Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Rêzdar Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Ýraqê û Serokê PDK,

31 Tîrmeh 2009

Bi munasebeta hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistana Ýraqê, bi navê xwe û bi navê Partiya KADEP’ê cenabê Serokê giranbiha bi dil û can pîroz dikim.

Ev serkeftin berhemê jiyaneke paqij û birûmet, qehremanî û demekî dûr û dirêj û bi zor û zehmetî di xizmeta Kurdistanê de bi qehremanî hatî xebitandin e.

Ev serkeftin bareke pir giran datîne ser milê cenabê Serok. Kurdistan di demekî pir zor û zehmet derbasdibe. Kêþeyên netewî yên sereke hê jî çareser nebûne. Gelek kêþeyên navxwe û navbera Herêma Kurdistanê û Hukûmeta Bexda hene. Kurdistan ji bin xeterên dor û berên xwe xilasnebûye. Kurdistan ji demeke pir zor û zehmet derbasdibe. Pêwist e berjewendiyên netewî pêþî hemû berjewendiyên kesayetî û hesabên biçûk bê. Xudayê mezin arîkarê cenabê Serok be.

Hewceyiya Kurdistanê bi demokrasiyek rêk û pêk heye. Hilbijartin bingehek ya demokrasiyê ye. 25’ê Tîrmehê desthilatiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê, ezmûna hilbijartinê serfiraziyek bilind derbaskir. Ev serkeftin ji bo tevê Kurdan rûmet û þanaziyek giring e. Gelê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyek mezin heqkiriye.

Bingehek ya demokrasiyê heyîna muxalefetê ye. Vê hilbijartinê de muxalefetek xurt dikeve Parlamentoya Kurdistanê. Muxalefet erênî karê xwe bike, ev dê li xêra Kurdistanê be. Muxalefetek erênî dibe eyneya desthilatiyê. Desthilatdar kêm û kasên xwe dibînin. Þaþî û xeletî kêm dibin. Lê muxalefetek xerab, dibe sebebê malxirabiyên gelek mezin û xizmeta dijminan dike. Muxalefet û dijminî tiþtên ji hev cuda ne. Ez hêvîdarim muxalefeta Kurdistanê rolek erênî karê xwe bike; muxalefeta xwe li ser neyaretiya hinek kesan an partiyan pêkbîne.

Em bi bîr û bawer în ko bi rêberiya cenabê we yê birûmet gelê Kurdistanê civateke azad, pêþkeftî, dadmend û demokrat avabike.

Careke dî bi navê xwe û bi navê KADEP’ê, cenabê Serok û gelê Kurdistanê pîroz dikim. Riya we ronahî û vekirî be. Xudayê mezin arîkar bê, we ji hemû derd û bela biparêze ê serbêxe.

Silav û rêz ji dil û can.

 Þerafettin Elçi

 Serokê Giþtî yê KADEP’ê

 (Partiya Demokrasiya Beþdar)