Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

Kitêbeke Enwer Karahan ya nuh ji nav weþanên DOZê derket. Ev kitêba ku ji çel nivîsan pêk tê, bi navê “Ceribandin”ê hatiye bi nav kirin.

 

 

Min dît… Min dît ku bayekî zîz hat û xortaniya me bi xwe re vîz kir. Em kirin mîna çiloyê li sikakên qeþmeran ku li ber xezeba bayê kur ketibe; mîna lema tûtina ku þeqþeqî bûbe û bi ser koka xwe de porxinî be... Bayî her fîkand û em jî bi xwe re hejandin.

 

Me jî halan di hev de hilda, bêyî ku em kumên hevdu bi pênc pereyan bihesibînin. Em bûn leylan û perwane, me bar li hev îþkkir û berî da qiyameyî.

 

Me zilam li ber çavên xwe nedîtin! Me ji sîya xwe re got, ”kiþ” be! Pozê me bilind, lê bi rastî jî nefsa me piçûk bû. Em rojê li paleyî û palûteyekê bûn, ji ber ku em hevalên feqîr û fiqareyan bûn.

 

Min dît… Min dît ku li orta sûkê, bi guleyên qatilên ”qesasnediyar”an re, ew zarokên ku li ber destên me mezin bûbûn bi dev ketin erdê; xortên naþî, nîvtahzî ji paþ bûkên serbixêlî hatin derxistin. Tiliyên destên bihine li paþ wan hatin kindirkirin, seet û hingulîskên zavatiyê jê hatin þêlandin; serê sibehê kumê bixwîn ji serê zavayên sêrokî hatin kiþandin; haware porkurên dayikan bi ser du dilop xwîna pozberanan de bû fermana ku heta bi ber perê ezmanê nedirûtî ve bifûre...

 

Min dît… Lîrandin û fermana li ber deriyê zindanan, def û zirnaya aþiqan, firîna teyrên berateyan û xeþîmiya di pêxîla neyaran; di asoyê xeribiyê de, di bextê evîna nejidil de, di her þeveke xalî de; di qefesên minafiqan de, di rêzên nivîskarên nebextewar de, min dilþikestin dît…