Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Lotikxanê ez birçî hiþtim

Eyþana Elî-07/11/07-Izmîr- Yabo ez bi serê we kim, min jî biryara xwe da û ezê jî car caran di Lotikxanê de bidim çîrvirkan û ji xwe re lotikan bavêjim. Ma lao, hema ez kê dibînim dibêjin „Lotikxane“ û hey „Lotikxane!“ Ma ez ji Eyþika Ereb im bavê min, wîî!

Wê rojê hevala min a zanîngehê Fata Sermezin behsa vê malperê kir û got:“Keçê porkurê, têkeve Lotikxanê. Bi Xwedê tu têkevê tu hew jê derdikevi“ û ji min re kir meraq.

Werhasil, min jî got qey hevala min henekê xwe bi min dike. Ez jî rabûm çûm înternetkafêyekê, min di komputerê de Lotikxane nivîsand û pêl biþkokê kir. Yabo hema min dît go birastî jî malperek bi navê Lotikxane heye û hem jî bi zimanekî fesîh û sivik.

Ez serê we neêþînim, ez ketim nav xwendina lotik û pehînan û di nav wan de winda bûm. Hew min dît xwedîyê kafeteryayê dibêje:“De rabe dêya minê, ma emê heta sibê li bendî te bin, xewa me hat wîî, va seet bû yekê þevê“ û ez veciniqandim. 

Werhasilî kelam, ez li çûna xwe û li naskirina vê Lotikxanê poþman bûm ellawekîl! Çima hûn zanin? Min meaþê xwe ê hefteyekê da kafêteryayê û wê heftê mam birçî, þût û rût ellawekîl! Kuro ez seet li yekê nîvro ketim ser û li yekê nîvê þevê veciniqîm yaw, ma ev bû hal! Min meaþê hefteyekê ji xwe re bida bi çend mirîþkan û têketama ser goþtê wan ne çêtir bû yabo! Kuro evê Lotikxanê ez wek þîrêzê bi xwe ve zeliqandim, ya starrrrrrrr!

De neyse, Lotikxana me pîroz û bimbarek be rebbî! Bela meaþê mehekê jî bi qurbana serê wê û we xebatkaran tevan be. Bi xêr go meha pêþîya me min meaþê xwe stend, ezê dîsa silavekê li we bikim. De bye byeeeeeeee!