Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Bûka Axirzemana

 

 

Hecî Cimo- 10/01/09-Pakîstan

Di van rojên dawiyê de jinek 99 salî ya bi navê Amîne Rehîm ku terayî di wê de nemaye, bi zilamekî 87 salî re zewicî. Ýhih ev e dilterî haaaa!

 

De binerin lo, tu dibê qey xanimê keçikek 14 salî ye, av pê ketiye û wek nogona ku nuh gon bixwe, ewqasî ku dilê wê bi dinyayê û xwarina xiyaran xweþe kuro, pekkkk! Aha ji ber vê ye ku dibêjin „Dil pîr nabe“ ha gelî xendevanan. Ma ku dil pîr bibûya, Amîne xanima 99 salî dest bi lotikan dikir, na!    

 

Li ser vê zewacê, merivekî nêzî Amîne xaminê ji çapemeniyê re wiha qala zewaca wê kir: Ev 12 sal in Amîne di kampeke nêzî bajarê Îslamabadê de dijî. Berê nezewiciye û berî 50 salan soz daye ku eger tenê rojeke emrê wê jî mabe, ewê her bizewice.

 

Mêrê Amîneyê yê 87 salî jî –ka wê bikare yan nekare fîþekan berde ne kifþ e-  berê zewiciye û bavê 9 zarokan e ku hemû zarok, zewicî ne û her yek ji wan jî derbasî jiyana xwe ya taybet bûye.

Her wiha hate zanîn, tiþtê ku Amîne xanim han daye ku bizewice tenê, tenêtî bûye û diyare raste ku dibêjin 'TENÊTÎ TENÊ JÝ BO XWEDÊ HATÝYE'.

 

Her çende piþtî zewaca Amîne xanimê, ew bi „bûka axirzemana“ yan „bûka ser lêva qebrê“ tê binavkirin jî, lê wê guh nedaye van axaftinan û gotiye ku ew ê tu carî ji wê zewacê poþman nebe û bi ya wê, ewê ji niha û pê de jiyaneke nû dest pê bike.

 

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan. Heger Amîne xanim di þeva ewil de dilê wê nesekinî û çavên wê beloq nebûn ji xwe ez bi tiþtekî nizanim. De haydê…

 

 

 

Jinên Kurd tirr ji mêrên xwe berdan

Hecî Cimo/05/01/09-Silêmanî

"Saziya Zilaman ya Kurdistanê" îro ji çapemeniyê re behsa gilî û gazindên xwe li jinên xeternak kir û aþkere kir ku di dema þeþ mehên destpêkê yên sala 2008-ê de, 9 zilam ji aliyê jinên xwe ve bi pehîn û kulman ji malê hatine qewirandin û 22 jin jî ji aliyê dadgehê ve li ser þîdeta ku li zilamên xwelîser kirine, sizayên yasayî xwarine.

Berpirsê 'Saziya Zilamên Kurdistanê' ji rojnameya Awêneyê re ragihand ku di þeþ mehên destpêkê yên sala bihurî de tenê li bajarê Silêmaniyê 9 zilam ji aliyê jinên xwe ve bi zor û þîdetê ji malên xwe hatine qewirandin.

Navborî her wiha da zanîn, 22 jin jî ku li hemberî zilamên xwe þîdet bikar anîne, ji aliyê dadgehê ve jî rastî lêpirsîn û cezayên yasayî hatine û got:  "Yek ji wan zilaman ji aliyê jina xwe û 4 jinên din ve, tevî ku lêdaneke baþ xwariye, guhê wî hatiye birîn û paþê jî bi pehîn û kulman ji mal hatiye derxistin."

Saziya Zilaman ya Kurdistanê di tîrmeha sala 2007-an de li bajarê Silêmaniyê bi armanca parastina mafê zilaman û parastina wan ji jinên xeternak, hatiye damezirandin.

 

 

 

Heciyên baþûrê welêt li Mekkeyê dest bi parsê kirin

 

 

Hecî Cimo-19/12/08-Mekke

Îsal Erebên quûnreþ filîm bi serê heciyên me yên baþûr anîn. Di dema pêkanîna erka xwedê de li Mekkeyê, pere pê re nehiþtin û niha jî ev heftiyeke bêxwedî li wê derê hiþtine û dibêjin emê we ne bi riya hewayî, bi riya bejayiyê vegerînin Kurdistanê. Heciyên me jî ji ber bêpereyiyê û bo ku pereyê nanekî peyda bikin, li Mekkeyê dest bi parsê kirine!

 

Heciyekî me yê baþûrê Kurdistanê yê bi navê Omer Mihemed ku hêj li Mekkeyê maye û ji ber hin pirsgirêkên nementiqî ji Kurdistanê re nehatiye vegerandin, li hemberî Rêveberiya Giþtî ya Hec û Emreyê ya Iraqê gilî û gazincên xwe wiha anî zimên: "Ev hefteyeke me erka xwedê bicîh aniye û ji bo vegerînê em amade bûne. Lê belê her rojê bi hincetekê vegerandina me paþ de dixin."

 

Hecî Omer got: " Ji her yekî me re 100 Riyal hate dayîn, lê belê ew pere tenê têra xwarina yek du rojan kir. Niha hin heciyên me tenê pereyê nanekî jî pê re nemaye û bi neçarî dest bi parsê kirine."

Min nezanî Kurdên me çûn ku erka xwedê bicîh bînin û bibin hecî, yan fêrî parsê bibin?!

 

Yaw,  min fêm nekir xwedêyoooo, ev ebdên te yên Ereb di xwedêperestiyê de jî rêgiriyê Kurdên xwelîliser dikin! Hecî Omer dibêje: “Rayedarên Rêvebiriya Hec û Umreyê gotine 'Emê we bi riya bejayiyê (riya xakî) vegerînin Kurdistanê”.

 

Hemû heciyên welatên cihê bi balafiran vegerandine welatên xwe, lê ev hefteyeke heciyên me yên baþûr piþtguh xistine û nizanim wê bi hêþtir, qantir û keran vegerînin Kurdistanê, nizanim!

 

Bi elawekîl bextê Erebên qûnreþ tune û hew. Bêbavan sala çûyî bi xêra hecê 30 milyar dolar qezenc kiribûn. Xwedê zane bê îsal wê çend milyar dolar têkevin bêrîka Erebên bêderpî.

 

 Erê lo, bila Erebên qûnreþ milyar dolaran ji ser piþta ên wek Kurdekanên me qezenc bikin, û bila Kurdên me jî li welatê pêxember, bi destê nevîyên pêxember bibin parsek û ji nêza bimrin.

 

Tew mala minê, bi xwedê me kir tirrrrr...!

 

 

Li Hewlêrê conegayekî tirr ji 4 kesan berda

Hecî Cimo/16/12/08-Hewlêr

Law li Kurdistana me ya baþûr bela û xezebên Xwedê qet kêm nabin.Ez bawer nakim ku li Spanyayê jî di festîvalên her salê yên conegayan de zîtirkên wiha bên avêtin.Li Hewlêra me ya ku dibêjin emê wek Dubaiyekî din di bazarên cîhanê de bidin ber lotikan, zirzir û gepirstûrên me yên simbêl boyax, conegayekî tirr ji 4 kesan berda.

Xêr û guneh di stûyê malpera PUKmedia-yê de be, di roja yekê ya cejna qurbanê de li taxa Biratiyê ya bajarê Hewlêrê conegayek ji bo qurbaniya cejnê hatibûye kirîn.Vêca otomobîla ku conega tê de bûye, qezaya trafîkê derbas kiriye û wekû bibêje 'De hûn mêr in, werin meydanê, ka bila xelk jî bizane wê kî tirrê ji hevdu berde', conega ji otomobîlê bi çavsorî xwe avêtiye ser cadeyê.

Piþtî ku conega derbasî nav kolanan dibe û xwe dike nav qerebalixiya xelkê, qoçeke bêîman li zilamekî dide, bi lingan bi ser singê zilêm re derbas dibe û di cih de tirr ji zilêm berdide û dikuje.

Belam kaka, conegayê çavsor çend metreyan wêdetir qoçekê li xortekî jî dide, laqûna wî ya rastê diçirîne.

Vêca hûn rawestin, lotik ev lotik e. Di wê demê de zilamekî gêj debanceya xwe derdixe û ji xwe razî dîbêje 'Law mi di ......oooooo, ez ê niha tirrê di qûna te de nehêlim' û teqe li conega dike. Lê belê gulle li conegay nakeve, lê conega bi manewrayek supermanî  xwe ji ber gulle davêje û gulle li serê zilamekî bêbext dikeve û di cih de ew zilam jî jiyana xwe ji dest dide.

Piþtî ewqas pevçûn û lotikên jîrane, me nizanî ka çi bi serê conega de hatiye lê piþtî van bûyeran du kujtî, birîndarek û kujerek li dû xwe bi cih hiþt.

 

 

 

 

Dizên hecî 18 lotikên bêîman li heciyên me yên baþûr xistin

 

 

Hecî Cimo/04/12/08-Mekke

Li ser bextê malpera Sbeyê be, Wezareta Diyanetê ya hikûmeta baþûrê welêt di daxuyaniyekê de belav kiriye ku di merasîma heca îsal de, band û grubên diziyê berîkên bi hezaran heciyên cîhanê birîne û di nav wan de 18 heciyên kurdên baþûrê welêt jî hebûne.

 

Her wiha rayedarên Siudiyê jî vê yekê veneþartin û aþkere kirin ku îsal berîkên zêdetir ji 7 hezar heciyên tobekar hatine birîn û dizên ku ji bo tobekariyê çûbûn xwe ji dizî û gunehan pak bikin, pere bi heciyan re nehêþtine.

 

Li gor daxuyaniyê piraniya heciyên ku dizî li wan hatiye kirin, di Kabeya pîroz de bûne û di dema nimêjê de bi kêr û jîletan berîk û þûtikên wan hatine çirandin û pere di berîk û þûtikan de nehêþtine.

 

Meseleyeke behdînî heye dibêje 'Hindî bimînî dê her bînî' me jî tiþtê ku nedîtiye dît, dizên hecî jî derketin û di mala Xwedê de 18 lotik li heciyên me xistin û pere pê re nehêþtin.

 

Vêca heciyên me êdî ji nêz ve nikarin tewafê jî bikin û taqet di çokên wan de nemaye.