|
Ekrem Tehlo
Rûxandin
Vê
rojê çi bihîvêsim
Çi tevnê ji fedîkariya xwe re
Birêsim
Û berfa çavên te
Zozanên destê min
Xemilandiye,
Firiþteyên helbestê
Li bejna lawaz dihêwirin
Û bayê porê te ewrê
Sawêran þerpeze dike,
Divêm ristekê bo te
Bihûnim
Lê keriyê evîna te
Delavê dil ziwa kiriye,
Kesera te...
Wek ava bi xuþ-xuþ
Diherike guhê min,
Çawa xêzan bikêþim
Û tereza rondikên te
Zeviya gotinê
Talan dike,
Erê binefþê
Xewna wek efsana
Hêviya ser piþta
Leylanê
Ji tenaziyên te cis bûme
Nema dikarim gazinan
Hembêz bikim,
Tu jî lêbûrînan bin pê bike
Kanî ziwa bûn
Deþt û dol zer bûne
Û pêlên westanê
Li peravên rûxandî
Min bi ich dikin.
18/05/2008
Evîna
te
Evîna
te
Deryayek bê perave
Pêlên wê
Ji xwîna bav û kala
Qeyikên wê
Cendekên keç û xorta
Masiyên wê
Zarokên bê guneh.
Pesnê te
Pênûs bi ser
Bêzariya xwe de
Giriya,
Neçarî
Li þaxên destê min
Aliya,
Ji tirsa þermezarî
Zimanê min negeriya.
13/05/2008
Dilê min
Dilêmin
perperîkek
Rengîn bû,
Ji xemla keskesorê
Gava li zeviyên te
danî
Baskênxwe wenda kirin,
Dilêmin......
Darek kesk bû
Ji çûk û tilûran re
melevanî dikir,
Piþtî tav û birûskên te
Bû komek êzing,
Dilêmin rêwiyek bû
Dema li baregeyên te
Vehesî,
Rêbir û keleþan
Ew kuþtin
Û bû tirbek bê kêl
Dilêmin....
Kanî dilê min.
Dilber
Roj ji rojê tê
Gurandin,
Wek çemekî diherikin
Sal û dem
Bê ragirtin,
Her ku payîza temen
Pêþde tê
Bîranîn ji bîrdibin,
Tê guhertin
Tîpa min,
Diçelmisin xewn û hêvî
Tenê daholên dil
Geþ dibin,
Tenê dilê min......
Wek pilingekî nûjen
Di daristana evînate de
Nêçîrê dike
Dilê min.
05/05/2008
|
|