<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gelo kî malê xwe emanetî kê dike?

Ehmed Beyan- 24/06/08-Enqere- Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesek ji we malê xwe emanetî kesekî ku hûn jê heznekin dike? Yan dijminek dixwaze malê xwe, dezgehên xwe emanetî dijminê xwe bike? Na ne? Îcar hinek ji malperên me rabûne ser tapanan û dibêjin:”Hayhooo, hayhoooo, TRTê Kurdî emanetî ajanên wek Sînan Îlhanê Ruhayî û Umît Firat kir hewarêêêêê!” û pirça serê xwe hildikin.

   Yaw qardaþim, ma hûn û dezgehên xwe rojname yan televizyonên xwe emanetî yekî PSK î, yekî KUK î, yekî KDP î dikin? Yan hûn yekî ji van siyasetên din dikin midûrê televizyonên xwe? Herama xwedê be! Çawa hûn yekî ne ji xwe nakin midûrê rojname yan televizyonên xwe, helbet wê dewleta virqo jî TRT beþê Kurdî teslîmî zilamên xwe bike qardaþim! Ma qebhete yan qiyamet radibe? Na lo, dewleta virqo ewqasî ehmeqe ku rabe di televizyona xwe de cîh bide we û beþê Kurdî radestî we bike newlo, wey mala minê! Herkes dezgehên xwe radestî zilamên xwe dike cîgerlerimmmmm!

Îcar hûn ji wan re dibêjin ajan, dibêjin bergîl, dibêjin þeytanqûnî, serê me pê naêþe. Lê ji kerema xwe berî hûn derzîya çavê xelkê bibînin, bi þûjina çavê xwe mijûl bibin sayin gurçik û kezeblerim!

Haaaaa, yaw birastî çima dewletê beþê Kurdî teslîmî yekî Mêrdînî yan Diyarbekrî nekir lê teslîmî ajan Sînan Îlhanê Ruhayî kir? Gelo kerametek di vê de tunebe canîkom? Ya siphan ellaaaaaa!