|
Ji
ber giringîya naveroka nivîsê,me ev nivîs bê destûr ji malpera
Rizgarî
dizîye
Kurdî di nav 88 zimanên her girîng da 31mîn e
Elî
Belxkanlû/
Tehran - Ziman sinaþe û nasnama her gelî ye. Kurdî jî yek ji zimanên
herî dewlemend di gerdûnê da ye.Yek ji sebebên ku dewletên dagîrker nahêlin
zimanê me bi awayekî fermî bê xwendin ev e ku ewan hay ji vê rastîyê heye û
zimanên xwe hember yê me biçûktir dibînin, hewl didin rîya peþketina kurdî
bigirin.
Bi nêrîneka kurt li ser zimanên tirkî û farisî mirov dibîne ku ev ziman pirr
pirr ji weþeyên biyanî ne, ev yek jî nîþan dide ewan qels û hejar in, divê
weþeyan deyn bigirin.
Lê berpirsyarên dewletên dagîrker vê rastîyê vediþêrin û bi propaqanda û
pereyên gelek hewl didin zimanên xwe xurt bikin, li gerdunê bidin nasandin.
Lê em çima li ser zimanê xwe naxebitin ?
Em çima zû zû bi zimanê dagîrkeran dinivîsin?
Gelo we heya niha dîtîye tirk , faris û ereb bi hev û du ra kurdî biaxifin
yan nivîsaren xwe bi kurdî binivîsin?
Ez ku bawer nakim. Lê gelek kurd vê yekê dikin. Ji bo van kurdan dîsan jî
dereng nîne li zimanê xwe xwedî derkevin.
Govara firensî ya Le Français Dans Le Monde (hejmara 355, janv. fev
.sala 2008), di nivîsarekê da lêkolînek li ser derecebendîya 88 zimanên her
girîng yê gerdûnê weþandîye ku zimanê kurdî jî di nav wan da cih girtîye.
Lê xala balkêþ ev e ku zimanên tirkî, farisî u erebî heya niha bi salan bi
çalakîyên fermî yên dewletên xwe gihîþtine vê radeyê û kurdî jî bi belengazî
û tenê bûnê li hember wan sekinîye.
Yanê akî (eger ) ew xebatên bo van zimanan hatîye kirin bo kurdî bihata
kirin, zimanê me yê di radeyeka herî bilindtir da bisekinîya.
Dîsan jî kurdî ji wan xurttir maye
Derceyên ku ev 88 ziman li gorî wan hatine nasîn
- Hejmara kesên ku bi wî zimanî diaxifin.
- Bûna wî zimanî li ser întêrnêtê.
- Hejmara dewletên ku ew ziman tê da fermî ye.
- Hejmara wergeranên ji wî û bi wî zimanî.
- Çêbûna fîlm , pirtûk , muzîk , xelatên wêjeyî yên Nobel bo berhemên wî
zimanî
- Hebûna nermefzarên ( software ) metn û yên rastnivîsinê bi wî zimanî
Zêdebûna hejmara gelê ku bi wî zimanî diaxifin û hwd
Di vê dereceyê da Kurdî refa 31ê, Tirkî 26an, Erebî 7an, Farisî 40an û Azerî
jî ya 47an da cih girtine .( Azerîyên Îranê ku ji tirkan bêtir dijminê
kurdan in, wek Komara Azerbaycanê ku kurdên wir helandin, xwe tirk dizanin
lê zimanên hev û du tênagihên ).
Elî Belxkanlû (xwendevanê zimanê Firensî (MA)
Zanîngeha Têhranê
www.Rizgari.com
http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=13532 |
|