Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Wille û bille wê melkemotê Kurd ruhê we bistîne looo!
Ehmed Beyan-02/11/07-Enqere- Bawer bikin, Tirk bi çavê melkemot (ezraîl) li Serok Barzanî dinerin. Tirsa Barzanî ewqasî ketiye dil û mejîyê wan ku xewnên kabûsî dibînin, ne roj li wan roj e û ne j þev li wan þev. Tirkan bawer dikir ku wê Serok Barzanî jî wek tirsonekên dewleta Sûrîyê bi zirtekê teslîm bibe û ji mêranî bikeve. Lê gava dîtin ku Serok Barzanî wek þêran liberxwe dide û ji gotinên xwe nayê xwarê, îcar Tirk ketin taya mirinê û ev tirr ji wan re nema.
Wan bawer dikir ku bi hema tenq û topên xwe bikþînin ser sînorê Kurdistanê wê Kurd bi xwe de bimîzin. Lê ne tenq û ropên wan û ne jî zirt û fortên qûnekên wan Kurd netirsandin. Îcar gava pê hisiyan ku zirt û fortên wan ji Kurdan re wek “tirr û fisekê” ne, rabûn çare di ambargoya aborî de dîtin. Ji wan weye ku bi danîna ambargoyê wê Kurd ji birçîna bimrin û xwe bavêjin bext û namûsa Tirkan.
Lê tirrekan nizanin go êdî Kurdan xweþîya azadîyê tam kirine û ewê heta bi dawî welatê xwe biparêzin. Ew hîna bi xewn û xeyala dagîrkirina Kibrisê (1974) dijîn. Dibêjin qey wê Kurd jî wek Rûman jihevdeketî û berdîberdayî bin. Lê ji bîr dikin ku yekî wek Saddam piþta Kurdan li erdê nexist.
Werhasil, ambargo mambargo nizanim, lê ez zanim ku heta PDK û malbata Barzanî sax bin, wê ala rengîn li ezmanê Kurdistanê pêl bide û hew! De ka emê li bendî 5ê mehê bin û binerin bê mamê Georg Bûþh çi çîrokan ji Recebo re dibêje. Mêrik îcar wê generalan jî bi xwe re bibe Waþîngtonê û qaþo çavê Bûþh bitirsîne.
Ê ewladim, tu Kasimpaþalî Receb, mêrê Emîne xanima Sêrtî, ka zilamtîya te lan!?