Lotikxane

 

Esrarkêþ Ehmê

 

 

 Ji xwe re zelqan dike, ji xelkê re hêkan dike

 

 

Ev çi Ergenekona ecêb e qardaþiiimmmmm!

 

Hûn zanin, pirsgirêka 17 santîmên girava Îmralîyê rojeva Tirk û Kurdan kir þorbe û destê kê di bêrîka kê de ye xwedê jî nizane. Ji bo 17 santîman xortên me qetil bûn, bi sedan xortên me brîndar bûn, hatin girtin û qûþ li me qetiya.

 

Werhasil cîgerlerim, pelûla 17 santîman di serê Tirkan de jî teqiya û li bajarê Tokatê 7 esker hatin kujtin ( 3 ji wan Kurd bûn). Vê lotika bêîman îmana Kurd û Tirkan teneke kir, ji alî herkesî de wek „provokasyon“ hat nirxandin û hetta gumanek pir mezin ji çeteya Ergenekonê hat kirin ku destê wê di vê kiryara provokatîf de heye.

 

Ji serokkomar û serokwezîr bigrin heta bi nivîskar û rewþenbîran guman birin ser Ergenekonê û dewleta kûr. Herkesî hêvî dikir ku PKK vê bûyerê negre ser xwe û xwedî lê dernekeve, çunkî di vê dema zîz de kujtina 7 eskeran ji provokasyonê pêve nedihat nirxandin û ne di berjewendîya pêvajoyê de bû. Herweha endam û rêvebirên DTP jî hêvî dikirin ku ev kiryar kiryara Ergenekon û dewletê be û nedixwestin ku PKK bûyerê bigre ser xwe da ku zimanê wan li ber Tirkan kin nebe.

 

Xaltîka me ya Kurdînezan Emîne Ayna, ya ku di her gavê de bi barûdê diçe ser êgir û rojevê sor dike, digot ku Ergenekonê ew 7 esker dane kujtin û em li dijî kujtina mirovan e. Lê çi heyf û mixabin e ku sayin hevaller û erqedaþlerimiz hesabê kesekî bi pênc qirûþan nekirin û piþtî çend rojan kujtina 7 eskeran girtin ser xwe û xwedî lê derketin. Yanî, hevaller xaltîka me Ayna jî derewîn derxist (belkî jî gotinên wê rast bin ma ez rebenê xwedê çi zanim babam) û tirr ji DTPî yan berdan. Tirr li kuuuuu û das li ku! Me çi û ji kê guman dikir û dengê tirrê ji ku hat! Hayhoooooo li vê ecêba kesanedî û li kerameta 17 santîman! Law van 17 santîman çi tofan anî serê me babaaaaammm!

 

Lê ecêba kesanedî çiye hûn zanin gelî xwendevanan?

 

Aha ev e:

 

Sayin hevallerimiz kujtina 7 eskeran negirtin ser xwe heta ku parêzerên Ocalan neçûn serdana wî. Piþtî ku parêzeran serdana miwekîlê xwe Ocalan kir û vegeriyan, PKK yekser kujtina 7 eskerên bajarê Tokatê girt ser xwe û xwedî lê derket.

 

Ma ev jî ne kerameta roja qiyametê ye gelo? Çima li benda roja serdana Ocalan man û berî wê deng ji kesekî derneket qardaþim?

 

Axir, li min biborin cîgerlerim….. 

 

Min îro du sê cixare ji ewên qalind kiþandine û serê min wek hêlan û leylanê ye. Îcar nizanim ne ez meselê fêhm nakim, ne jî van cixareyên qalind tirr ji min berdaye.

 

Lê ez wek îmana xwe zanim ku fisekîyek di vê bêxwedîka 17 santîman de heye û hûn sax….

 

11.12.2009- Xançepek

 

 

 

 

Terîya kûçik rast nabe

Esrarkêþ Ehmê- 09/10/09- Kurdistan- Dibêjin terîya kûçik heft salan xistine qalib, gava derxistine dîsa eynî tas û eynî himam, rast nebûye. Îcar ev jî mesela me û sayin Tirko qerdeþlerimiz e.

 

Tirko qerdeþlerimiz (heçê em kirin brayên hev xwedê topa qiyametê li nav þeqê wî xe rebbî) dikin û nakin ku karibin ji kabûsa Kurdan rizgar bibin û wek insanên medenî bifikirin, nikarin. Hema ku navê Kurd, Kurdistan û stranek bi Kurdî yan stana Kurdekî bihîstin, wek kera ku mozik pê vede didin zîtirkan û êrîþî derûdorê.

 

Meselen helwesta polîsên Tirko û rebenê Jêhat Kaplan.

 

Çima ku Jêhat Kaplanê Kurd (15 salî) li kolanê stnana Ahmet Kaya (Mavinin Türküsü) gotiye, qûnekekî polîsan rabûye ew daye ber lotik û pehînên Tirkane û Jêhatê me bera ser nizanim çiyî xwe daye. Aha de binerin ha, serokwezîrê dewleta virqo ji alîyekî dibêje „divê em li himberAhmet Kaya wefadar bin û lê xwedî derkevin“ û ji alîyê din zarokên Kurdan ji ber stanên wî lêdanê dixwin û pozê wan tê þikandin.

 

Ê de ka bêjin sayin û pir qîmetlî Tirko qerdeþler:

 

Ji vê helwestê re çi tê gotin cîgerlerimmmmmm?

 

 

Baydemîr xwe da ber fîþek û tenq û topan

Esrarkêþ Ehmê- 04/09/09- Amed- Serokê Kurdên Amedê cîgerim Osman Baydemîr, di 1ê Îlonê roja aþtîyê de derket ser dikê, bi cil û bergên Kurdî lingên xwe li erdê xist û zelzele rakir.

Baydemîrê me di axavtina xwe de bi dûdirêjî behsa giringîya aþtîyê kir û bang li gelê Tirk kir ku di vê roja pîroz de bibin insan û werin ser rêya îmanê, rêya heqîyê.

Osmanê me wek ciwamêran got.“Ez wek ewladekî Kurd dibêjim ku, ji îro û pêve fîþekên ku li eskeran dikevin bila li min bikevin. Lê belê, bila rewþenbîrên Tirk, siyasetmedarên Tirk jî wek mêran derkevin û bêjin „ ji vir û pêde fîþekên ku li gerîlla kevin bila li me kevin“. Ji ber bi kujtinê ev mesele hel nabe“ filan û fîstan.

Axir, Baydemîrê me bang li milletê Tirk jî kir (ew milletê ku wek þorba nîskê tevlihev in lo) û got:“Ey Tirkên ku ez bi bratîya wan bawer dikim (herama xwedê be ku ji bratîya wan bawer dike), destê xwe deynin ser wîjdanê xwe (kuro ma wîjdan bi wan re maye law). Heger hûn bûna, heger hûn 70 salî becbûr bibûna ku bibûna Kurd, bibûna Ereb, dimanê we bihata qedexekirin, azadîyên we ji destê we hatibûna girtin, navê gundên we bihatina guhertin, weyê serî hilneda lê çi gû bixwara hêêêê?. Azadî çiqasî karaktera Tirkan be, karaktera Kurdaye jî oxlim“ filan û xeftan.

Axir, ez bi xwe tiþtekî zanim û ew jî ev e babam:

Ne rewþenbîr û siyasetmedarên Tirk xwe didin ber fîþeka ku li gerîlla keve û ne jî ew milletê çeqilmas dibe xwedî wîjdan û xwe dixe þûna Kurdan. Îcar a baþ xeta sor bikþînin navbera xwe û Tirkoleran û dev ji van çîrok û mîrokên bratîyê berdin û hûn sax…..

 

 

Yeþîm xanim jî dest bi lotikan kir kurooooo!

Esrarkêþ Ehmê- 30/06/09- Xançepek- Van heyaman stranên Kurdî bûye mode. Heçê radibe lotikekê davêje û dibê:“Ezê di albûma xwe ya nû de stranek Kurdî bistrêm“ filan û fîstan. Hem jî bi telaqên jinberdanê sûnd dixwin.

Axir, lotikvana nermik û germik Yeþîm Salkim, bi serdanekê çû bajarê Agirîyê û da zîtirkan. Xanimê di Stadyûma Lutfî Yigenoglû de konserek da û bi Kurdî got:“Ez ji we hez dikim“.  Bi vê gotina Kurdî re, temaþevan hatin galeyanê û wek hespên serxweþ hefsar berdan û dan çargavê.

Werhasil, hinek temaþevanan ji Yeþîm Salkim daxwaza stranek Kurdî kir. Lê rebena Yeþîma me li ku û Kurdî li ku. Nizanîbû. Lê xanimê lotikek nermik avêt û ji temaþevanan re bi sê telaqên mêrberdanê soz da ku di albûma xwe ya nû de stranek Kurdî bistrê û qiyametê rake.

Ez serê we neêþînim û nekim wek zebeþên Diyarbekrê, Yeþîm Salkim û mêrê xwe Hakan Eratik piþtre çûn Bazîdê û li ser gora Ehmedê Xanê fatîhayek li ser ruhê wî xwendin û xîretek baþ kirin.

Belê gelî lotikvanan. Yeþîm Salkim û mêrê xwe Hakan Eratik diçin ser gora Ehmedê Xanê û fatîhayê dixwînin. Gelo çend hunermendên Kurd çûne ser gora rehmetî û fatîhayek lê xwendine ka hûn nabêjin?

Weyla hûn bi qurbana deling û doxîna Yeþîm Salkim bin erê welle û hew…..    

 

 

 

 

Silav nedan ji xirrê Mîr Zanyar ve

 

Esrarkêþ Ehmê- 19/05/09-Amed- Belê… Îro 19ê Gulanê û qaþo cejna Komara Tirko qerdeþlerimiz e. Hersal vî çaxî heman lotik û zîtirkan didin xwe û cejna xwe pîroz dikin, têra xwe tirr û fisan dikin.

 

Axir canim, cejn cejna wan e, pîroz dikin, pê dimîzin mesela wan e.

 

Li ser bextê esrarkêþ û eroînfiroþên bajarê Amedê be, dibêjin wek adet þaredarê Amedê serok Osman baydemîr jî beþdarî cejna 19ê Gulanê bûye û bêdilî xwe be jî ketiye rêzê. Lê dibêjin sermezin û serperityên Generalên wek Korgeneral Bekir Kalyoncu û Korgeneral Rasim Arslan, xwe ingirandine, silav nedane Osmanê me û destê wî nehejandine.

 

Lê ez dibêjim baþ bû ku wan oxlimleran destê Osmanê me nehejandine, çunkî dibe ku di destê wan bêbavan de vîrûsa berazan heba û Osmanê me jî bi wê vîrûsê berazkî biketa ellawekîl. Qenc û xweþ bû welhasil.

 

Îcar dîsa li ser bextê esrarkêþ û homoseksuelên kolanên Amedê be, dibêjin piþtî cejnê, Osmanê me ji sîxurekî Lotikxanê re kiriye pistepist û bi dizî gotiye:“ Hema destê min nehejandin ji xirrê Mîr Zanyar ve lo, wîî“ filan û fîstan. Û hema di wê kêlîkê de kurê Osmanê me Mîr Zanyar keniyaye û gotiye:“Amîînnnnnnnnnnnnnnn!“

 

 

 

 

De quto, haydê qutoooooo!

 

Esrarkêþ Ehmê- 25/04/09- Amed- Birastî heta niha min digot qey tenê namzetê AKP ê Amedê Kutbettîn Arzû qutik e û navê wî quto ye. Lê xuyaye quto di nav Kurdan de pir in. Meselen Þêxmûs Demîroglû yê Çinarî.

 

Þêxmûsê me  20 salî ye û bejna wî 120 santîm e. Lê xuyaye hinek xêrxwazan alîkarî pê kiriye, ew tedawî kirine û niha bejna wî 14 santîman dirêjtir bûye, bûye 134 santîm. Ez bi xwe nizanim ka bejna Kutbettîn Arzû çend santîn dirêj e, lê dibêjin Þêxmûsê me qutoyê AKPî ji xwe re kiriye mînak û dibêje ezê jê derbas bikim.

 

LI ser bextê fitne û fesadên beledîya Çinarê be, dibêjin Þêxmûso ji hevalekî xwe re gotiye:“Kuro law hema bêje bejna min û bejna Kutbettîn Arzû wek hev e. Ez quto û ew quto, mesela me bûye çirto virto“ û qayîþ û berberîyê bi Kutbettîn Arzû re dikþîne.  

 

Axir, dîsa li ser bextê fitne û fesadên ser tenûrên Çinarê be, dibêjin Þêxmûsê me bi þeþ telaqan sûnd xwariye ku ew jî bixwîne, wek qutoyê AKP nebe mihendis lê bibe profesorek qirase da ku bejna xwe û bejna qutoyê mezin çend santîmên din dirêjtir bike.

 

 Îcar bejna xwe bi hestîyên fîl û devan dirêj dike, bi dar û mencenîqan dirêj dike hê biryar nedaye wesselam…..

 

 

 

 

 

Leyla Zana jî lotikek li Mam Celal xist

 

Esrarkêþ Ehmê- 22/03/09-Amed- Xaltîka me Leyla Zana, di cejna Newrozê de lotikên xweþ avêtin dewletê û di ber re jî pehînek li serokkomarê Iraqê Mam Celal xist.

 

Ji ber ku Mamo gotibû“Kaka ciyan, bi ellawekîl, bi serê Îsa û Mûsa kim, wê PKK çekên xwe teslîmî Amerîkîyan bike“, xaltîka me Leylokê jî lê hat xezebê û got:“Yahewlelwelaaaa, allah û ekber! Yaw Mamo, weyla xwedê Qubado ji te re hiþto, tu çima gotina dawî pêþî dibêjî qerdeþim ha? Mae m Kurd aþiqî çekan e kaka? Kurd aþiqî azadîyê ne ruhekem, carek din gotina dawî pêþî nebêje“ filan û fîstan.

 

Xaltîka me Leylokê piþtre got::“Ez bi serê Mêhdîkê xwe kim, di rojhilata navîn de sê hêzên xurt hene. KDP, PKK û YNK. Heger ev hersê qiraseyê partîyan konferansekê bi hevre çêkim û çend tas dewê cemidî bi hevre vexwin, wê karibin aþtîyê bînin Tirkiyê“ filan û dîsa fîstan.

 

Ez serê xwe û we neêþînim, gotinên Mam Celal li xweþîya gellek Kurdan neçû. Û xaltîka me Zana jî piþtî daxuyanîya Ocalan a bi parêzerên xwe re, rabû ser tapana û gotinên sayin û çoq qîmetlî baþqan Ocalan sediqand.

 

PKK çekên xwe teslîm dike yan nake nizanim, lê gava ez çend hilm esrara Licê dikþînim ser kezeba xwe û çavên min wek zotika mirîþkê sor dibin, ez fêhm dikim ku ne bi devê tifingê be azadî û mazadî nayê ellawekîl.  

 

 

Ê de bajo xalê Osman bajoooooo!

Esrarkêþ Ehmê- 01/03/09-Xançepek-Amed- Serokê me Osman Baydemîr û Seroka me Leyla Zana, di vekirina lokala hilbijartinê de lotikên bêîman avêtin Kasimpaþalî Receb û hetta tirr jê berdan.

Serokê ser û binê Amedê Baydemîr, di axavtina xwe de agir ji devê xwe pijiqand û ji Recebo re got “hodrî meydan”.

Baydemîr, tilî avêt bin dûvê sayin sermezin Recebo û got:”Hûnê Amedê bistînin haaa, tirrrrrr li bin qûna we!Kuro ewladim, ne hûn lê ecdadê we Tîmûrleng û Hûlagû jî bên hûnê nikaribin Amedê bistînin oxlimmmmmm, ê de were ha Receeeebbbbbb” û mîrkutê xwe li nav serê Kasimpaþalî Receb xist.

Xaltîka me Leyla Zana jî teþîya xwe rist û got:”Gavên demokratîk ha, kuro ma em zarok in hûn me dixapînin Receb? Em milletek in û nasnama xwe dixwazin. Em gavên piçûk miçûk naxwazin, gelê me zane bê çend mû bi qûna we vene cîgerim, êdî bes e” filan û fîstan.

Welhasilî kelam, xalê me Osman Baydemîr tenûr dada û xaltîka me Leyla Zana jî nan pê veda û çîroka min ji we re xweþ…..

Ez bi navê “Xançepek Esrarkêþ, Cilêtçî, Serxweþ û Pêxwasler Dernegî" helwesta xalê Osman û xaltîka Zana pîroz dikim..

 

 

 

Sayin û teþaqlî Lotikxanecîler

 

Esrarkêþ Ehmê- 15/02/09-Xançepek- Sayin û teþaqlî Lotikxanecîler. Ez bi navê esrarkêþên Xançepeka Diyarbekrê çavê we maç dikim û ji bo Kurdayetî û cesareta we teþekkir etmîþ dikim. Kurdîya min fezle rind nîne lê min bagiþlemîþkin. Ji ber ez bazirganîya esrar û mesrarê dikim û hema bêjin her roj gêj û serxweþ im, zêde zeman nabînim serê xwe bi Kurdî re agritmîþ bikim.

 

Neyse cîgerlerim, îro salvegera komploya navnetewî û salvegera lotika bêîman e.Yanî, 15ê Sibatê ye û salvegera girtina serokê PKK çok sayin A.Ocalan e. Ji ber vê sedemê, em grûpek esrarkêþ, serxweþ, cilêtçî û pêxwasên Xançepekê derketin kuçe û kolanan û me dewleta virqo þermezar etmîþ kir û qûna wê dax da.    

 

Lê cewrik, çeqel û keftarên dewletê bîhn li me çikandin û bi wan bombeyên îsotên Ruhayê tirr ji me berdan dînime îmanime. Lê em teslîm nebûn û me bi bombeyên molotofên gaz û benzînê tirr ji wan çeqel û keftaran berda û em revî revî vegeriyan qul û qewêrên xwe.

 

Ez baþinizî çelqo-melqo etmîþ nekim, ez tekrar “Xançepek Esrarkêþ, Cilêtçî, Serxweþ û Pêxwasler Dernegî” adine we pîroz etmîþ dikim we çox bijîn!

 

Esrarkêþ Ehmê  

15/02/09- Xançepek-Diyarpexir