<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji xelkê re hêkan dike lê ji Kurdan re zelqan dike

Ehmed Beyan- 17/06/08-Enqere- Ezê bi meselakê dest bi lotika xwe bikim qardaþim. Dibêjin rojekê keçek zewicîye, dev ji malbata xwe berdaye, daye dû zilamê xwe û çûye gundê wî. Wext derbas bûye, bi salan neçûye gundê mala bavê xwe.

 

Rojekê zilamek ji gundê mala bavê wê tê gundê jinikê û dibe mêvanê wan. Kêfa jinikê pir tê. Radibe li rewþa gund, li halê dê û bavê xwe dipirse.

 

Mêvan bi kêf dibêje:“Wille malbavanê te baþin, brayê te bûye muxtarê gund û kêf kêfa wî ye“ filan û bêvan. Gava dibê brayê te bûye muxtar, dibe kûre kûra jinikê û dest bi girî dike. Ê mêvan li ber xwe dikeve ûdibêje: Xuþkê, wille û bille min tiþtekî xerab negot bavo, ev tu çima digrî? Jinik li sînga xwe dike û dibê: “Wey li min korê nemayê, ma go zilam di gund de mabûna brayê min dibû muxtar?“

 

Îcar go zilam di nav Kurdên bakur de mabûna, xaltîka me Emîne Ayna dibû seroka partîyek Kurd?

 

Birastî ev kesên wek Emîne Ayna û Aysel Tûglûka Tirk çi ji rebenê Kurdan dixwazin ka hûn nabêjin? Gelo zilam di nav Kurdan de nemabûn ku ew kirin bela serê me, yan em Kurd bêxîretin ku me hefsar xistiye serê xwe?  Ez dibêjim heta em ev ker bin, wê kurtanker jî kurtanên xwe li piþta me girêdin. Yan na?

 

Min hevpeyvîna xaltîka Emîne Ayna a bi Hecî Kardoxî re xwend. Gerçî ji min re ecêb nehat çunkî eynî def û eynî zirne bû, lê xanimê ji dil û kezebê dibêje. Piþtî ku xaltîka me têra xwe behsa Tirkiyê , AKP, PKK dike û aqil dide dewletê, vedigere ser baþûrê Kurdistanê û xincerekê di dilê Kurdan de diçikîne.

 

Emîne xanima ku tozê ji dewleta dagîrkera Tirk diweþîne û wê wek ronîya çavê xwe diparêze, qîmetek bi pênc qirûþan nade dewleta federala baþûrê Kurdistanê û dibêje:“ Ji bo min nasnameya Kurdan girîng e, divê Kurd xwedan nasname bin. Kurd otonom bin, federal bin, çi dibin bila bibibin ne giring e. Divê nasnameyek wan hebe. Naveroka statuyan zêde girîng nîne. Bo nimûne Tirkiye xwedan komar e, lê miletê wê azad nîne, ji ber ku demokrasî tune. Hatina Kurdan û destketiyên wan ya îro pir girîng e, lê demokrasî, maf û azadî jî pir girîng e, divê ev pêþve here. Divê Kurd jiyanek xweþ a bextewer jî bijîn, tenê nasnameya siyasî jî têr nake. Eger nasnameya siyasî, maf û azadî di gel hev hebin wê gavê em dikarin bêjin Kurd azad in. Tiþtê ku xuya dike weha nîne. Bo nimûne heta ku Kurd piþta xwe bi Emerîka ve girê bidin wê çiqasî azad bin. Divê Kurd karibin bi þiyana xwe li ser piyan bisekinin û azad bijîn. Wê demê em dikarin bêjin ku Kurdistan azad e, federasyonek azad e“ filan û jehr û ziqûm.  

 

De îcar werin û serê xwe li teht û dîwaran nexin. Emîne Aynaya ku gotinek tenê jî bi Kurmancî û Zazakî nizane û hestên netewî li cem wê 000000000 in, radibe li dij dewletbûna Kurdistanê derdikeve û qaþo emperyalîzma Emerîkayê naecibîne. Ev çi þorbe ye, çi mejîyê gemarî ye, çi mejîyê çepên Tirko ye! Ev 80 salin Tirk qûna emperyalîzma Emerîkayê dalêsin, û yên wek xaltîka me Ayna jî qaþo li ser navê Kurdan yekîtîya xaka Tirkiyê diparêzin, ji Kurdan re dewletbûnê naxwazin, lê berdevkîya dewleta Kemalîsta Tirk a dagîrker û xulamê emperyalîzmê jî dikin. Îcar bû çi yabo? 

 

Bav û kalên me gotine:“Ji xelkê re hêkan dike lê ji xwe re zelqan dike“.  Îcar qardaþim, bi þeþ telaqan heta rêberên me Tirk û çepên Tirkan bin, me xêr ji xwe nedît. Heta mejî, dil û xwîna Tirkîtîyê ji bedena me dernekeve, emê her xulam û pîkolên dewleta kerxanecî Misto bin û hûn sax!

 

Bajo xaltîka Emîna bajooooooo….

 

Xwedê Tirkên wek te ji serê me Kurdên bêaqil kêm neke rebbî!