<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

   Ez Kurd im!

ITIRAZNAME

Ji sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) re  

Ji bo baldariya yên ku peyman û dokumentên mafê mirovan yên navnetewî amade dikin, yên ku gotinên wan di polîtîka cîhanê de derbas dibin.

 

Li gor destûra NY xala 2an pêwîst e ku her netewe biryara çarenûs û pêþeroja xwe bixwe bide. Di xala 3an de jî dinivîse ku NY ferqê naxe navbera nîjad, cinsiyet, ziman û olê. Pêwîst e ku rêz li mafê mirov û mafê azadiya bingehîn bê girtin.

 

Di sala 1639an de, bi peymana Kasri Þîrînê, Kurdistan di navbera împaratoriyên Îran û Osmanî de hate dabeþkirin. Piþtî þerê cîhanê yê yekem împaratoriya Osmanî hilweþiya û sînorên îro yên Tirkiyê di navbera nûnerên tirk û dewletên hevpeyman bi Peymana Lozanê di 24ê  tîrmeha 1923an de hate danîn. Axa Kurdistanê ya bin destê Osmaniyan de careke din hate parçe kirin û Kurdistan bû çar parce.

Li Rojhilata Navîn di navbera 35-40 mîlyonan de kurd dijîn. Lê hebûna kurdan li herêmê nayê dîtin û kurdan nas nakin. Navê  kurd û Kurdistanê tune ye. Bi dehan neteweyên ku nifûsa wan ji çend sedhezaran derbas nabin, bûne xwedî dewlet. Kurd tune ne.

 

Li gor qanûnên dagirkeran kurd ne wek kêmnetewe tên naskirin, ne jî welatê kurdan wek kolonî qebûl dikin. Axa me ya ku bi hezar salan in em li ser dijîn malê tirk, faris û ereb tê hesibandin. Ango em tune ne. Statuya me ji kolonîyê jî xerabtir e, ziman, reng û çanda me qedexe ne.

Kurdistan hatiye dagir kirin û li Kurdistanê wezîfeya van dewletan ew e ku zulmê bike û asîmîle bike û kesên ku li hember rejîmên înkarker û zulmkar serîhilde, bipelçiqîne. Ev dewlet ji bo ku þopa kurdan li Kurdistanê nehêlin, hemû rê û rêbazên ji derveyî mirovayetiyê bi kar tînin.

 

Encama þîdeta dewletên dagirker, dîroka me kiriye dîroka serîhildê. Li Kurdistana perçekirî agirê daxwazên azadî û dadwerîyê qet nehatiye vemirandin.

 

Serxwebûn û azadî mafê her kesekî ye lê çima ev ji bo me wek maf layîq nayê dîtin û qebûl kirin? Ew mafên ku li cîhanê ji bo gelên din hatine dayîn, bila ji bo me jî were dayîn û qebûl kirin. Di wan rojên dawîyê de Kosova serxwebûna xwe ûlan kir. Em jî dixwazin li ser çaresnûsa xwe em xwedî biryar û maf bin.

Dewletên ereb, tirk û faris em kurdan ne afrandine. Pêþ hebûna wan dewletan, em xwediyê welat û axa xwe bûne. Em li ser axa xwe ne û li ciheke din ve nehatine.

Ji bo nasnameya xwe û gotina Kurdistanê em tên girtin, îþkence kirin û kuþtin. Muhra ”terrorîst” li me dixin û li gor vê jî em tên darizandin.

Em kurd êdî maf û edaletê dixwazin. Em dixwazin nifþên me yên nûhatî êdî bi ziman û çanda xwe mezin bibin. Li gund, bajarok û bajarên xwe êdî bêtirs û azad bijîn.

 

Almanya ji cihû û Avustralya jî ji aborjînan lêborîna xwe xwestin. Lêbelê kurdên ku welatên wan kirine çar perçe, hemû nifþên wan komkujî dîtine, kes lêborîna xwe ji wan naxwaze.

Em ji yên ku hebûna me qebûl nakin re dibêjin; em qet dest ji Kurdistanê bernadin.

 

Hûn dewlet û saziyên ku îro çarenûsa cîhanê di destê xwe de digrin, madem ku di vê cîhanê de bêtir dezgeh û gotinên we derbas dibin, em dixwazin hûn ji bo me kurdan jî statûyekê diyar bikin.

Em jî wek mirovên din yên cîhanê mafê xwe, azadiya xwe û wek gelê kurd jî welatê xwe Kurdistanê bi þûn de dixwazin.


Rêz û silav!

www.ezkurdim.com