Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Dawet ferikî berbûk hetikî

Ehmed Beyan-07/11/07-Enqere- Dibêjin “Reva pisîkê heta bi dawîya kadînê ye”. Îcar xuyaye reva Serokwezîrê Tirkiyê Recebo jî heta bi Waþîngtonê bû. Mêrik qirik li xwe çirand, kezeb li xwe werimand û tirr di xwe de nehiþtin hingî digot:”Emê têkevin baþûr û emê têkevin baþûr”.

Lê piþtî fêkm kir ew tirr û fisên go dike bêhnek gennî direþîne derûdora xwe û li hesabê hinek alîyan nayê, rabû kumê xwe danî ber xwe û got:”Nabe qardeþim, wille û bille ev îþ bê qîm û riza xalê me Bûþh nabe wîî” û mecbûr ma berê balafira xwe bide Waþîngtonê û li derîyê Qesra Spî xe. Hem jî bi du generalên xwe yên tirtirre haaaaaaa!

Werhasil, ji Kasimpaþalî Recebo weye ku wê xalê me Bûþh destê xwe jêre deyne ser hev û yeka wî neke dudu. Lê xalê me Bûþh hindik û rindik, nermik û germik ew da ber lotikên Emerîkî û kir go rêya ber lingê xwe nebîne. Yanî, ji mesela çewalan xerabtir anî serê wî û generalên wî ellawekîl! Xalê me Bûþh qet guh neda dagîrkirina baþûr û sê çewal xistin serê Erdoxan û generalên wî.

Çewal yek: Wê îstîxbarat zêdetir bibe.

Çewal didu: Wê mekanîzmayek sêalî (Emerîka-Tirkiye-Iraq) bê çêkirin.

Çewal sisê:PKK terorîst e û dijminê hersê dewleta ye.

Îcar Tirk govendê digrin û dibêjin “Me daxwazên xwe dan qebûlkirin” û didin zîtirkan. Ûlan çîçiklerim, ma berê jî PKK wek rêxistinek terorîst ne di deftera Emerîkayê de bû? Ma berê jî mekanîzmayek sêalî nehatibû çêkirin? Êêêêêê? Îcar we çi qû bi ser xist oxlim? De neyse, ez bawerim ev tirr ji Tirkan re nema. Jibo temisandina gelê xwe wê çend bombeyan bi ser Çiyayê Qendîlê de berdin û bêjin “me operasyona xwe kir” û ser meselê bigrin. 

De a bi xêr......