Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

Evdile Koçer

evdilekocer@yahoo.com

 

 Taya faþîzmê û deh kurên pîrê

 

Taya mirinê bi wan ketiye.

 

Di goristaneke teng de ketine ber sekeratên mirinê, îske îska wan e!

 

Lihêfa faþîzmê li serê xwe pêçane û wekî dewarên ku moz pê ve vedidin xwe li dîwarên kurdan didin.

 

Xuþexuþa dengê Kurdistanê yê ku ji Baþûr tê, wekî þûrekî tûj tê dikeve kerika guhê wan yê kerrbûyî û ziravê wan diqetîne. Bi çiveçiva bihara Kurdistanê ve nefesa wan diçike, ti þemal li ser ruyê wan namîne, dikevin doþeka mirinê, ezraîlê xwe li ber çavên xwe dibînin.

 

Di rojhilata tarî de bi barbarî û dek û dolabên xwe ve têne nas kirin.

 

Li rojava bi zilamtiya xwe ya nexweþ ve meþhur in.

 

Ew zarokên wê pîra dêlegur ya keftar û lanetkirî ne.

 

Di nav hêlîna faþîzmê de ji xwîneke gemarî welidîne.

 

Di taþtê, firavîn û þîv û paþîvê de çavên wan her dem li Kerkuk û kewara kurdan e.

 

Xwîna zarokên kurdan –çi heyf!- hê jî di ber diranê wan de ye!

 

Tava Kurdistanê ya ku dide ser her sê perçeyên din jî xewa wan diþeriqîne.

 

Ji ber vê yekê jî dîn û har dibin. Kefþaleke spî li ser devê wan dikeve.

 

Hemû zêf, siqêf, çêr, xeber, dijûn û nifirên xwe wekî werîsan bi hev ve grê didin û dixin serê serok û rêveberên kurdan. Rojê pênc danan çêr û xeberan ji kurdan nekin sebra wan nayê.

 

Ya rastî ti hêviyeke me jî ji van kurên pîrê nedihat.

 

Em van zarokên pîra dêlegur xweþ nas dikin.

 

Pêþiyên me xweþ gotine: “Deh kurên pîrê hebûn, yê herî baþ qunek bû…!”

 

Meseleya me û van jî di vê gotinê de veþartî ye ezbenî; de vêca bifikirin yên xirab çawan in?

 

Heke ez bim, divê çavên me her dem li ser yên baþ bin; jixwe va ye em yên çêrker û çavsor xweþ nas dikin.

 

Zarokên pîra dêlegur yên baþ, ji yên çêrker bêtir zirarê didin hebûna kurdan.

 

Ji ber ku;

 

Ew li Amedê “kûrtçû”yên rengereng, lê li Enqereyê “tûrkçû”yên dewleta veþarî ne.

 

Li Hewlerê ala Kurdistanê hildidin, lê li Stenbolê ya Tirkiyê maçî dikin.

 

Li Ewropayê “kardeþçî”, lê li ser medyaya tirk zirzirokên garana faþîzmê ne.

 

Di hilbijartinan de “solcu”, lê di piþtperdeyan de minafiq in.

 

Nexêr, ne diþibin Hîtlera Almanyayê ne jî Musollîneya Îtalyayê. Diþibin xwe: Dersim, Geliyê Zîlan, Newala Qesaban...

 

Hevîrê faþîzma xwe bi destê xwe distrên.

 

Þitlên faþîzmê yên ku di bedena xwe de digihînin, bi çêrkirin û hezar awayên din ve av didin.

 

Zaroka faþîzmê ya ku ev 80 sal in di zikê xwe yî genî de mezin kirin, hêdî hêdî diwelide û rûyê xwe nîþanî me dike.

 

Dil naxwaze binivîse, lê ev zaroka faþîzmê dê her gez û boçan li kurdan bixe û dê Tirkiye û Kurdistanê ber bi þerê navxweyî ve vekiþîne.

 

Jixwe ev çêr û xeberên ku ji me dikin jî –wekî banga þeveqê!- gazîkirin û vexwendînameya þerê navxweyî ye. Garana faþîzmê ya ku bi ser me de tê, bi çêr û dijûnan ve provayên biçûk dike. Faþîzm ketiye ser rê.

 

Kurên pîrê ketine tayê, reprep û teqreqa wan e. Sergindorên pîrê bi çêran ve li kodika faþîzmê dixin.

 

Ha ji we re antolojiya deh kurên pîrê:

 

1- Kenan Evren: Dema ku darbe kiribû temenê Erdal Erenê 17salî bo ku bi dar ve bike dirêj kiribû; lê niha dixwaze temenê dewleta xwe dirêj bike. Camêr ji min û we aqiltir e, sêdara ku ji Saddam re hatibû avakirin dizane ku dê rojekê faþîzma wan dabelîne nava xwe.  

 

2- Mehmet Agar: Em behsa kuþtin û 3 hezar operasyonên wî nakin. Wekî hard-diska dewleta veþarî tê naskirin. Kefenê dapîra(dewlet) xwe bi çavên serê xwe dîtin. Naxwaze çemê Botanê biherike ser Zaxo û Hewlerê. Ev çem e ezbenî, ne hêstir e; ma qey guhê xwe dide min û te!

 

3- Muhsîn Yazicioglu: Ferhenga wî ya kêl û kefenan bi pêlava Hrant Dînk ve bi têra xwe tejî ye. Heke ez niha bibêjim evî behleyî li ser Hrantî helbestek jî nivîsand, belkî hin kes bifikirin qey ez henekan dikim. Xwezîîîîî… Jixwe karekterê faþîzma li Tirkiyeyê jî tam tiþteke wisa ne ezbenî. Lê tiþta herî trajî-komîk di helbesta xwe de navê Hrant xistibû Firat: "Kan sýzýyor Fýrat'ýn delinmiþ tabanýndan topraðýma / Baðrýndaki bütün Mehmetler aðlýyor / Oðlunun adýný Fatih koyan bütün Ermenilerle birlikte..."

 

4- Yaþar Buyukanit: Wekî zarokên ku ji terbiya malbatê bêpar bin, ji her du gotinên wî yek jê gefan li kurdan dixwe. Seneryoya qetlîama Þemzînan bi destê vî zilamê me hatibû vehûnandin. Niha ne bi ser xêrê serokatiyê kewara mozebeþan dike.

 

5- Serdar Ortaç: Di þeva xelatwergirtinê ya Ehmed Kaya de serkêþiya garana lînckirinê kiribû. Her çi qas ku her tiþt qeyîtkirî be jî, lê berî çend rojan digot, “Ez demokrat im, bi dengê Ehmedî ve mezin bûme neheqî û bêbextiyê li min nekin…” Axxx û axxxxxxxxxx! Heke mamosteyê min Michel Foucault hêj sax bûya, belkî niha bigota ka çend kêlo faþîzma veþartî di dengê vî Serdarî de heye. Ez ji ezbeniyê xwe re bibêjim, evî devçakuçî bi belgeyên sexte ve xwestibû ku xwe ji eskeriya tirkiyê biþo! Ha ji we re "ölürüm türkiyem!"

 

6- Edip Baþer: Welleh bavoo xweþ bazar e. Hela ka li egîtê me binêrin heyran. Camêr li xwe danayne ku tif bike rûyê me jî bavoooo. Ez ê xwe ji qehran bikujim kurooo! Tu dibêjî qey mad û miruzê wî bi destê wênesazê malê Kenan Evren ve hatiye xêz kirin. Lê heke em gotina Nazim ya ku ji Abîdîn Dîno re gotibû piçekî biqulibînin û bibêjin: “Tu dikarî resmê çêr û xeberan çêkî!”, dê dirûvê vî kesî bête bîra me. An na??

 

7- Erkan Mumcu: Heke camêrekî li Kerkûkê koxikekê bidayê, belkî wekî hin kurdan(?) hemû gotinên xwe bialasta û bibûya tajiyê malê. Gerçî pêþiyên me gotine, “belik hêþîn nabin!” lê hema dîsa jî belkî hêþîn bû.

 

8- Ertugrul Ozkok: Li gorî tirkitî û netirkitiyê nûçeyan dibijêre û datîne ser bedena rojnameya xwe. Lê dema ku kurdek bibêje, “Ez japon im!” di ser de diqîre û li gorî ilmê xwe yê sosyolojiyê dijûnan dike û dibêjê, “Nexêr ezbenî, tu tirk î!” La hewla wela belaaaaa!

 

9- Fatîh Altayli: Dîplomeya wî ya çêrkeriyê heye! Wekî kesên ku nûka fêrî zimanekî din dibin, bi devê xwe yî xwar ve dema ku çêr û xeberan ji me dike carinan ji xwe jî dike.

 

10- Yalçin Kûçûk: (Kurê herî baþ!) Hûn ji min çêtir nas dikin. Lê ez ê mizgîniyeke nû bidime we: Yalçinê me niha li ser cihûtiya malbata Barzaniyan lêkolînan dike. Lê heke rojekê li gorî xwe vê cihûtiyê îspat kir û xist pirtûkekê û heke ev pirtûk li Tirkiyê pirrrrrrrrr hate firotin, dû re nebêjin Koçero negotibû.