Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Ji Tirkan re ferq nake, ha kujtî ha hiþtî

Nanxwirê Cilqetîn-19/12/07- Belê, dewleta virqo li ser soza xwe ma û bi balafirên xwe êrîþî Çiyayê Qendîlê kir. Heçê nizanibe wê bêje qey ev cara yekem e ku Tirk êrîþî Çiyayên Kurdistanê dikin û wan çiyan diþewitînin. Lê bi dehan car heman êrîþ hatine kirin û bi van êrîþan dewletê dengê awira gelemperîya civaka xwe qut kiriye. Hema bêjin ev êrîþa dawî jî zêdebûna ser kezebê bû.

Serokwezîr Recebo hingî got „emê êrîþ bikin û bikin“ êdî tu çare jêre nema. Nerî go êrîþ nekin ewê derewîn derkeve û wê îtîbara wî di nava xelkê „ker“ de biþkê, îcar bi henekan be jî çend bombe avêtin ser Çiyayê Qendîlê û li ser soza xwe ma. Kuro ev Recebo îþê xwe zane haaaa! Bawer kin, bi van êrîþên baþûr mêrik hesabê hilbijartinên beledîyan dike. Dixwaze kela dilê Tirkan hênik bike da ku di hilbijartinan de çend beledîyên ku di destê hinek partîyên din de mabûn jî, têxe destê xwe û bibe mîrê seranserê Tirkiyê.

Werhasil, îcar çapemenîya me Kurdan qirikê li xwe diqetînin û dibêjin:“Tirkan gundên sifîl jî bombebaran kir“ filan û bêvan. Kuro lao, bêbavan li bakurê Kurdistanê 5 hezar gundên me þewitandin, bi dehhezaran Kurdên sifîl kujtin, ma xema wan çend gundên baþûr in ku dilê wan pê biþewite hêê? Ma dilê dijmin bi dijmin diþewite babam? Ferza em Kurd xwelîliser û diltenik in, ma ji we weye wê Tirk jî wek me bêaqil bin û dijminên xwe wek „dostên xwe“ bibînin? Na canimmmmmmm! Mêrikan ketûber didin ber û bomban dibarînin. Ji wan re ferq nake, ha Kurdek sifîl miriye ha gerîllayek, hêççççç! Ma Tirk bilasebeb dibêjin:“Kurdê herî baþ Kurdê mirî ye“ qurbannnnnn! De Xwezî  bi wê rojê ku Kurd jî biaqil bibin û bêjin:“Tirkê herî baþ Tirkê mirî ye“ û hûn sax!