Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

     Malpera Nefelê mizgîniyek xêrê da Kurda. Li gor nûçeya Nefelê, Parêzer û Siyasetmedarê Kurd A.Z.Okçûoglû dev ji siyasetê berdaye û ji îro û pêde li Kurdistanê bibe şivanê pez. Li gor ragihandina peyamnêrê Lotikxanê ê Hewlêrê Evdokê Kinik, Okçûoglû ji ber ku xêr di Kurdên bakur de nedîtibû berê xwe dabû nav Kurdên Ewrûpayê da ku wan bîne ser riya heqiyê. gava dît ku tu xêr ji Kurdên Ewrûpayê dernakeve, îcar biryar daye ku wek Îsa Mesîh bi şivantiyê dest bi belavkirina bawermendiya xwe bike û Kurda ji riya gunehkariyê vegerîne. Wekî din gotin ku Saddam Hisên di Kurdistanê de şivan nehiştibûn û niha perayekî baş di şivantiya pez de heye. Xuyaye li Zanîngehên Kurdistanê beşên pisporiya şivantiyê vekirin. Gelo birêz Okçûoglû dixwaze ji niha de Doktora xwe li ser beşî çêke, Hûn çi difikirin?  Ew wek Lotikxane serketina birêz Okçûoglû dixwazin.