Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Xortanîya wî hat bîra wî
Baþçawîþ Mihê-28/10/07-Bagok- Di vê dema nazik û tevlihev de serokwezîrê Tirkiyê Kasimpaþalî Receb, xortanîya xwe anî bîra xwe û di malpera xwe de wêneyên xwe yên eskerîyê weþandin.
Ji tirreko weye ku Receb Recebê berê ye û ewê bi weþandina van wêneyên xwe çavê xelkê bitirsîne. Lê nizane go hasil di Mûsilê re derketiye û tirr têde bûne fis.
Hinek dibêjin: "Recebê me dixwaze di vê kelkela þerê germ de moralê bide eskerên ku çûne ser sînorê Kurdistanê da ku nebêjin "Gotlak eskerî nekiriye". Hinek jî dibêjin:"Na na, ew dixwaze eskerîyê bi Mehmetçîkan xweþtir bike da ku ji þer nerevin û li Kurdistanê biteqinin" filan û bêvan.
Werhasilî kelam, lê bapîrê min Brahîmê Kurdo behsa eskerîya xwe û Recebo dike, dibêje û dibilîne. Li gora bapîrê min Bro dibêje, Recebo hemþeryê wî ê eskerîyê ye û di eskerîya xwe de tirsonekekî temam bû.
Li ser bextê bapîrê min Bro be, ew dibêje:"Di koma me de kesê ku tilî neavêtibin Recebo tunebûn. Hema kî digihayê derpî jê dikir û tilî lê rast dikir. Ji ber vê jî ew bibû wek qirdik û me ji xwe re pê dilîzt. Lê kê zanîbû ewê rojekê mezin bibe û bibe Kasimpaþalî Receb babaaaaaaaa" û serpêhatîyên xwe anî zimên.
Werhasil ez serê we neêþînim, çîroka bapîrê min Bro û Recebo ev bû. Xuyaye gava erk û hêz dikeve destê yekî, meriv derbasbûna xwe ji bîr dike û dibe þêr. Lê ka go Mehmetçîkên Recebo jî wek wî derpî ji xwe nekin û nebin qirdikên Kurdan baþ e.......