Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Zalim qûna zaliman dalêsin

Ehmed Beyan-22/01/08-Enqere- Roj namîne ku rayedarên Tirkiyê neheqî û zilmê li Kurdan nakin û bi navê îslamê Kurdên misilman dikujin. Tirkên ku Kurdên reben wek dijmin dibînin û serokên wan wek “serokeþîr” bi nav dikin û wan dawetî welatê xwe nakin, radibin zalimên wek Serokê Dewleta Sûdanê Omer El-Beþîr dawetî Tirkiyê dikin û bêbavîya xwe eþkere dikin.

Omer El-Beþîr sûcdar û tawanbarê kujtina 350 hezar kes e û berpirsê qetlîama Darfûrê ye. Lê ji Tirkên ku qaþo bi navê demokrasî û mafê mirovan insanetîyê dixapînin re qetlîam û komkujî ne xem e. Çawa ku wan di 1915an de fermana Ermenîyan rakir û bi sedhezaran Kurd kujtin, îro jî bi navê dînê îslamê dibin þirîkê Omer El-Beþîrê zalim.

Werhasil, hikûmeta AKP û Kasimpaþali Reco bi navê dînê îslamê her bêbavî û zinêkarîyê dike, lê gava mesele tê ser pirsgirêka Kurd kerr û lal dibin, kor dibin û dîsa xwe di bin perda “bratîya îslamê” de vediþêrin, lotik û zîtirkan li Kurdan dixin.

Ez serê we neêþînim, em Kurd jî ne kêmî qûnekê Recebo û Evdila efendî ne. Ma heger em ji wan ne pîstir bûna, me 75 wekîlên xwe dixistin nav partîya wî û ew diþandin meclîsa zinêkaran? Na yabooooooo!