Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Perwerde û Pewerdeya Xwemalîn

18 Sibat 2008 Duþem Saat 17:35

 

Dibistana seretayî a perwerdeyê mal e.

Perwerde giringtirîn razeya civakî ye.

Kesê ko ne perwerdekirî be, nikare kesekî din perwerde bike.

Perwerdekirina kes, ji kêlîka pêþîn ya ko bihna jiyanê dikiþîne, dest pê dike.


Mijarên abûrî û konevanî têkildariyên civakî ne, ew xwe bi xwe hev tekûz dikin.

Heke di avakirina kesayetiya merov, civak û welatekî de bin, bêguman hêmanin bingehîn dihêlin ev pêwendiya diyalîktîkî di navbera wan de diyar bibe.

 

Ji suriþtiya daristanê piçûkî û meznahî, bilind û nizmahî hemî dar li gel hev sebzeyeke kenok pêþkêþî jiyanê dikin. Herweha balinde û çivîkên vê xwezayê, awaz û rengîniya per û baskên xwe ji dane û biþirîna xak, derya, baran, roj, deþt û çiyan..h.d dibin.

 

Li gora nerîna min, di xwezayê de her hov, lawir, dar, kulîlk û balinde bi perwerdeya xwemalîn ya ko xwezayê ji wan re bi çêbûnê re daye, ji xweber perwerde dibin. Berevajî merov ko xêr û þer, rastî û xwarî, reþ û spî, ken û girî û qencî û neqencî…h.d.  Tev de di destê merov de ne. Li gora ko hozan û zanyarê Siwêsrî Carl Gustav Jung dibêje: Ta çi radeyê em dikarin razeya civakî di hundirê xwe de biparêsin, ewqasî em dê serkeftî bin.!

 

Di civaka me Kurdan de herdem em hez dikin, ko þîretan li ê beranberî xwe bikin û em kesayetiya xwe di ser þîretan re dibînin. Herweha em çiqasî hewldanan dikin, ko ê dî piçûk bikin û kesayetiya xwe mezin bikin. Ji nezanî em diramin, ko kesayetî wisan bilind, mezin û berz dibe. 

Pirsa herî giring, çima em ji perwerdeya xwemalîn dûr in an jî em xwe ji wê dûr dikin. Bi kurtî kî/ê ji me beranberiya xwemalîn bi xwe re dike.?

Tenê em gazinan bikin, tu caran em perwerde nabin. Perwerdebûn naye wê wateyê ko em destên xwe deynin ber rûyê xwe û li benda civak, dibistan û hem saziyan bin ta me perwerde bikin. Helbet ez bi perwerdeya giþtî re me. Lê belê a xwemalîn jî ji kesayetiya merov re perwerdeyeke bingehîn e.  

 

Muhsin Ciwamêr

 

Muhsin Ciwamêr nivîskarek ji baþûrê Kurdistanê ye. Ew ji nivîskarên (soranperest) e.

Li Ewropa dijî, gotarên xwe bi zimanê erebî di malperên kurdî û erebî de diweþîne.

Ji zû de kîna Muhsin, dijî Kurdên ko bi zimanê kurmanciya jorîn dipeyivin eþkere ye.

Lê belê rûyê xwe ê rasteqîn þanî ne dida. Ev bûye demek bi ramanin kirêt, jehra xwe li ser rûpelên Internet diweþîne.!

 

ارفضوا اللاتينية التركية كما قصفوكم

http://www.geocities.com/bahoz_k2/mohsen_juwamer172.html

 

هل تتحقق وحدة اللغة الكوردية في عهد رئيس كوردستان .؟

http://www.geocities.com/bahoz_k2/mohsen_juwamer157.html

 

Di dema ko rêjîma faþist a Turkiya Toranî, çiyayê Qendîlê û gundên Kurdistana baþûr bi behaneya hebûna PKK li wê deverê heye bombebaran kir. Muhsin hêrsên Kurdewariyê di dilê wî de rabûn û li Kurdên ko bi alfabêya latînî dinivîsînin zîvirî, bang kir û got: (Wek ko ew we bombebaran dikin, hûn jî latîniya Turkî nepejirînin)!

 

Ev banga dîrokî a Muhsin, bêguman ji me Kurdên ko bi erebî dixwînin re ye. Çimkî Kurdên bakur bi erebî nizanin bixwînin. Lê ev jî yek ji þemitandinên wî ne, ne giring e, a giring ev banga wî bi çi wateyê tê?

Birêz Muhsin alfabêya latînî kir “milkê” Turkan, beranber vê yekê nizanim Muhsin wê hinga ko Sedam çar-pênc hezar gundên Kurdistana baþûr ji kok de wêran û talan kirin, li kû bû?

Gelo çima ewî wê hingê jî ji Kurdên baþûr re ne digot: Ereb bi çekên kîmawî we bombebaran dikin. Sed û heþtê hezar Kurdên sivîl zarok, jin, kal û pîr bi saxî bin ax kirin, alfabêya Sedam ji holê rakin.?

 

Gelo alfabêya latînî a Turka ye?

An alfabêya erebî a Baba Sedam e?

Gelo alfabê milkên rêjîman in?

 

Li gora dîtina min, ên mîna Muhsin di dema Sedam de, ko me bi pênûsa wî a tûj nebihîsti bû. Ne jî li dijî kiryarên Basên faþîst radibû (helbet dema ne li Ewropa bû).

 

Lê ev çend sal bi xwe hay bûye, bi çend gotaran ew jî ji bo berjewendiya xwe a taybet, pesnê Barzanî dide, di bîr û boçûnên wî de wê Kurd xelata Kurdewariyê a bilind weke nîþanekê pê ve bikin.

 

(Xuyaye piþtî serok Barzanî gotarên min xwendin, biryara pêkanîna zimanekî yekgirtî da).

 

Eger em jimara miletên cîhanê yên ko bi tîpên latînî dinivîsînin, ji Muhsin re (yê ko niha li Ewropa dijî û tiþtekî baþ ji Ewropiyan negirtiye) bihejmêrin an tenê miletên ewropî bi nav bikin (Ingilîz, Firensî, Holendî, Alman, ….h.d)  û hem li derveyî Ewropa, Amrîkî, Ostiralî û piraniya cîhanê bi van tîpan dinivîsînin.

 

Em bêne ser tîpên erebî yên ko Muhsin û hinek rewþenbîrên “soranperestên þofînî” ên mîna wî diramin, ko serê xwe bi wan tîpan bilind dikin. Miletên ko bi alfabêya (aramî, erebî, farisî) dinivîsînin çend in û rêza wan li cîhana þaristanî di çi astê de ye?

 

Em Kurdên ko bi tîpên latînî dinivîsînin pir kêfxweþ dibin, ko alfabêya me mîna a miletên Ewropî û piraniya miletên cîhanê be, çimkî em miletekî Îndo-Ewropî ne, dengdêrên zimanê me bi xweþkayî û dengxweþî ev tîpana mebesta wan a bilêvkirin û dengdanê bi cî tînin.

 

Muhsin bi behaneyeke sexte li ser ketina du-sê tîpên ko ji zimanên din derbasbî zimanê me bûne, xwe kelogirî dike. Ew tîp jî (h’, x’, e’)nin, rebeno dibêje: Çawa Celadet ev tîp ji alfabêya kurdî xistine. Çend mînakên bikaranîna van tîpan ko di gotinên kurdî de bi kar nayên anîne ziman.

 

Piraniya gotinên kirine mînak erebî ne:

 

. ولعدم وجود حرف ( الحاء ) في الألفباء التركية مثلا، والموجودة في الكوردية، ترى الكورد أيضا يلفظونه‌( هاء ) في كلامهم، أمثال : حه‌فت ( حفت ـ سبعة ) تصبح (هفت ـ هه‌فت )، خۆش ( لذيذ ) تصبح ( هۆش ، كلمة يؤمر بها الحمار للتوقف )، حه‌يف ( حيف ـ أسف ) تصبح ( هيف ـ هه‌يف ) حه‌ز ( حز ـ رغبة ) تصبح (هز ـ هه‌ز )، حه‌په‌سان ( حپسان ـ إندهاش ) تصبح ( هپسان ـ هه‌په‌سان )، حيلكه‌حيلك (قهقهة ) تصبح ( هيلكه‌هيلك )، حه‌يران ( حيران ـ غناء كوردي خاص ) تصبح ( هيران ـ هه‌يران )، حاجيله‌( وردة ربيعية جميلة ) تصبح (هاجيله‌)، حاجي ( حاج ) المسكين يصبح ( هاجى ) وأنت تذهب إلى ( الهج ـ هه‌ج ) وليس إلى ( الحج ـ حه‌ج )، وحبيبتك الرائعة تصبح (هبيبه‌ـ هه‌بيبه‌)، و حه‌ڕام ( حرام ) تصبح ( هرام ـ هه‌ڕام ) وأخيرا وليس آخرا فان حه‌يوان ( حيوان ) يتحول إلى (‌هيوان ـ هه‌يوان ) ويعني الطارمة بالكوردية.. عدا تركيا، فانك لن تسمع كرديا في الأجزاء الأخرى من كوردستان ينادي أحدا إسمه‌محمد ب ( مهمد ). هذا في حين يحتل هذا الحرف كما هائلا من الكلمات الكوردية.( يلاحظ القارئ الكريم بانني أكتب أغلب تلكم الكلمات بالإملاء العربي والكردي، للتسهيل).

إن صوت حرفي ( ع ) و( غ ) أصبح ضحية اللحن اللاتيني وبشكل مقزز، فان هناك المئات من الكلمات الشائعة والمتداولة يوميا بين الناس، تحوي الحرفين المذكورين وقد أصابهما التشويه‌، أمثال :غه‌ريب ( غريب ) صارت ( خريب ـ خه‌ريب )، غه‌در ( غدر ) صارت ( خدرـ خه‌در )، وغاردان ( ركض وهروب ) صارت ( خاردان ) ومه‌غدوور ( مظلوم ) صارت ( مخدورـ مه‌خدوور ) وعه‌يب ( عيب ) صارت ( أيب ـ ئه‌يب ).. مع كون أصول تلكم الكلمات عربية؛ لكنها كردت بعد إقتراض الكورد لها وينبغي البقاء ضمن النظام الصوتي الكوردي لا التركي، كما هو حاصل في جميع اللغات، وكل الدول لها قواميس خاصة بالألفاظ المقترضة؛ منها تركيا. باستثناء كورد تركيا، لن تجد كورديا يلفظ كلمة (جمعة ـ جومعه‌) على اللحن التركي ( جومه‌أو جوما ). فلمصلحة من تخريب النظام الصوتي الكوردي وبالتالي اللغة الكوردية باستعارة اللاتينية أو فرضها، من دون وعي بمخاطرها.؟! وهذه‌الظاهرة المشينة، تلاحظها جليا عندما تقرأ أعظم رائعتين كورديتين هما ( مم و زين ) للشيخ أحمدي خاني وديوان شعر للجزيري، بعد أن بدلت حروفهما، و‌الذي يجعل القارئ لأصل الديوانين يعاف القراءة باللاتينية ويكرهها. وهذا التشويه‌يبرز على السطح مع جل الأدب الكلاسيكي الكوردي الذي حول إلى اللاتينية.

http://www.geocities.com/bahoz_k2/mohsen_juwamer159.html


 

Gelo em pertûkên xwe li kêleka tore û zanîyariya (Markis, Hîgil, Nîtþe, Kant, Himengwê, Êlwar, Bodlêr, Alindî, û Markîz……h.d) rêz bikin baþ e an hûn (Muhsin û yên ko mîna wî diramin) pertûkên xwe li kêleka ên mîna (Xumeynî, Zerqawî, Ibin Ladin û Sedam û hem gelek nivîskarên þofînî wek Selîm Meter, Turkî Rebî3o, Suhêl Zekar, M.. Hilal.. h.d) li ser maseyekê bi ramanên wan re rêz bikin çêtir e?

 

Têbînî: Ne ko ez dijî tu ziman, zarav an nivîsîna tîpên erebî me. Berevajî, berî rêza çi kes an miletî bigrim, ez rêza xwe û miletê xwe digrim. Çimkî ne bi xêra zimanê erebî ba, çavên min bi ser cîhana rewþenbîriyê ve ne dibû.

 

 

Dilþad Ebdulrehman

 

Birêz Dilþad li hikûmeta herêma Kurdistana baþûr wezîrê perwerdeyê ye. Berî mehekê rêzdar Dilþad biryarek da. Ko zaravayê kurmanciya jorîn li dibistanên Kurdistana Silêmaniyê ji rêbaza perwerdeyê bête rakirin. Çimkî “li gora nerîna wî” zimanekî aloz e. þagirt nikarin fêr bibin.

http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=25

 

Hinek ji rewþenbîrên kurd yên ko bi zaravayê kurmanciya jêrîn di-axivin, bi ramanên xwe ne kêmî þofîniyên Ereb, Turk û Farisan in. Ên mîna nivîskar Muhsin Ciwamêr, Þêrkoh Bêkes, Ferhad Þakilî û bi dehan ên li ser durvê wan in. Ramanên çewisandina milet û zimanan ji rêjîmên diktator wergirtine û hîn jî bi xurtî bervedêriya wan ramanên kirêt dikin.

 

Tev ko hinek ji wan li Ewropa dijîn, lê ramanên çak ên Ewropiyan bandor li wana nekirine û nakin jî.

Berî çend salan û bi xurtî hewldana guherîna ala kurdî kirin, hewldana guherîna sirûda netewî kirin (tev ko sirûda netewî bi zaravayê kurmanciya jêrîn e jî) lê belê makdera wê ne ji Kurdistana Silêmaniyê ye, û ev yek ne li gora çêja wan e.

 

Bêguman bi tundî hewldanên xwe kirin, lê bi a wan nebû, piþtî biryara serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, ya ko tê de got: Al û sirûda netewî ji pîroziyên netewî ne, nabe bi biryarên tekane bêtin guherandin.

 

Ji wê hingê ve ev kesana ne rawestiyane. Vê demê bi modêleke din derketine, ew jî þerekî bêhempa li dijî Bedirxaniyan û pêvajoya xebata wan a netewî û rewþenbîrî dikin, geh wan bi xiniziyê tawan dikin, geh jî kar û xebata wan a rewþenbîriyê bin pê dikin.

 

Ev Kurdên ko xwe di ser asta miletê xwe re dibînin, zaravayê kurmanciya jêrîn di ser ê kurmanciya jorîn re digrin. Nizanin ko makdera kurmanciya jêrîn ji kurmanciya jorîn e, dîdeya min jî li ser vê gotinê, eger em helbestên Eliyê Herîrî, Melayê Cezîrî, Feqiyê Teyran yên ko beriya 500 ta 800 salî û ên Ehmedê Xanî beriya 300 salî hatine nivîsandin, bixwînin. Bêguman em dê binasin ko zaravayê kurmanciya jorîn ew makder e.

 

Çimkî tu helbest bi zaravayê kurmanciya jêrîn di wê qonaxa dîrokê de nehatine nivîsandin. Eger em li gotinên zaravayê kurmanciya jêrîn binerin, bi tevayî ên Herîrî, Cezîrî û Feqe ne bi guherandina hinek paþkokan û zêdekirina hinekên din, hem jî têkbirina zayend (mê û nêr) û têkbirina rêziman jî kirine. Ez dibînim; ziman bi hemû zaravayên xwe ve baxçakî rengîn e, hemî gul wî dixemilînin. Çima em ê kempereyê bidin zaravayekî û zaravayên din kêm bibînin?

 

Li Keneda rêwiyekî firensî ji veqetandeka Kîbik li balfireke Kenedî siwar bû. Xwestekek bi zimanê xwe ji a mazûvanker xwest, lê mazûvankera balafirê bi firensî nizanî bû, ji wî negiha bê çi dixwaze.! Roja din li dadgehê dozkêþek li kompaniya balafirê rakir, tê de got: Ez mafê çewisandina zimanê firensî doz dikim. Di destûra fêdiral a Kenedî de her du ziman (ferensî û ingilîzî) li seranserî welat fermî ne.

 

Em bînin ser miletê kurd û zaravayên zimên, em miletek in, ne çar in. Zimanê yekbûyî ne bi çewisandina hin zaravayan pêk tê. Taybetî ew zaravayê ko hewldana çewisandina wî dibe, ê piraniya 70% ji milet e.

Pirbûna Zaravayan di zimanekî de wî zimanî zengîn dikin. Ka çawa ev “rewþenbîrên” xwedî ramanên penceþêrbûyî diramin, gelo rajeya kîjan rêjîman dikin, bersiv li bal wan dimîne?   

 

Biryar û helwestên Dilþad Ebdulrehman ne kêmî helwestên þofîniyên Turk, Ereb û Farisan in. Eger deshilatdara herêma Kurdistanê rêza sîh milyon Kurdên ko bi zaravayê kurmanciya jorîn di-axifin bigirta, gerek bû ev wezîrê perwerdeyê ji karê wî bixistana û pêþkêþî dedgeheke fermî û eþkere biba.


18/2/2008

 

 

Avestakurd.net