Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Ji xwe Evînxane ji me kêm mabû!

 

                                                                                               www.evinxane.com

 

Lotikxane-09/02/08- Þikir ji hikmê xwedê re, êdî Kurd medenî dibin û bi rêya vê bêxwedîka internetê lotik û zîtirkên modern davêjin. Me wek Lotikxane pêvajoyek nû ji Kurdan re vekir. Pêvajoya ku êdî Kurd karibin behsa magazînê jî bikin û di malperên xwe de rê bidin paparazzî û Bekoewantîyê jî.

    Malperên ku berê qet behsa Angelîna Jolîê, Scarlet Johanson, Pamela Anderson û jinikên wek wan xweþik nedikirin, îro kêm be jî car caran wan derdixin ser dikên malperên xwe û lotikên magazînî davêjin. Her çiqasî wek Lotikxanê nikaribin avê bi devê meriv xin û girêzê ji dev û lêvan bînin jî, lê dîsa jî pêþketinek baþ e.

   Werhasil, mesela me ne ew e. Me xwest em bêjin ku Lotikxanê rêyek vekir, cesaretek da derûdorê ku karibin hinek tabûyan biþkînin. Îcar niha jî EVÎNXANE!!!!!?

   Evînxane kuroooo!!!! Ê de ser xêrê be û xwedê xêra we zêdetir bike rebbî! Hema çi malpera ku bi zimanê Kurmancî be baþ e û xêra herî mezin e. Hûn dixwazin bila navê wê "Kerxane" be jî ferq nake ellawekîl! Di vê dema ku hefsarê asîmîlasyonê ketiye stuyê Kurdên bakur, vekirina her malperek bi zimanê Kurmancî þoreþek e. Ji ber vê, ji niha de em xebatkarên malpera Evînxanê pîroz dikin û dibêjin: Her bijîn! Hûn Evînxane û em jî Lotikxane, a baþ werin em bibin bûk û zave yabooooo........

  Li gora ku serokê malpera Evînxanê birêz Kezebþewityê Dimaldemayî dibêje, Evînxane ji bo hevdunaskirina xort û keç, jin û mêr, pîr û kalên Kurd e. Ewên ku bibin endamê Evînxanê, wê karibin wêne, muzîk û vîdeoyên xwe biweþînin, bi hevre çet bikin (biaxivin), hevdu bibînin û dostanîyek xweþ bi hevre deynin, li heval, dost û nasên xwe bigerin, ji xwe re blogê çêkin, nivîs û serpêhatîyên xwe pêþkêþî xwendevanan bikin, lîztika okey û hezar quzilqurtên din wesselam. 

   Bi kurt û Kurmancî, ji dêvla ku hûn bibin endamên malperên Tirk, Ereb û Eceman, bibin endamên malperên xwe xêra bi sed xêrîye û xelas!