Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Îran kirin kerxane

Diyar Baban-15/12/07-Tehran- Doh ez bi sedema karekî hatibûn bajarê Kerec a Îranê. Piþtî min karê xwe qedand, ez li kolanekê rawestîyam û min hinekî li televizyonê temaþe kir. Yabo hema min dît û hûn nebînin. Ji niþkê ve wêne û sûretên jinikên tazî, þût û rût derketin û dengê ox û axê li hindurê kolanê belav bû. Qederê deh deqîqan wêneyên jinikên seksî derketin televizyonê û ferman li kolanên Kerecê rabû.

Bi elawekîl, bi serê Hesen û Hisên, zilamek di kolanê de nema, teva revî revî berê xwe dan malê û dawa jinên xwe li serê wan pêçandin. Çend xort û keçên di kolanê de mabûn jî hevdu kiþandin qorzîyekê û kufînî li wan ket. Îran û wêneyên seksî!? Îran û di televizyonê de jinikên tazî û memikmezin!? Tewwwww! Bi telaqên jinberdanê, wek ciwangeyên nav garanê li zilamên Îranî hatibû. Te digot qey ji xwe re xezîne, zêr û almas dîtine, ewqasî ku bi hisreta wêneyên tazî û jinikên þût û rût mabûn.

Werhasil, heta go polîsên Îranî bi meselê hisyan, hasil di Mûsilê re derket û xelkê xwe nermijand. Dibêjin polîsan çend xortên ku ev provokasyon kirine girtine û yekser xistine zindanê. Îcar ka wê wan îdam bikin nekin xwedê zane. 

 Li ser bextê xelkê be, dibêjin sofî û mellayên þaþikmezin ev provokasyon wek “provokasyona Emerîkî” nirxandine.  Provokasyon mirovokasyon nizanim, lê ji xelkê re ew 10 deqîqe berberî 10 salan bû ellawekîl! Kê kiribe qenc û xweþ kiriye wesselam!