yekta Gungor Ozden û bixêrhatina “ÞEWBA KURDAN” dikim.  Þewba Kurdan pîroz û bimbarek be û xwedê bikim ji þewba berazan zêdetir tirrê ji civaka Tirk berde.

Bimre þewba berazan!

Bijî û bi xêr hat þewba Kurdan!

29/10/09- Enqere

 

Siltan xanimê tirr ji koçka Çankaya berda

Av. Ezîz. Dîlan- 27/08/09-Enqere- Birastî Serokkomarê  Komara Tirkiyê sayin û pir bilind Abdullah Gul, mirovekî pir nermik û germik, mirovekî wek þekirê nava kaxezê ye. Min bi xwe heta niha nedîye ku ciwamêr hiþk axavtibe û wek Kasimpaþalî Receb lotikên bêîman li derûdorê xistibe.

Werhasil, piþtî ku Abdullah Gul got:“Wê tiþtên xweþ çêbibin“, hêdî hêdî lotik û zîtirkên nermik tên avêtin û dewlet dixwaze destê xwe di ser serê Kurdan re bibe û bi çend gavên piçûk be jî devê wan þîrîn bike. Wek axavtina zimanê Kurdî, vekirina enstîtuyên Kurdî û Kurdolojîyê filan û fîstan. Lê helbet guhertina makzagonê û di makzagonê de qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî niha zehmet e û wê wextekî dûdirêj bixwaze. Yanî mesele „Piçik piçik meriv xwe dighîne kûçik“ e ha. Hêdî hêdî…  

Axir, mesela me li ser zimanê Kurdî bû.

Belkî di dîroka dewleta Tirkiyê de cara yekê ye ku di koçka Çankaya de bi zimanê Kurdî tê axavtin û serokkomar bi rêya wergêrê Kurd guhdarîya dayikek Kurd û zimanê Kurdî dike. Ew jî nermik û germiko sayin Abdullah Gul e.

Abdullah Gul, êvara 1ê remezanê ji hemi bajaran 231 malbatên eskerên ku di þer de katibûn kujtin dawetî koçkê kir û fitara xwe bi wan re vekir. Dayika Kurd a ji bajarê Entabê Siltan Gîdîþ xanim jî li koçkê bû û bêhna Kurdbûnê jê difûrîya. Ji ber ku Silyan xanimê bi zimanê þildim bildima Tirkî nizanîbû, dest bi Kurdîya þîrîn kir û Abdullah Gul bi wî zimanê þîrîn mest û serxweþ kir. Abdullah Gul, bi rêya wergêrekî ku bi Kurdî zane li Silyan xanimê guhdarî kir û ketin nav xweþ û bêþê.

Ez serê we neêþînim û heger êþiya jî bi cehnema we kiriye, Siltana me bi zimanê Kurdî koçka Çankaya, koçka serokkomarîya Tirkiyê hejand û tirr ji koçka wan berda. Erê kesek bi vê tirrê nemir jî, lê ez wek îmana xwe zanim ku gellek faþîst û dolheramên serker bi vê lotikê bi jehrî ketin û bi lotika Siltan xanimê dinya li dora wan çû û hat.

Ez bi navê komîta sîxurên Lotikxanê ya li Enqerê Siltan xanimê pîroz dikim û herweha lotikên xurttir ji Abdullah Gul re jî dixwazim.

 

 

 

 

Wille yabo te kir tirr sayin baþqan!

 

Av.Ezîz.Dîlan- 15/08/09-Enqere- Birastî ez meraqa vê pirsê dikim: Gelo ev tekoþîna 30 salî, kujtina35 hezar Kurd, þewitandina 4-5 hezar gundên me, derbederkirina 4-5 milyon Kurd, tev ji bo çi bû? Hûn bersivê dixwazin? Aha keremkin guhdarîya sayin Ehmedê mala Sînan Axa bikin, bila ew ji we re bêje û bitefsilîne.

 

Li ser bextê çapemenîya Tirk be, dibêjin qirasê zilaman, sayin Ehmed Tirk, di hevpeyvînek xwe de pir vekirî dibêje:” Em pir xweþ zanin bê netewperestîya etnîkî çiye, em naxwazin Tirkiyê ji hev vejînin lê pirsgirêkê çareser bikin”.

 

Û pirsgirêka çi?

 

Pirsgirêka Kurd.

 

Ê baþe qardaþim Ehmed, ma pirsgirêka Kurd ne bi qanûn û makzagonan tê çareserkirin? Belê. Ku çereserî nekevin qanûn û zagonan, tu mane û wateya wê heye? Na. Ê naxwe çima tu naxwazi ku navê “Kurd” têkeve qanûnê û resmî bibe cîgerim?

 

Hûn zanin bê “mêrê me” çi dibêje? Dibêje:

“Em naxwazin navê Kurd têkeve qanûnê, em vê rast nabînin ji ber gava navê Kurd têkeve qanûnê, wê neheqî li Çerkez û Lazan bibe” filan û jehr û ziqûm.

 

De binerin lo! Mêrê me ji bo ku dilê Çerkez û Lazên nîjadperest nehêle, naxwaze navê Kurd têkeve qanûna Tirkiyê law. Kuro ji te re çi Çerkez û Laz oxlim? Ka berê mesela Kurd safî bike yabo, piþtre Çerkez û Lazan têxe dora tenûra xwe qardaþim, wîî! Ma mesela Çerkez û Lazan bi serê te û bavê te ketiye Ehmedddddd? Bihêle bila Çerkez û Laz li qûna xwe zor bînin û doza mafê xwe bikin, ji me re çi babam?

 

 Wey tifûûûûûûûû li vî þens û siûda me Kurdan be û hew! Law lîko, (di piçûkanîya xwe de navê wî lîko bû, temamê zarokên gund jê re digotin lîko) çi heq û hiqûqê te heye ku tu li ser xwîna 35 hezar Kurdên kujtî siyasetê bikî û nehêlî navê Kurd têkeve qanûna dewleta virqo cîgerim?  Law madem hûn naxwazin navê Kurd têkeve qanûnê û têkeve resmîyetê, naxwe hûn li ser navê Kurdan çi xwelîyê li serê me û 101 bavê me dikin oxlim! Em dibê xwedo navê Kurd têkeve qanûnê û resmî bibe da ku Kurd û Kurdî bibe hîmek ji hîmên dewletê, mêrê me radibe rûn li ser nanê Tirkan dike û dibêje na.

 

Axir, xuyaye xwedêteala bextê me Kurdên bakur reþ kiriye bavo. Ma law qey kesên “Kurdperwer û netewperest” di nav me Kurdan de qeliyane ku kesên wek lîko dibin serokên me ji bo xwedê!

 

 

 

 

 

Hew nemaye bibin kirîvên hev ellawekîl!

 

Av.E.Dîlan- 04/08/09-Enqere- Van herdu rojan navbera DTP û AKP germ bûye, nema av di navbera wan re derbas dibe. Ewqasî li hev germ bûne ku Serokwezîr erdogan wan wek mixattab dibîne û Wezîrê Dewletê M.Alî Þahîn bi coþek mezin serdana wan dike.

Axir canim, dibêjin dijminatî xirabmalî ye. Hema çiqasî nêzîkî hevdu bibin baþ e û belkî hema tiþtekî xêrê jê derkeve.

 

Li ser bextê fitne û fesadên meclîsa Tirkiyê be, dibêjin wê sibê serokwezîr erdogan bi DTP û generalê wê Ehmedê mala Sînan Axa re rûnê û hevdîtinek qirase pêk bîne. Ji ber vê jî, kêfa DTPîyan pir tê û hema bêjin ji kêfa re xew nakeve çavê wan.

 

Li ser bextê sîxurên Lotikxanê yên li meclîsa Tirkiyê be, li gora saloxdana sîxurên Lotikxanê, dibêjin Serokwezîr erdogan berî hevdîtinê zilamê xwe M.Alî Þahîn þandiye serdana DTPîyan û gotiye.”De here lan, here wan nerm û germ bike ji bo sibê em hevdu nedin ber lotik û zîtirkên kesanedî oxlim, wîî!” filan û fîstan.

 

Dibêjin M.Alî Þahîn jî xwe kur kiriye, parfum, lewento û misk û ember bi ser xwe dakiriye û berê xwe daye oda DTP û li derî xistiye. Dibêjin gava derî hatiye vekirin û dîtine ku M.Alî Þahîn ket hundur, hema Selaheddîn Demîrtaþ ji ber rabûye, piþkokên cakêtê xwe girtiye û xwe çeng kiriye destê M.Alî Þahîn. Ê tabî Þahîn jî rola xwe baþ lîztiye, wek bavê ku bi salan kurê xwe nedîtiye kêfa xwe anîye û bûye mirçe mirça wî, ew maç kiriye.

 

Werhasil, piþtre general, çawîþ û onbaçþîn DTP tev li Þahîn civiyane û dê weledê xwe avêtiye. Ê tabî îþev hinne ye û sibê jî daweta Erdogan û Ahmet Turk e. Wê bi emrê xwedê û qewlê Abdullah Gul hevdu bibînin û derd û kulên xwe ji hevre bikin ristik.

 

Ez serê we neêþînim û xwêdanê bi we nexim, xwedê bikim DTP û AKP bê serêþandin li hev bên û di çareserkirina pirsa Kurd de bi hevre lotikên xêrê bavêjin. Û dîsa hêvîdarim ku generalên DTP karibin siyasetek serbixwe û xwedîîrade bimeþînin û hefsarê xwe nexin destê hinekên din. Madem ku Erdogan wan wek mixattabê doza Kurd qebûl dike, divê DTP jî qedr û giranîya xwe zanibe û vê fersendê baþ bi kar bîne wesselam....

 

 

Êêêêê, hinek dikin û hinek dixwin cîgerim!

 

Av.E.Dîlan- 01/07/09-Enqere- Ev gotina bav û bapîrên me ye. Hinek dikin û hinek dixwin. Ango, wê hinek keda xwe bidin, xwîn û xwêdana xwe birjînin, bimrin, bên kujtin û wê hinek jî li ser piþta wan, li ser ked û xwîna wan kabên xwe bavêjin û jiyanek bextewar bibihurînin. Îcar ev jî mesela me û Sakik qerdeþlerimiz e.

Li ser bextê gardîyan û eskerên hepsa Amedê be, dibêjim cîgerim Þemdîn Sakik, yanî Þemoyê me yê „parmaksiz Zekî lo“, zirnameyek qirase ji serokwezîr Kasimpaþali Receb û Komisyona Mafê Mirovan re þandiye û ta bi derzîyê vekiriye.  Piþtî hinek rastîyên berbiçav, Þemoyê me gotin anîye ser brayên xwe û pêre jî lotikek li serokê PKK Abdullah Ocalan daye û ew li erdê xistiye.

Cîgerim Þemo gotiye: „Yaw qerdeþim, di nav PKK de brayên herkesî yan hatin girtin yan hatin kujtin. Di nava PKK de tenê brayên yekî nehatin girtin û kujtin. Ew jî Abdullah Ocalan e. Çima bavê min, ma brayên wî ji brayên me çêtir in qerdeþim, ma brayên me ji Eyþika Ereb in ku tên girtin û tên kujtin law“ filan û çeqilmast.

Piþtre sayin Þemoyê me gotinê tîne ser brayên xwe Sirrî, Haluk, Gorgu û Namik Sakik, tirrê ji wan berdide û dibêje:“Ez bi serê Îsa û Mûsa kim, wan bi dek û dolabên Elî Osmanî dest danîne ser mîrat û zevîyên bavê min û em ji her tiþtî mehrûm kirine, qûþ li min û brayên min qetandine (Þemo û Sirrî ne ji dê û bavekî ne, ji ber vê jî tirrê ji hev berdidin) û li ser piþta me bûne milyoner“ filan û fîstan.

Erêêêêê erêêêê dinyayê….

Ew Þemoyê ku çiya dihejandin, ew Þemoyê ku li Þamê li ber serokê xwe wek eskerekî bê rutbe dilerizî û bi xwe de dimîzt, ew Þemoyê ku ewqas ked û xwêdan di ber tevgera azadîya Kurd de da, îro di qulika hepsa Diyarbekrê de volta davêje û dilê xwe bi halê xwe diþewitîne. Wey weledddddd 101 carî wey weledddd!

Erê Þemo, law ma tu yê van halan bû oxlim? Helbet wê Sirrî beg li ser piþta te bibe milyoner cîgerim. Ma zirbrayên te wek te bêaqil û xeþîm in, wîî! Ciwamêran hem li nêl dixin û hem li bizmêr qerdeþim, ma wek te?

Dîsa li ser bextê sîxurên meclîsa Tirko be, dibêjin piþtî vê nameya Þemo, zirbrayê wî Sirrî beg rabûye ser tapana, xeberek ji Midurê Girtîgeha Amedê re þandiye û gotiye: „Êdî bes e! Brayekî min ê wisa tuneye, ev xiyar kîmya me têk dibe û dike þorbe, rê li ber van þorbenameyan bigrin qerdeþim“ û brayê xwe daye ber lotikên bêîman.

Ez serê xwe û we neêþînim, gotina zêde fêde nake. Hema bi kurtebirî mesele ev e cîgerlerim:

Hinek dikiiiiinnnn û hinek dixwin!

 

 

 

 

Cîgerlerim berî mirinekê tên cem hev

 

Av.E.Dîlan- 23/05/09-Enqere- Serokwezîr sayin sermezin Erdogan û serokê DTP pozdirêj sayin Ahmet Turk, berî mirinekê tên cem hev û wê qewîtîyên xwe li hev bikin. Wek hûn zanin, herdu lotikvan û bi taybet jî serokê lotikvanên Tirkiyê Erdogan xwe ji DTPî yan ingirandibû, silav nedida wan û hesabê wan û pîvazek xerabe nedikir. Lê piþtî ku behsa çareserîya pirsa Kurd (gavên piçûk bin jî xem nake) heta bi ber ket rojeva Tirkiyê, Erdogan jî germo nermo bû û xwest silavekê bide Ehmedê mala Sînan Axa.

 

Welhasil, li ser bext û wîjdanê Cîhgirê Serokwezîr Bulent Arinç be, dibêjin Arinç gotiye:“Wek hûn zanin cîgerlerim, ev demek e axayê me sayin Ahmet Turk dixwest bi serok Erdogan re qehweyek tehl vexwe û bi dam û satrancê bilîze. Lê ji ber ku Ahmet Turk hinek lotikên çewto mewto davêtin û di satrancê de dek û dolabên PKK digerandin, Erdogan nedixwest pê re bi satrancê bilîze û lotikan bixwe. Lê niha herdu alîyan jî dev ji hîle û lingavêtina ber hev berdane û bi xêr û selamet wê hefteya pêþîya me bên cem hev, silavek germik û nermik bidin hev û qehweyek þîrîn bi hevre vexwin“ filan û fîstan.  

 

 Axir, li gora ku sîxurên Lotikxanê yên di meclîsa Tirkiyê de em agahdar kirine, dibêjin wê Erdogan bi nermî guhê Ahmet Turk bikþîne, di guhê wî de bike pistepist û bêje:“Binerin oxlim, yan sînorekî têxin navbera xwe û PKK û di qada demokratîk de wek zilaman siyaseta xwe bikin, û yan jî dev ji van lotik û zîtirkên beredayî berdin lan“ filan û fîstan.

 

Lê sîxurên me dibêjin hê ne kifþ e wê Ehmedê me çi ji Erdogan re bêje çunkî divê berê ayetek ji Qendîlê jê re bê û li gora wê ayetê daxwazên xwe ji ber bike. Îcar kengî ew ayet dadikeve sîxurên me jî li bendê ne.

 

Ez serê we neêþînim, halîhazir siyaseta Tirkiyê di derbarê pirsa Kurd de bûye bihuþta rengîn. Hesab bikin heta bi sermezin Denîz Baykal jî behsa hin mafên demokratîk dike. Îcar wê di nava van çend mehan de kî di kê ke, kî bibe bûk kî zava xwedê zane û hûn sax…..

 

 

 

Ma hema di balafirê de pirsa Kurd tê bîra te qerdeþim?

 

Av.E.Dîlan- 09/05/09-Enqere- Li sewr xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî. Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, dîsa di balafirê de got:“ Wê di mesela çareserkirina pirsa Kurd de tiþtên baþ bibin“ filan û bêvan.

 

Sayin nermik û germik Abdullah Gul, pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka sereke yan Tirkiyê bi nav kir û got:“Bi sê telaqên bê fitû, pirsgirêka me ya herî germ û agirpêketî pirsa Kurd e. Kî qebûl dike yan nake ji xirrê kurê min ve, lê rastî ev e. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û fersendek baþ ketiye destê me, hema bêjin em tev serê xwe bi vê pirsgirêkê re dêþînin û lotikan davêjin“ filan û xeftan.

 

Lê her çi hikmet be, çareserkirina pirsa Kurd tim di balafirê de tê bîra sayin Gul.

 

Law ma di koçka serokkomarîyê de qet pirsa Kurd nayê bîra te, nayê ser zimanê te qerdeþim? Emê ji ku li benda te û balafira te bin heya em çareserîya pirsa Kurd ji devê te bibihîzin cîgerim, wîî! Carekê jî di trimbêlê de behsa çareserîya pirsa Kurd bike, di mala xwe de jî bike, di meclîsê de jî bike û hetta di avdestxanê de jî bike. Ma pirsa Kurd tenê di balafirê de çareser dibe, waweylê!

 

De neyse canim, qey rebeno ji wan sermezin û pozmezinên generalan newêre di koçk û mal û avdestxanê de behsa Kurdan bike heyran. Zane ku destê generalan li ezmanê heftan nagihên wî, ew jî dilê xwe hênik dike ellawekîl…..

 

De xwedê xêra te qebûl bike û 6 jinên ji Heyrûnîsa xanimê bedewtir bike qismetê te rebbî….

 

 

 

 

Ew çû û arþîv çû

 

Av.E.Dîlan- 20/04/09-Enqere- Hûn zanin gelî xwendevanan, lotika vê dêlegura Tansu Çîllerê di dilê min de bû kul û derd. Kurdekî bi namûs ranebû û qûþ li vê dêlegurê neqetand kuro, hooowehhhhh law!

 

Çawa dêlegurê fermana kujtina bi hezaran Kurdên faîlî meçhûl bide, bibe qesasê serê wan, û em Kurd jî wek peppûkan cilika bêxîretîyê bikþînin serê xwe û li bejn û bala wê ya nîvmetro binerin. Ma ev bû?

 

Welhasil canim, ma heta îro me xema çi xwariye ku em xema 18 hezar Kurdên faîlî mechûl bixwin û li heyfa wan bigerim. Tu dibê qey ewê ku hatin kujtin ne Kurd bûn lê mexlûqatên Mars û Tîtanîkê bûn kuro, waweylêêêêê û 101 carî waweylê li me Kurdan be....

 

Axir, piþtî ku qiraseyek ket JÎTEM û Ergenekonê, serokwezîra berê û dêlika devbixwîn Tansu Çîller revya çû welatê xwe Amerîka û arþîva ku ji 3 hezar klasoran pêk dihat û têde bi hezaran belge û delîlên kiryarên JÎTEM. Ergenekon û dewletê hebûn, li þûn xwe hiþt. Piþtî hat dîtin ku hayhoooooo di vê arþîvê de çi heye û çi tuneye, arþîv bi destê cin û pîrebokan hat þewitandin û li herêma Golbaþîya Enqerê hat veþartin.

 

Tê gotin ku hinek rûpelên arþîvê tên xwendin û dibe ku hinek agahdarîyên li ser qûnekên JÎTEM û Ergenekonê derkevin holê. Lê piþtî ku hasil giha Mûsilê û piranî hatibin þewitandin û pêve, çend gotinên ser bêjingê bidestkevin çi dibe û bidestnekevin çi dibe. Hêç.

 

Axir, dêlegur Çîller niha li Amerîkayê kêfa nav þeqê xwe dike, hestîyên Kurdên faîlî meçhûl di binê bîr û çalan de dirizin û arþîva kiryarên dewletê jî hat þewitandin. Îcar navê vê lotika bêîman çiye? Kê kir kê!

 

Yanî, hêzên tarî dîsa lotikek li me xist, dan bin dûvê me û delîl winda kirin. Belge û qutîka reþ li Amerîka ye. Yanî, heger hinekan bi xêra dê û bavê xwe lotikek li Tansu Çîller xist û devê wê ji hev vekir, belkî gellek kiryarên tarî eþkere bibin. Na heger kesî lotikek lê nexist û tirr jê berneda, ji xwe dîsa me pê girt û hûn ji min re sax.....

 

 

 

 

Çûn heyfa bavê tiþtekî din li ser kirin

 

Av.E.Dîlan- 30/03/09-Enqere- Hema bêjin hilbijartin qediyan û encamên hilbijartinê eþkere bûn. Hem AKP û Erdogan û hem jî DTP û Turk nîvmirî ji hilbijartinê derketin. Sayin sermezin Erdogan bi sê telaqan sûnd xwaribû ku ewê Amed, Dêrsim û Batmanê ji lotikvanên DTP bistînin û ji ber vê jî bomba xwe ya atomê “Quto” yanî Kutbettîn Arzû kir namzetê  þaredarîya Amedê.

 

Lê Qutoyê me di bin de ma û nikarîbû bi wê bejna xwe ya qutik zora Osman Baydemîrê me bibe, xwe li ber lotikên Osmanê me negirt û zirtînî jê hat.

 

Welhasil, Erdoganê me Amed, Dêrsim û Batman nesitend, lê bi ser de Wan, Igdir û Sêrt jî li ser kir û di ser re hat.

 

Ji alîyê din DTP dîsa dev ji dawa çepên Tirk berneda û li metropolên Tirkiyê lotikek bêîman, lotika heqîyê xwar û têk çû. Ne li Mersînê û ne li Stenbolê (ku 2 milyon Kurd lê dijîn) þaredarîyek jî bi dest nexist û dîsa bû qurbana dolheramên çepên Tirk. Madem te bi partîyên Kurdan re nekir, qe nebe tu bi tena serê xwe têketa hilbijartinan ne çêtir bû sayin pozmezinên DTP? Law ma heta kengî hûnê ra û dengê Kurdên xwelîliser bikin bi qurbana çepê Tirkan qerdeþim? Ma hiþê we nayê serê we yaw, wîî! Ka 2 milyon Kurdên Stenbolê, ka ew girseya Kurdên li Mersînê bi kude çûn? We di hilbijartinên 2004an de bajarê Mersînê hejand, lê îro %13!? Ma ev bû sayin DTP qerdeslerim? Yan piranîya Kurdên Stenbol û Mersînê jî ketin nav refê xayînan?

 

Welhasil, AKP li Wan, Igdir û Sêrtê teqinî, û DTP a me jî li metropolan îmana wê teneke bû.

 

Ji alîyê din DTP li Kurdistanê 13 berendamên jin kirin þahbanû û þaredarên bajar û bajarokên Kurdistanê. Li Kurdistanê 13 jinan dikin serok lê li metropolan nikarin xwelîliserekî zilaman bikin muxtar. Law hema we çend îsotên Ruhayê bidana Kurdên metropolan qerdeþim, belkî bi xêra tûjîya wan îsotan mêranîya wan bihata wan û karîbûna muxtarekî Kurd derxistina law, wey! Yan we jî wek Erdogan çend çewal komir û çend kîs meqerna bida wan  feqîr û fuqaran cîgerlerim, ma Kurdên metropolan karin bi zikê birçî rayên xwe bidin, hella hellaaaaa!

 

Axir, henek li alîyekî, lê DTP vê hilbijartinê jî li Kurdistana Amed, Batman, Wan, Sêrt, Igdir, Colemêrg û Wêranþarê bi ser ket. Lê Erebên Mêrdînê qûþ li DTP qetandin û Mêrdînka me radestî AKP kirin kuro.....   

 

De heta hilbijartinek din xwedê kerîm û rehîm e. Xwedê bikim di hilbijartinên pêþ de temamê serokên þaredarên Kurdistanê bibin jin. Çawa be zilamên me Kurdan virikî bûne û hêvî û hawara me maye jinên Kurd.  

 

Ma bilasebeb dibêjin: “Mêr ketin kewara jin daketin hawara” cîgerlerim?

 

 

 

 

Xeyalên me têk nebe Mamo!

 

Av.E.Dîlan- 18/03/09-Enqere- Mam Celal bi serdanekê hat Tirkiyê û silavek li bajarê Stenbolê jî kir.  Hûn zanin, mamê me siyasetmedarekî qirase ye. Di rojhilata navîn de kes nikare lingê xwe li lingê wî xe. Bi þarezatî û dek û dolabên xwe tofan û firtonê bi serê xelkê de radike. Yanî, polîtîkmedarekî temam e.  

 

Ji bo hûn mamê me baþ binasin, ezê serpêhatîya Kurdekî Sûrîyê ji we re bêjim.

 

Dibêjin rojekê mêvanek tê mala Kurdekî Sûrîyê. Dîkek wî tenê heye û dixwaze wî dîkê xwe ji bo mêvanê xwe serjêke. Radibe dide dû dîko ku wî bigre û serjêke. Lê dike û nake ku karibe wî bigre nagre. Her ku xwe çeng dike ser dîko, dîk bi dek û dolaban ji ber direve û bêhnê li xwedîyê xwe diçikîne. Xwedîyê malê bêhn lê diçike û dibê:“Weyla xwedê ruhê te stendo, ma tu bû Mam Celal?“

 

Welhasil,  siyaset û polîtîkmedarî ne karê her kurê bava ye. Lê xwedê heye, Mam Celal di vî warî de yek û yek e. Bijî!

 

Lê carna jî mamê me lotikên bêîman li me Kurdan dixe û xeyalên me têk dibe. Ev jî alîyekî din e.

 

Meselen di axavtinên dawî de lotikek bêîman li me û xeyalên me xist û tirr me berda. Çima mamo tirr ji me berda? Ji ber ku got:“Kurdistanek serbixwe û yekgirtî tenê di xeyalên helbestan de maye“ filan û fîstan. Qaþo mamo ji alîyekî xwest dilê Tirkan xweþ bike, lê ji alîyê din dilê bi milyonan Kurdên ku bi xewn û xeyalên Kurdistanek serbixwe û yekgirtî dijîn þikenand û qîmetê pîvazek xirabe jî neda xeyalên me.

 

Bi kurt û Kurmancî, ji ber ku mamo hew xeyalan dibîne û di xeyalên wî de tenê serokatîya Iraqê hebû û heye, bawere ku temamê Kurdan wek wî difikirin û wê dev ji xeyala Kurdistanek serbixwe û yekgirtî berdin.

 

Lê mamo can, kaka, gelo serokkomarîya cenabê te ne xeyalek bû? Ew xeyal nebû rastî ruhekem?

 

Bo moral û xeyalên Kurdekan têk dibî kakaciyan?  

 

 

 

 

Ehmedê me namûsa meclîsa Tirkan kir pênc pere

 

Av.E.Dîlan- 27/02/09-Enqere- Bav û kalên me çi gotine? Gotine:“Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane“. Ango, ger zora te, zêrên te, tifingên te tunebin, serketin zor û zehmet e.

 

Serokê DTP Ehmedê mala Sînan Axa yanî Ahmet Turk, di meclîsa Tirko de manevrayek siyasî kir û bi Kurdî axivî. Helbet ev lotik lotikek ji bo pêþhazirîya hilbijartinên 29ê Adarê bû. Yan na, çima heta niha Kurdî nedihat bîra wî û di meclîsê de nediaxivî? Yanî, Kasimpaþalî Receb,TRT6 vekir, sempatî û dilgermîya Kurdan qezenc kir û heta bi ciyekî kozik li DTP teng kir. Ê helbet wê Ehmedê me jî rabe di meclîsa Tirkiyê de lotikek „DAVOS“ kî bavêje, partîya xwe têxe rojevê û dîsa bala Kurdên ku di „erê-nayê“ de bûn bikþîne ser partîya xwe. Ev siyaset e,geh reþ e, geh spî ye. Lê xwedê heye, lotika Ehmedê me tirr ji Tirkan berda haaaaaa, hem jî ji tirrên devê xerabtir…

 

Axir, çi dibe bila bibe, Ehmedê me qenc û xweþ kir. Xwezî her hefte di meclîsê de lotikek Kurdewarî bavêta. Lê bawer nakim. Derbê ciyê xwe girt û ew ji wan re bes û zêdeye jî.

 

Mesela min li ser daxuyanî û helwesta Serekerkanîya Artêþa Tirkiyê bû.

 

Serokê Ragihandina Çapemenîya Artêþê Tûggeneral Metîn Gurak, di bersivên pirsên rojnamevanan de sinyalên kesk dan ku dewlet dikare gavên kulturî bavêje. Metîn Gurak, di bersivên xwe de dibê“ :“Bi þertê ku zirarê nede dewleta unîter û yekîtîya netewî, dewlet dikare di warê kulturî de hinek gavan bavêje”.

 

Ev çiye hûn zanin gelî xwendevanan? Ev berhema “:“Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane“ ye ellawekîl.

 

Heger Kurdan di van sîh salên dawîyê de bi zora xwe, bi zêrên xwe, bi tifingên xwe zor nedabûna dewleta Tirk, wê îro Serekerkanîya Artêþa Dewletê jî piþtgirîya gavên kulturî nekiriba. Ma kes þîr dide zarokên ku nagrîn? Na. Heta meriv negrî û li ber xwe nede, kes þîr naxe devê me û dengê giriyê me nayê bihîztin wesselam. (Di avêtina van lotikên dewletê de divê em keda gerîllayên PKK ji bîr nekin. Em ji PKK û DTP hez bikin yan nekin tiþtekî din e, lê bi sê telaqên jinberdanê ev berhema berxwedana wan þehîdan e qerdeþim. Erê keda her Kurdekî di vê de heye, lê keda cîgerim PKK zêdetir e haaaa, xwedê heye).

 

Welhasil, hinek alî lotika Ehmedê me wek „provokasyon“ bi nav dikin.

 

Ê baþe qerdeþim, ma hûn wek îmana xwe nizanin ku sayin sermezin Erdogan TRT6 ji bo qezenckirina hilbijartinên 29ê Adarê û bidestxistina deng û rayên Kurdan vekir? Belê. Ma TRT6 qanûnî vebû, di qanûnên dewletê de hatiye pesendkirin? Na. Ma hê li gellek deveran axavtina zimanê Kurdî, bikaranîna tîpên Kurdî ne qedexe ne? Belê. Ê baþe qerdeþim, ev ne qorsanî û provokasyon be naxwe çiye? Ma qorsanî û provokasyon ji Erdogan re adet lê ji DTP re qebhet e? Na. Naxwe?

 

Neyse lo offffffff, dîsa min pir dirêj kir û serê we êþand.

 

Endamên çeteya Ergenekonê bi sedan provokasyon lidarxistin ji bo ku bên ser hikum û dewletê têxin destê xwe. Ma go Ehmedê me salê carekê di meclîsê de lotikek provokasyonî avêtibe pir e law!?

 

 

 

 

Yek pesnê Misto dide, yek dibe Zîya Gokalp, û em Kurd jî benîþtê xwe dicûn.

 

Av.E.Dîlan- 22/11/08-Enqere- Bilasebeb Lotikxane nabêje „Em Kurd milletekî ecêb in“. Ne þorba nîskê ji me çêdibe û ne jî mehîr. Ji xwe doner kebab û goþtê birajtî qet çênabe. Çênabe ji ber ku sersarî, xemsarî û bêxîretîya me zora me biriye û ketiye nav xwîna me. Evê xwînê jî goþtê laþê me pûç kiriye û hew hevdû digre. Ji ber vê jî, goþtê hevdunegirtî û pûç nayê birajtin û ji hevde dikeve.

 

Welhasil, em dev ji þorba nîskê, mehîr û qoþtê birajtî berdin û girêzê bi devê we nexin.

Mesela me li ser serokê Kurdên sererd û binerd sayin Baþqan Ocalan û birêz Îsmaîl Beþîkçî bû.

 

Sosyolog Îsmaîl Beþîkçîyê ku jiyana xwe di ber doza milletê Kurd de da, bi salan di zindanên dewleta zalim a Tirk de ma, bi dehan pirtûk li ser Kurdan nivîsandin û dîsa jî ji dîtin û helwesta xwe mefer û tawîz neda dewletê, bû darkê ber diranê baþqan Ocalan û wek „Zîya Gokalpê Kurdan“ hat binavkirin. Çima? Çima ku birêz Beþîkçî rexne li helwesta Ocalan girtibû û doza paraztina dewleta Kurdî lê kiribû.

 

Gerçî kekê me Beþîkçî di doza paraztina dewleta Kurdî de neheqîyê li cîgerim Ocalan dike. Çima? Ji ber ku Ocalan bi dehan car gotiye û nivîsandiye ku, „Di min de eþq û evîna Kurdayetîyê nîne. Ji ber ku ez sosyalîst im min dest bi vê dozê kiriye“. Yanî, Ocalan bi eþkereyî û ne niha jî, ta berî bi deh salan jî digot ku evîna Kurdayetîyê bi wî re tune û îro jî heman tiþtî dibêje. Ji ber vê tunebûna evîna Kurdayetîyê jî Ocalan dewleta Kurdî naxwaze, ji her mexlûqatî re dewletbûnê rewa dibîne lê ku dor tê Kurdan dibêje: “Naaaaaaaaaaaaaaa,haþa haþa, nabe! Dewletbûn ne çare ye qerdeþim, dewletçîk xizmeta Amerîka û emperyalîzmê ye“ filan û xeftan. Lê dengê xwe ji hebûna dewleta Tirk, Faris û Ereban re nake û di bin simbêlan re dibeþhiþe.

 

Welhasil, ji ber vê jî Îsmaîl Beþîkçî ji min û we zêdetir zane, ji min û we zêdetir Ocalan dinase ku evîna Kurdayetîyê bi baþqanê me Ocalan re nîne û tew xwestina dewletek Kurdî jê re weke ku „Qantir bizê“.  Ji ber vê jî, cîgerim Îsmaîl Beþîkçî neheqe ku doza paraztina dewleta Kurdî li Ocalan dike. Ma kesê ku eþqa Kurdayetîyê di dilê wî de tunebe kare dewleta Kurdî bixwaze? Na!

 

Axir, serokê Kurdên sererd û binerd sayin baþqan Ocalan rabû lotikek li Îsmaîl Beþîkçî xist, tirr jê berda û ew kir „Zîya Gokalpê Kurdan“. Lê birastî meriv meraq dike, nivîsa Beþîkçî tenê di malperên Înternetê de hatibû weþandin, ev baþqan li ku û çawa xwend? Li ku ket înternetê? Hem dibêje rojnama nadin min, hem dibêje radyoya min xerabe ye û hem jî tiþtekî ku pê nahise namîne. Gelo ev ne nîþanên keramet û ewlîyabûnê bin yaw! Na na, sedî sed cin û pîrebok di girava Îmralîyê de hene û ayet bi ayet ji sayin baþqan re dadixin canim wî, tabî canim!

 

Neyse,

 

Erê cîgerim Îsmaîl Beþîkçî kiriye Zîya Gokalp, lê di heman hevdîtina parêzerên xwe de dîsa pesnê kerxanecî Misto daye û dibêje ku „Mistefa Kemal jî demokratîk cimhûrîyet diparazt“ filan û fîstan. Yanî, tu dibê qey her hefte behsa Mistoyê hewlomewlo neke nabe. Yaw babam, carekê jî pesnê Þêx Seîd bide, ê Seîz Riza bide, ê Ihsan Nûrî Paþa bide, ê Simko bide, ê Þêx Mehmûdê Berzencî, ê Ehmedê Xanê, ê Mistefa Barzanî bide, ê Mazlûm Dogan û M.Hayrî Dûrmûþ bide, ê Lotikxanê bide, ma hema hemi tiþt ketiye qûna Sarioglanê Selanîkî qerdeþim, wey!

 

Na na,  sedî sed baþqan dixwaze kerxanecî Misto bi Kurdan bide nasbikin, ji ber wê ew behsa wî dike bi dîn û îman. Yan na çima her hefte Misto û hey Misto babam, waweylê!

 

Axir, di hevdîtina dawîn de sayin baþqan tiþtê ku herî xweþ û rast gotiye çiye hûn zanin gelî xwendevanan? Gotiye: “Ez jî temsîla Kurdan nakim, Barzanî jî nake, Talabanî jî nake. Ne Apo, ne Barzanî, ne Talabanî, kes nikare temsîla gelê Kurd bike. Kurd xwe bi xwe temsîla xwe dikin“ filan û bêvan.   

 

Bi telaq ev lotikek xweþ bû, tam gotinek ji ayeta Qurana pîroz e bû. Xilafî di vê gotinê de tuneye dînime îmanime.

 

 Îcar sayin hevallerimiz, va baþqan dibêje ku ew temsîla me Kurdan nake û nikare bike jî qerdeþim. Ji ber vê sedemê, ji bo ku Kurd bê temsîl nemînin, ez wek nûnerê Lotikxanê ê Enqerê amade me bibim temsîlkarê Kurdên bakur ellawekîl.

 

Ji bo vê fedekarîya min jî, ez hêvî ji we dikim ku hûn 3 milyon îmze bidin hev û bêjin „Ji îro û pêde Avûkat Ezîz Dîlan îrada me ye. Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Ezîzê ber dilê me“ û wan îmzeyan biþînin Parlamentoya Ewrûpayê.

 

Ê de haydê cîgerlerim, serketin ji we re dixwazim û îmzeya yekem ji min……

 

Haaaaaa, berî ez ji bîr bikim, di vê navberê de baþqan rojeva çalakîyên rojên pêþ jî nîþan da: „Yine geçen gün odamý darmadaðýn ettiler. Bütün evraklarýmý, mektuplarýmý daðýttýlar. Mektuplarýmý baðlayacak bir ip bile býrakmadýlar, parçaladýlar. Bu daðýnýklýðý düzeltene kadar ayakta kalacak halim kalmadý“.

 

De haydê jin û zarokno, vê carê jî jibo ewraqên baþqan derkevin kolanan, de qurban de!

 

 

Ne Baþûristan, ne Bakuristan, bijî Kurdistan!

Av.E.Dîlan- 18/11/08-Enqere- Berî niha wezîrê herêmên derveyî Kurdistanê Mihemed Ihsan beg li Kerbelayê gotibû:“Em Erebên Kerbelayê ji Kurmancên bakur zêdetir nêzîktirî xwe dibînin“ û xwelî li serê me kiribû. Piþtî me henekê xwe bi vê helwesta Mihemed Ihsan beg kir, îcar me dît ku tew Ehmedê Mala Sînan Axa ji wî xerabtir xwelî li serê me û bavê me kir û lotikek paþpaþkî avêt.

   Serokê partîya Tirkiyê DTP Ehmed Tirk, di hevpeyvîna xwe a bi rojnameyên dewleta virqo re lotikên Tirkewarî avêtin û kumê Xelo li serê Celo kir.

Ehmed axayê ku qet ji paþnavê xwe þerm nake û tew pê dilxweþ dibe, gotiye:“Tu pirsgirêka me bi ala Tirkiyê re nîne. Tu daxwazek me bi yekîtîya birayên me yên baþûr re nîne (em naxwazin bi wan re bibin yek). Em aîdî Tirkiyê ne, em mirovên vî welatî ne, dixwazin li vir bijîn û em xwe zêdetir nêzîkî Tirkiyê û Tirkan dibînin“. 

Pekkkkkk law, ev çi þorba nîskê ye cîgerim?

Ê qerdeþim, Erdogan û Kerdogan jî dibêjin „Tek millet, tek vatan û tek bayrak“ babam, wîî! Naxwe ferqa we ji hev çiye û çima hûn xwelîya vêqa dinyayê li serê jin û zarokên me dikin axam? Madem hûn Tirkan zêdetir nêzîkî xwe dibînin û dixwazin kurtanê wan li xwe kin, hema navê partîya xwe jî bikin „Partîya Paraztina Yekîtîya Tirkiyê“ û xelas!

Hella hellaaaaa ya siphan ellaa!

Baþûrî dibêjin „Bijî Baþûristan“ û Ehmedê Mala Sînan Axa jî dibêje „Bijî Bakuristan“.

Hema bi sê telaqan ez jî dibêjim:“Ne Baþûristan, ne Bakuristan, bijî KURDISTAN!!!!!!!!!“