Lotikxane |
Elî Efrînî
Ji xelkê re masîyan lê ji xwe re kûsîyan digre |
Law zilamno, hay ji xirrê xwe hebin kaka!
Li vê dinyaya derewîn bûyer û kiryarên ecêb diqewimin. Meselen serpêhatîya Rajînî Naryan yek ji wan bûyera ye.
Li Awistralyayê xanima bi navê Rajînî Naryan, par (sala derbasbûyî) ji hesûdî û dilxerabîya xwe agir bera xirrê mêrê xwe Satish Narayan dabû, bûbû sedema mirina mêrê xwe û þewitandina mala xwe. Hem mêr çû, hem xirr çû û hem jî mal çû. Yanî bi destê xwe mala xwe bir mîratê wesselam.
Van rojan dadgeha wê li dar ket û di dadgehê de Naryan xanimê got:“Ez jinek pir dilxerab im. Min dixwest xirrê mêrê min tenê li ser hesabê min tapokirî be û nede kesek din. Ma go min zanîba ezê bê xirr bimînim, min ev pelûl bi serê xwe û 101 bavê xwe dadikir hakim beg“ û paraztina xwe kir.
Werhasil, dadgehê biryara xwe hiþt sala 2010an.
Îcar ez qurbana çavên we bin gelî xwendevanan, hay ji xwe û jinên hesûd û dilxerab hebin. Rajînî Naryan xirrê mêrê xw þewitand, bela jinên we jî tofanekê neynin serê we ha, eman eman….
09.12.2009- Sydney
Ew jî bû heywanparêz
Xuyaye her ku bi wê de diçe, insanparêz kêm dibin û heywanparêz jî zêde dibin. Rêxistina PETA ya ku dev ji mafê insanan berdaye û daye dû qûna mafê heywanan, her serê demekê lotikvanekê derdixe pêþ û wê bera çolê dide.
Piþtî gellek manken û modelên doxînçiryayî, vê carê jî Danî Lugosî ya agirpêketî xwe ji bo PETA yê berda çolê û xwedêgiravî xwedî li mafê heywanan derket.
Lugosî, dixwaze ku kesek kurkê heywanan li xwe nekin û rêzê ji heywanan re bigrin. Ji ber vê jî, xwe li kolana bajêr þût û rût kir û girêza zilamên bajêr herikand.
Helbet heywan jî can in, mexlûqatên xwedê ne, guneh in. Lê ku meriv rabe dev ji mafê insanan berde û bi milyonan mirovên birçî, tazî û kujtî nebîne û rabe mafê heywanan biparêze, jê re çi tê gotin ez jî nizanim wesselam.
25/11/09- Sydney-
Ji bo deynê xwe xwe berda çolê
Elî Efrînî- 10/11/09- Sydney- Lotikvana Awistralî û stranbêja agirpêketî Kylie Minogue, ji bo ku 150 hezar sterlîn deynê xwe bide, xwe berda çolê û wek mirîþka peritî þût û rût bû.
Ji ber ku pere têra Kylie Minogue nakin û hingî cil û bergên buha dikire, her þev ji bar û dîskotekan dernakeve, radibe 150 hezar deyndar dibe. Îcar ji bo ku deynê xwe bide, radibe derdikeve pêþberî kamerayan û xwe ji kovar û rojnameyên wek Playboy re þût û rût dike.
Werhasil, piþtî me ev sosret bihîst, me emaîlek ji xanimê re þand û got:“Heyla agirê cehnemê bi nav þeqê te ketê, ma 150 hezar çiye? Te serî li Lotikxanê bida meyê 150 hezar sterlîn miftî belaþ bidaya te canim. Ma hewceyî þût û rûtbûnê bû?“ filan û fîstan.
Axir, Kylie Minogue bi þeþ telaqên jinberdanê sûnd xwar ku carek din serî li xezîna Lotikxanê xe û ji kesekî din peran deyn neke.
Ê helbet xezîna Lotikxanê jî girêdayî petrola Kerkûkê û butçeya hikûmeta Kurdistanê ye. Heger hikûmeta Kurdistanê bi xêra dê û bavê xwe çend qirûþan têxe xurcik û xezîna Lotikxanê, emê jî karibin xêrekê bi xelkê bikin û derdê wan çareser bikin wesselam…