Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Þîfreyên Aysel Tuglukê û mastê kurdan

      Evdila Koçer /Azadîya Welat
Ev kurdên me bi rastî jî ecêb û belakir in. Dikarin di saniyekê de ji reþahiya kêzikeke virnî Ristemekî Zal ava bikin û dikarin di deqeyekê de jî hemû teoriyên Darwîn û Aynþtayn pûç bikin û bixin qurbana serê þaþik û þekala xwe.

Mixabin wekî her tiþtî 40 mîlyon kurdên me heqê xwîþka min Aysel Tuglukê jî dixwin û bêyî ku li ser bifikirin bin simbêlê xwe dixin; bêyî ku gotinên wê ji hev veçirînin û wekî feqeyan deþîfre bikin neheqiyeke mezin lê dikin!!!

Heke ne ji koçertiya min be, dê ev kurd di du rojan de hemû keziyên xwîþka min Ayselê birûçikînin û ji mala xwe re bixin milkis û gêzikên modern û dê pirsa xwe nedin tu kesî jî.

Ev kurdên me yên xwedêjiwan-ne-standî heke nîvê min jî ji gotin û teoriyên Ayselê Xanimê fêm bikirina, niha me li Afrîkayê jî du Kurdistan ava kiribûn; heke wekî misqala zêr jî ji þîfreyên gotinan ên xwîþka min fêm bikiran niha wekî di destana Gilgamêþ de em ê bi tenê biketana pey giyayê ne-mirinê. (Gerçî em carinan wî giyayî peyda jî dikin, lê dîsa jî dikeve devê marên Kemalîstan!)

Heyran, ma qey ez mecbûr im ku wekî her tiþtî dîsa ta bi derziya we ya ko ve bikim û ji þîrê we yê nemeyandî re bibêjim MASTTTT…

Heke we heta vê deqeyê jî ji þîfreyên gotin û çeqilmastê Ayselê fêm nekiribe, nexwe guhê xwe bidin ezbeniyê xwe:

Dema ku Stî Aysel behsa ‘EM-PATÎ’yê dike, ji me re dixwaze bibêje ku hay ji PATIKa xwe hebin da ku dîsa 5 hezar patikên kurdan nekevin ber guleyên dewleta kemalîst, lê mixabin kurdên me ji duh ve hazir û nazir in ku heta empatiya patika ERGENEKONan jî bikin lê serê we xweþ be patika xwe jî zûka ji bîr dikin…

Gava ku gotinên xwe yên edebî li ser ‘Rihê pîroz û bimbarek ê Komarê’ tûj dike, bi aþkere bangî me dike ku em dev ji RIHÊ SERHILDANÊN KURDAN bernedin û bi riheke kurdîtî heta patika serkeftinê bimeþin, lê heft car heram be ev jî nayê fêmkirin…

Çaxê ku bi heyecaneke mezin(?) qala ‘Mezinahiya Atatûrk’ dike, bala me dibe ser hemû serokên kurdan û ji me hêvî dike ku em jî piçekî hay ji hemû serok û rêveberên kurdan hebin û qet nebe bi qasî siya Atatûrk xwedî li wan derkevin, lê ev gotinên aþkere jî di nav çemê garana me de diçin çem û çemmm…

Dema ku behsa ‘Yekîtiya Kemalîst, Kemal-çepgir, Kemal-demokrat, Neo-Kemalîst-Kurd…’ dike, dixwaze ku aqilê me yê ku wekî pisîka ergenekonan jî kar nake bibe ser yekîtiya hemû partî û fikrên Kurdistanî, lê hezar car mixabin derdê dilê ‘delal’a min Ayselê nayê fêmkirin…

Kêliya ku gotinê dibe ser ‘Tahlûkeya Neteweperestî û Dewletbûnî’yê, kerê min ê kor jî fêm dike ku banga hiþyariyê dide me kurdan û dixwaze bibêje ku heta em kurd xwe ava nekin û nebin kurd, heta ku em kurd hez ji ziman, çand û her tiþtê xwe nekin -haþa ji hizûra we- em nabin tu GÛ jîîîî, lê ev hiþyariya xwîþka min jî di guhê gê yê kurdan de dimîne û pênc pere nake…

Gava ku dibêje ‘divê Kemalîzm xwe nû bike û aktûel bibe’, dixwaze þûjinê di çavê me yê kor de bike û ji Helebçe û Newala Qeseban pireyeke kurdî ji bo her du çavên me ava bike û ji me hêvî dike ku em ji xweliya Enfal û 4 hezar gundên þewitî Kurd-îzmeke nû ava bikin û heta azadiyê bi metodên nû her aktûel bikin, lê -çavê min birijê- mixabin û bedaxewa hemû gotin û hêviyên xwîþka min Ayselê di nav civaka kurd de bi biþkul û sergînekê jî nakin…

Dema ku gotinê dibe ser ‘Stratejiya Tirkiyê û Îsraîla Duyem’, behsa xwelîseriya me dike û jidil dixwaze ku em kurd jî li ser hêz û quweta siyaseta xwe ya modern têkiliyê –ne bi tenê Amerîka û Îsraîl!- heta bi Xwedê re jî deynin da ku zarokên kurdan êdî nekevin ber devê dêlegurên Kemalîstan…

Çaxê ku behsa ‘Girîngiya Mîsakî Mîlî’ dike, helbet vê gotina pêþiyan dixwaze bîne bîra me: Yê ku dizane jixwe dizane, yê ku nizane jixwe ‘Baqê Mîsakî Mîlî’ ye…

Heyran, li qusûrê mêze nekin: Bi serê xwe û keziya Ayselê kim, ez nikarim hemû þîfreyên gotinên xwîþka xwe bi derziya we ya ko ve bikim û ji þîrê we yê nemeyandî re bibêjim MASTTTT…