Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

                                              

DAXUYANÝYA HEVBEÞ  

 

Ev bûyerên elîm yên van rojên dawiyê pêktên ku me jî pir xemgîn dikin; gelê me jî anîye xaleyanê. Lehiyên hisî yên ku ji kîn û nefret û întiqamê dertên, adeta bûye dînîtîyek civakî. Di rewþên weha de bi eqlêselîm tevger kirin û li hember lehiya hisî rawestin gelek zahmet e. Lêbelê heke pêþiya wê neyê girtin; ev dînîtîyên civakî, dikarin bibin sebeba felaketên mezin û encamên qet neyên xwestin derxin meydanê. Roj ne ew roj e ku mirov bikeve ber lehiya hisîyatê û wê bûþtir bike. Roja bi eqlêselîm tevger kirinê ye.

Biryara TBMM’ê (Meclisa Netewiya Turkîye) ku desthelatiya li derveyî tixuban operasyon kirinê dide hukûmetê, bi hêceta pêþîya êrîþên çekdarî yên PKK’ê rawestandinê ve girêdayî ye. Heke operasyona derveyê tixub, di derveyê vê armanc û hêcetê de, bê bikaranîn wê meþrûîyeta xwe winda bike.

Li gorî dengên ji doralên þoven yên nijadperest ku rayedar û nerayedar derdikevin, divê armanca operasyona derveyê tixub, ji PKK’ê bêhtir, berê xwe bide “Gerînendîya Federe ya Herêma Kurdistanê”. Hê jî wêdetir; gerek bi hêceta herêma asayîþê, erd jî bête vegirtin. Operasyonek bi vî awayî; dê bi PKK’ê tenê nemîne, rasterast dê li hemberê heyîna Kurdên Ýraqê be. Di heman demê de, dê li hember Dewleta Ýraqê û li hember DYA (Dewletên Yekbûyîyên Amerîka) be ku li Ýraqê serdest e. Operasyonek bi vî awayî, dê bibe macerayek bêbinî û nediyar e ku wê dawiya wê bigihe ku derê.

Tevgerek ku rasterast heyîna Kurdan bike armanc, dê di parastina yekpareyîya Turkîye de birînên kûr yên bêderman veke. Ji her tiþtî bêhtir Turkîye muhtacê parastina yekpareyîya xwe ye. Ev jî bi geþkirina rayên nijadperestî yên êrîþkar nayê parastin.

Kesên ne tu tiþt, yên tu hisên desthelatdariyê hilnedayîn, dikarin li pey berjewendiyên rojane ku ji vê lehîya hisî qezenc bikin bibezin. Lêbelê; yên dahatuyê difikirin û hisên berpirsiyariyê hildigirin, nikarin bi nixafê herin agir. Di vê babetê de gelek bar dikeve ser milên çapemenîyê jî.

Erka bi basîret û bi eqlêselîm tevger kirinê ji berî her jesan dikeve ser hukûmetê ku biryara operasyonê dê ew bide û TSK (Hêzên  Çekdar yên Turkîye)  ku dê vê biryarê bîne cih. Lewre; fatûreya encamên menfî ewil dê ji van her du sazîyan re bê birîn.

Em yên ku þidetê red dikin û me awayên aþîtî yên demokratîk kirine rêberê xwe, bang dikin PKK’ê ku bila çekan dane.

Ji bo pêkanîna aþîtîyek midomî, asayîþ û aramîyê lazim e; dewlet dest ji siyaseta xwe ya înkar kirina Kurdan berde,, mafên meþrû û mafdar yên Kurdan bi cih bîne û sîyasetek nû dane ber xwe. Di vî warî de gavên berçav bavêje. Dewlet bi kîn û întiqamê tevger nakin. Ji bo dahatuyek çêtir dixebitin. Di binê rewþên menfî ku em jê aciz dibin û gilîyan dikîn tevan de bêçareser mayîna pirsgirêka Kurdan radize. Çareseriyek adil û meqûl ji pirsgirêka Kurdan re bê pêkanîn, dê bike ku welatiyên Kumara Turkîye di aramî, asayîþ û xweþîyek midomî de bi hev re bijîn.

Em bang her kesan dikin ku di vê rewþa asteng de bi eqlêselîm tevbigerin.

 

       Þerafettin ELÇÝ                                                   Sertaç BUCAK                                             

       Serokê Giþtî yê                                                   Serokê Giþtî yê

            KADEP                                                             HAK-PAR

 Partiya Demokrasiya Beþdar                             Partiya Maf û Azadîyan                             

                                                                                 

                                                                      

 24.10.2007

  Enqere