Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Li Ezîzê xulam jî rabû

Bengîn Elegez-21/06/07- Moskova- Ez bi xwe zanim û min çavê serê xwe dîtiye. Bi taybet rêveberîya Erîvanê çendÊzîdîyên me kirîne û dixwazin bi rêya wan xewn û xeyalên „Ermenîstana Mezin“ pêk bînin. Rabûne hefsar xistine stuyê çend xulamên wek Ezîz Temoyan û Emer Xulamyan û wan li ser tilîya xwe dizîzikînin. Ez gellek caran bûme þahid jî ku di odeyên Paltalkê de xortên me yên Êzîdî (Ji hema re nabêjim) xeber û dijûnan ji Serok Barzanî û Kurdistanê re dibêjin û dibêjin „Em ne Kurd in, em ha û ha bi Kurdistanê bikin“ filan û jehr û ziqûm. Werhasil, xuyaye dijminê me rehet nasekinin û îcar jî dixwazin Kurdan ji hev parçe bikin û Êzîdîyên me wek milletekî serbixwe pêþkêþ bikin. Neyse, helbet Êzîdî tev wisa nafikirin. Lê çend kesên ku hene jî „wek mêþa reþ“ dilê meriv dixelînin. Îcar Ezîz Temoyanê ku qaþo xwe wek „Serokê Netewîya Êzîdîyan“ dide nasîn û haya miþk û pisîkan jî tê tuneye, rabûye daxuyanîyek derxistiye û doza „Êzîdîstanê“ li dinyayê dike.

Ez karim bêjin ku ji alîyekî ev ne sûcê van kesan e. Hinek partîyên me yên ku bi navê Kurdayetîyê lotikên bêîman li Kurdan dixin di destpêkê de rabûn lotikan, rêxistinên Êzîdî û Elewîyan çêkirin û ew teþwîqî vê fikrê kirin.. Werhasil, îcar gava qaþo partîyên Kurdan Êzîdî û Elewîyên Kurd „Serbixwe birêxistin bikin“ û wan wek alîyekî serbixwe nîþan bidin, ji xwe wê li hinek kesan jî rabe û xwe wek „Kurd“ qebûl nekin. Ev siyaset jî bi plan û proje hat çêkirin. Îcar   Ê baþe lawo Ezîzo, madem tu ne Kurd î, ew zimanê di devê te de zimanê kê ye? Ma navê wî zimanî ne „Kurdî“ ye kurê min? Madem tu xwe wek Kurd hesab nakî û zîtirkên qantirkî davêjî, ji kerema xwe wî zimanê þêrîn jêke û ji devê xwe bavêje brê min! Yan jî bêje rayedarên Ermenîstanê bila meaþê te zêdetir bikin û di Ermenîstanê de ji te û hevalên dora te re „Êzîdîstanekê hindik û rindik“ avabikin ruhê minooooo!