Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Tirk navê xwe li xelkê dikin, wey tirrrrrrrrrr!

 

Ehmed Kurdî-26/10/07-Mersîn- Dewleta Virqo êdî eþkere û rasterast Serok Barzanî kiriye hedefa xwe.  Ji xwe sedema xwestina dagîrkirina Kurdistanê, yek jê tunekirina malbata Barzanî ye. Duyem firehkirina sînorê Mîsakî Millî ye ku dixwazin Kerkûkê jî têxin nav wî sînorî û bibin þirîkên baþûr. Sêyem jî dixwazin bi kevirekî du çûkan bikujin, Kurdan bera hev din û wan bikin dijminên hev.

 

Lê ji hertiþtî zêdetir, kelemê ku ketiye çavê wan û ji çavê wan dernakeve, Mesûd Barzanî ye. Îcar jibo vê jî, çi ji destê wan tê dikin. Herçiqasî zirt û fortên xwe dikin jî, lê xuyaye ew qûn bi wan re tuneye ku wêribin têkevin baþûr û hayella destê xwe bihejînin. Îcar çi dikin? Dixwazin ambargoya aborî deynin ser Kurdên baþûr û qaþo wan di wir de tî û birçî bihêlin. Lê gava bibînin go ew jî fêde nake û wê Iraq petrola Kerkûkê ji ser wan bibirre, îcar dest bi antîpropaganda Barzanî dikin û bêbextîyên Tirkane dixin stuyê wî da ku wî di çavê awira gelemperî de piçûk bikin.

 

Werhasil, ev Tirk in. Ma bext bi kesên dolheram û zarokên kuçe û kolanan re heye? Naaa!

Îcar jî zorî dane antîpropaganda Barzanî û dixwazin wî wek serokê qaçaxçîya derxin pêþ. Dolheramên çapemenîya Tirkên qûnek, þûjina di çavln rayedarên xwe de nabînin  lê derzîya di çavê Barzanî de dibînin û dixwazin navê xwe li wî bikin.

Mesele çiye? Xwedêgiravî çend þîrketên li bajarê Mersînê

*Golden Universal
* Feder Dýþ Ticaret
* Dolphin Dýþ Ticaret
* Sunset Adviser
* Teknotaþ)

ji Barzanî re dixebitin û malên qaçax jê re dikþînin Kurdistanê. Xuyaye bêbavan bi vê mahneyê van þîrketên ku piranî di destê Kurdan de ye, ji holê rakin û bi nanê wan bilîzin. Werhasilî kelam, aþ çûye lê xuyayeTirk ketine dû çeqreqê.

 Ûlan oxlim, êdî hasil gihaye Mûsilê, Mesûd Barzanî di dilê her Kurdî de bûye qehreman. Ma hûn karin bi bêbextîyan wî ji dilê Kurdan derêxin ewlatlarim! De yurruuuuuuuuuuuuuuuu!