Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Here kuro here, çawa be xîret bi me re nemaye!

Ehmed Beyan- 02/03/08-Enqere- Serokwezîr Erdogan ruyê xwe eþkere kir ku ew dîn dijminê milletê Kurd û doza wî ye. Her çiqasî êrîþa baþûrê Kurdistanê tirr ji dewleta Tirk û artêþa wê berdabe jî, lê dîsa jî niyeta Erdogan ne þerîf e. Mêrik ji eskerekî zêdetir serhiþk e û lotikên bergîlkî li Kurdan dixe.

 

Werhasil, dibêjin wê sermezinê me di meha Adarê de sefera Kurdistanê bike û prestîja ku di vî þerê qirêj de winda kiriye, dîsa kom bike. Tabî canim, çawa be Kurd ehmeqên berê ne, tu serê wan li dîwaran jî xe ewê dîsa bi dînê îslamê bên xapandin û pêþwazîya Erdoganê sermezin bikin ellawekîl!

 

Hûnê binerin, heger Kurd li meydanan kom nebûn û xêrhatina Erdogan nekirin ji xwe ez bi tiþtekî nizanim.  Em Kurd in kaka, hefsarê me di destê xelkê û aqilê me jî di bêrîka xelkê de ye. Em zû serpêhatîyên xwe ji bîr dikin, ne kîndar û toldar in. Êêêêê, ji xwe ehmeqîya me jî ji wir tê ya, wîî!

 

De here oxlim Reco here, here bajar bi bajar bigere û dîsa hefsarê xwe têxe stuyê Kurmancên me babammmmm!