Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Entegre nebin, nebin Tirk û zimanê xwe biparêzin

Tacdîn Baran- 11/02/08-Koln-Elmanya- Serokwezîrê Tirkiyê mîster Receb Tayyip Erdogan hat Elmanya û çend lotikên Tirkane avêtin.

Erdoganê ku ji bo asîmîlekirina Kurdan çi ji destê wî tê dike, ji Tirkan re got.”Tirkino, zarokên Asenayê, Elmanî hîn bibin, lê nasname, ziman û çanda xwe biparêzin. Zêde entegre nebin (nebin wek Elmanan). Bazdin ser jinên Elmanan, perê wan bixwin, wan bikin Tirk, lê eman eman hûn nebin Elman” filan û fîstan.

Yaaaaaa! Hûn dibînin bê sermezino ji bo Tirkên xwe çi dixwaze û çi þîretan li wan dike newlo! Lê piranîya Kurdên me yên li Elmanya çi dikin? Em jî gûyê Tirkan dixwin!

Dibin Tirk, zarokên xwe dikin Tirk, zarokên xwe wek Kurd mezin nakin, bi wan re bi Tirkî xeber didin, bi navê bratîya îslamê xwe winda dikin, li qewmîyeta xwe xwedî dernakevin, ji hevdu tarûmar in, ji Kurdbûna xwe fedî dikin, û hezar quzilqurtên din. 

Em jî bang li Kurdan dikin û dibêjin: Kurdino! Li Receb Erdogan guhdarî bikin. Guhdarî bikin ku pozê we biþewite û xîret têkevê. Nebin Tirk, Tirkî hîn bibin lê asîmîle nebin, zarokên xwe wek Kurd mezin bikin, bi wan re bi zimanê Kurdî biaxivin, heger hûn bi jinên Tirkan re zewicîn jî, wan bikin wek xwe ne ku hûn bibin wek wan, li dû Tirkan nimêj nekin, û hetta silava xwedê jî li wan nekin!

Ma ne bes e?