Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Biçirîne Recebo biçirîneeeeee!
Fernandez Perez-07/01/08-Madrîd- Serokwezîrê Tirkiyê Kasimpaþalî Laz Receb hat Îsyanyê û bi rayedarên Îsyanî re çend lotik û zîtirk avêtin. Recebo wek hercar dest bi derewên xwe kir û xwe di bin perda bratîya Kurd û Tirkan de veþart.
Kasimpaþalî Reco di derbarê pirsgirêka Kurd de dîsa xwe bir vî alî û alîyê din û got:”Yaw qardeþim, hûn çi ji min û Kurdan dixwazin? Kurd hêmenên (ûnsûr-eleman) eslî ne, ne kêmnetewe ne. Heger hûn ji Kurdan re bêjin hûn kêmnetewe ne, wê Kurd bi lotik û pehînan rabin we. Kurd xwe wek kêmnetew yan komek etnîk qebûl nakin. Ew jî wek Tirkan hêmenên eslî ê Tirkiyê ne. Kurd dibin serokwezîr, dibin wezîr, dibin kizîr, û hetta dibin çawîþ û onbaþî jî. Êêêêêê? Naxwe hûn çi dixwazin? Ma ev têr nakin lan!?” Werhasil,Recebo piþtre got ku”di partîya min de 70-75 wekîlên Kurd hene. Ev jî nîþana vê ye ku ez ferqê naxim navbera Kurd û Tirkan” filan û fîstan.
Erêêêêê, erêêêê.....Ker di jina virekane heger ne derewe!
Lan Receb! Ewladim! De ka bela Kurdek “bi nasnama Kurdî” bibe serokwezîr, wezîr û kizîr oxlim! Bela wekîlên te di meclîsê de bi Kurdî biaxivin, bela çawîþ û onbaþîyên me di artêþê de bi Kurdî silavê bidin, bela ker û dehþikên me bi Kurdî bizirin, heger we qebûl kir û ew neavêtin zindanê ji xwe ez bi tiþtekî nizanim!
Lan Receb, tu çima derewan diki oxlim!? Ma mêrkê misilman derewan dike cîgerim!?