Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Gelî xebernîgarên Agency Reuter Lotikxane azîz û xoþewîstekanim.

Faris Kilso

marinkox45@yahoo.se

 Roja we xweþ be, gelî xebernîgarên Agency Reuter Lotikxane azîz û xoþewîstekanim.

Gelî mirovan! Lazime li ser kesê misilman ku berê xwe bide qublê, yê Êzîdî berê xwe bide Laleþê, Mesîhî berê xwe bide Qudsê, Cihu berê xwe bide dîwarê serhejînekê, bi yek dengî niyaz bikin ji wî kesê ku Înternet çêkiriye û bûye derfet jibo  rojnamên mîna Lotikxane ku qûna reþ û spî ji hev cudabike û serê keçel ji bin kum derxe. Brano! Wextê min serê tazî, nivîskarê qelemþûjin dît, ez ji xweþiyan rimekê ji erdê bilind bûm. Wî qelemþûjinî qet bi rengekî ferdî zirara min nekiriye. Lê wî mala gelek nivîskar û siyasetvanan xerakiriye. Li gorî xebera reutera Lotikxane, ew li welat bi çend kesan re bûbû heval, pera ji xwediyê girtiyên siyasî distandin û digot: “Xwedê negiravî ew mêrên nehazir serokê dadgeha leþkerî nasdikin û karin girtiyên wan ji zindanê berdin.

Piþtî ew hate Ewropa wî pîlanekî nû çêkir û xwe kire nivîskarekî bênav û bêdeng. Wî pêwendî bi gelek cihê fermî danî û jê re bûn alîkar. Wî namek ji Enstitûya Firansê ji zilamekî re anî. Li gorî wê namê ew mêrê nehazir dikare gelek tiþtan binivîse û xwe xwedî qabiliyetek mezin da nîþandan. Wî berpirsiyarê ku dikaribû alîkariyê ji dewletê bigre dît û peyman pê re çêkir. Wî berî hertiþtî pirtûkek çêkir wek ku ew 180 rojî di asqiya filistîn de mabe. Qozekî mezin kete destê dewleta ku hatibûyê. Hûn zanin ku dinya hemû jibo bazirganiyê þerê hev  bi propaxenda nebaþ dikin. Lê piþtî demekê wî ew pirtuk berhevkir û þewitand. Wî di wê pirtukê de anîbû ziman bê çend partiyên bi dizî li Kurdistanê hene û metodên çawa bikar tînin. Dawî wî qelemþûþinî dest avêta namûsa Klasîkên Kurdî ku mîrasa hemû Kurdan bû. Wî ji herfên erebî wergerandin herfên latînî. Lê wî hemû þaþ nivîsandin û tiroviro kirin. Wî ji her yekê çend nusxa didan nivîsandin. Wî gelek pirtûk li hinek welatên din belaþ çapkirin lê perên wan distand ji ber ku paþmêryê wî jêhatî bû. PKK jî çend pirtukên wî li Bûlgariya jê re çapkirin. Welê wan ew bû ku propaxanda PKK li nik maqamên fermî bi qencî bike. Xaya wî pereqezenckirin bû. Bi gomanên min wî geþta xwe ji wan jî stand û lotikek li wan xist. Wî qulak dîtibû, nivîsandinên wî çapdikirin, pere distandin û li hev beþ dikirin. Kesî jî tiþtek nedigot.

Wek yê ku tir kir êdî dixwest þûna tirê bi garis ke, wî mêrê nehazir li civîna nivîskeran gotibû ku ew dê weþanxaneke mezin bikire û kitêbên herkesî çap bike. Êdî xeberê bidin herçar percên Kurdistanê bila kes xwêdana mile xwe nede heqê çapê, nivîskarê qelemþûjin dê pirtukên we belaþ çap bike. Li ber aynê Mihemed selewat? Bijî Lotikxane û bijî kesê înternet çêkirî.

Kuro bi sûnda bêfitû û bi hersê telaqên jinberdanê hûn karekî birûmet dikin.

 01/12/06