Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

LOTIKXANE Û SHOW TV

Sayin Lotikxane  

 

Min roja 3.8.2009, bi saeta Ewrûpayê 18.00 li televizyona SHOW a Tirkleran mêze kir. Saet bû 18.25 min dît got ku „Sedema kujtina wan 44 Kurdên li gundê Kertê dizîya petrola Kurdistanê ye“.

 

Min çend roj berê eynî ev mesele di LOTIKXANEyê de xwendibû. Yaw ma kerametên we hene qerdeþim? Gelo we çawa ev dizî tesbît kiriye? Yan hûn bi cin û pîrebokan re dixebitin? Gelo ev ajanên we yên sererd û binerd çawa ev dizî derxistin holê?

 

Welehîn û bi dîn û îman,  êdî ez dizanim eger LOTIKXANE çi bêje rast e dînime îmanime. Yaw babam, min digot qey Lotikxane hema hayella lotik motikan davêje, lê bi þeþ telaqên jinberdanê çi zara ku hûn davêjin „duþeþ“ tê lo, wîî!

 

Werhasil, ji niha û pêþtir ez xizmetkarê Lotikxanê me, lê dînime îmanime ez êdî newêrim devê xwe li ba jina xwe jî vekim. Tavil Lotikxane pê bihise û sîxurên we di nav malbata me de jî hebin, ma kî zane...

 

Ji Mêrdînê Emoyê Qemer

 

03.08.09