Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Her Tirk es-kerrrr ji dêya xwe dibe, lê Kurd….

Netewperestê Lotikxanê-19/01/08-Lotikxane- Dibêjin li bajarokê Sav a girêdayî bajarê Ispartayê, mamosteyên Tirk þagirtên dibistanê hînî lotik û zîtirkên faþîstî û netewperestîya Tirk dikin. Li dîwarê dibistanê sloganên wek „ne dayikên þehîdan lê bela dayikên terorîstan bigrîn.Her Tirk esker ji dêya xwe dibe“ filan û bêvan.

Yanî, bîjîyên Tirkan jî zanin ku her Tirk „es-kerrrrrrr“ ji dayika xwe dibe û di roja pêþîn de dest bi zirrandinê dike, dizirre.

Îcar hinek ji malperên me wan þermezar dikin û Tirkan wek nîjadperest bi nav dikin.

Yaw brê min, kurtanê kerê min, ma ji vê helwestê normaltir çi heye qurban? Ma herkes ne li ser mirîyê xwe digrî babam? Baþe, çima mamosteyên me þagirtên xwe wek „Kurdperest û nîjadperestên Kurd“ perwerde nakin ku ew zarok sibê dusibê wek „Kurdên Arî“ mezin bibin û di mejî û dilê xwe de Kurdistana mezin bineqiþînin? Çima zarokên me wek „gerîlla“ û „pêþmerge“ ji dayikên xwe nabin? Çima qaþo siyasetmedarên me, partî û rêxistinên me alîgir û endamên xwe bi mejîyekî Kurdistanî perwerde nakin û didin dû qûna Tirkan? Û bi sedan mînakên bi vî awayî.

Îcar, gazin û lavlav hêçe hêçççççç! Heta em Kurd jî wek Tirkan ji welat û milletê xwe hez nekin, ji qenc heta bi xerab li her tiþtê xwe xwedî dernekevin, zarokên xwe wek „Kurd“  mezin nekin, wê qerasê Tirk, Ereb û Eceman her û her di me de be û xelas!

Ji milletekî wek milletê Kurd bindest re „neteweperestî“ ji dîn û îmanê jî ferztire û hûn sax!

Bi sê telaqan, kîjan roja ku em jî wek xelkê azad û serbixwe bûn, emê jî biqîrin û bêjin: Bratîîîîîîî, aþtîîîîîî, demokrasîîîîîî, wekhevîîîîî, quzilqurt û jehr û ziqûm.

Soooozzzzzzz!