Lotikxane |
"Penaberê Parîsê"
pena xwe dibe Qahîreyê
Fîlmê
aktorê kurd Ahmet Zîrek, ji bo festîvala navneteweyî ya Qahîreyê hat
hilbijartin.
PARÎS
– Fîlma bi navê “Penaberê Parîsê” (Paris d’exil) ya derhênerê kurd Ahmet Zîrek
ji bo Festîvala Navneteweyî ya
Fîlman ya Qahîreyê hat hilbijartin.
33yemîn festîvala Qahîreyê dê di navbera 10 û 20ê vê mehê (çiriya paþîn)
de li paytexta Misrê bêt lidarxistin. “Penaberê Parîsê” di “beþê
fîlmên dîjîtal” yê pêþbirkeya
Qahîreyê de ye.
Fîlma Zîrek, berî niha jî, meha tîrmehê, li Festîvala Navneteweyî ya Parîsê
hatibû nîþandayîn.
Derhênerê fîlmê, Ahmet Zîrek, ji bakurê Kurdistanê ye û zêdetirî 25 salan e li Parîsê miþext e û cara yekem a derhênerîya xwe, çîroka jiyana xwe vedibêje.
Ew kurê xwe diþîne bajarê xwe, Culemêrgê, ku bapîrê xwe bibîne. Zîrek vê
serêdana pênç-rojî bi riya telefonê diþopîne û xem û xeyalên dema berê tên bîra
wî ka ew çawa ji Kurdistanê derket û hat Fransayê. Kurê wî jî, bi wê rêwîtîyê
bavê xwe nas dike.
Zîrek “Penaberê Parîsê” piþtî weþandina kitêba xwe ya bi navê “Bihizire ku...”
çêkiriye û fîlm hinek beþên
wê kitêbê jî vedigire. Di fîlmê de rola serekî Zîrek dilîze. Wî heta niha di
fîlmên Yilmaz Güney û derhênerên din ên navdar mîna Costa Gavras, Sally Potter û
Jean-Luc Goddard de lîstîye. Aktorê kurd di van salên dawîn bi lîstîkvanên wek
Isabella Adjiani, Monica Belluci û Johnny Depp re hevkarî kiriye.
Zîrek, ji dema þanogerîya Pagana Culemêrgê heta kolanên Parîsê, Güney hertim wek
îdolê xwe dîtiye. Wî fîlmê “Penaberê Parîsê” dîyarî dîya xwe û Güney kiriye.
Di “Penaberê Parîsê” de Zîrek rastî û xewn wek helbestvanekî wisa raçandîne ku
mirov nizane ka rastî li ku bi dawî tê û xewn li ku dest pê dike.
09/11/2009
http://www.cairofilmfest.org/newsections/digitalcompetition.pdf