Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Çîroka Rustemê Zal
Elîyê Xemxur-09/11/07-
Silav û rêz jibo we birevebirên Lotikxanê.
Gava min çîroka Eysana Elî ya ku têde gotibu ku jiber malpera we ew birçiî mabû
min xwend, çîrokek Kurdan hat bîra min ku ez dixwazim bi we û
xwendevanên Lotikxanê re par vekim.
Dibêjin gundiyek hebû rabû ji mal derket û berê xwe da gundekî din çû mazûbaniya
dostê xwe. Çû ba dostê xwe û rûniþtin ketin suhbetê, behsa demên berê û
xortaniya xwe kirin.
Bermalîya malê jî þîvek xweþ jibo wan amade kir, þîva xwe xwarin û dîsan suhbeta
xwe dewam kirin heta ku li wan bû derengê þevê.
Mêhvan xwest bice malê lê mazûban nehiþt û rica kir ku wê þevê li ba wan razê,
mêvan qebûl kir û sipasiya wan kir, û ji wan pirsî ger dixwazin kare ji wan re
çîroka Rustemê Zal bêje. Wan jî sipasiya xwe kirin û mêhvan dest bi çîroka xwe
kir.
Mêhvan çîrok got û got heta ku li wan bû destê sibê.
Xwedîyê malê gelek westiya bû, lê nedixwest dilê mêhvanê xwe bihêle, lê belê
bermaliya malê gelek kêfxweþ bû û bi meraq li çîrokê guhdar dikir.
Hindik mabû mêhvan çîroka xwe temam bike, bermaliya malê berê xwe da wî û gotê:
Keko ma te got Rustem li filan derê çi kirbûûûû??? Hema mêhvan destpêkir
ku ji nuh ve çîrokê bêje, lê belê di cih de xwedîyê malê rabû jinê û ji qehra
xwe gotê: Hela tu rabe ava þorbê bide ser berîya ku ez kîrê koko di qûna dê û
bavê te kim, heta ku em jî rabin nimêja xwe bikin.
Icar keko welleh Lotikxane her þev dibe mêhvanê mala min û heta ku ez nexwînim
xew nakeve cavê min û hûn sax!