Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Fatima Muxribî

 

 

Jina Kurd        

       

 

  Gava meriv li dîroka Kurdistanê, li adet, çand û toreyên Kurdan dinere û lê hûr dibe, dibîne bê Kurdan çiqasî qedir û qîmet dane Jinan û ew payedar kirine. Bawer nakim ku, tu kesî, tu gel’î mina Kurdan Jin pesinandibin û rêzdarî ji wan re kiribin. Heger hebin jî ne mina Kurdan in.

  Jin, ango; Jîn, jiyan, kanî. Kebanî, ango; Keybanû, qralîçe, payebilind. Bermalî, ango; Xwediya malê, mezina malê, sermiyana malê. Hurmet, ango; Xwedî rêz, qedirgiran, payebilind. Afred, ango; Afirmend, çêker, sazdar. Û gelek gotinên payedariyê ê mîna van gotinan rûpelên çand, tore û adetên Kurdan xemilandine. Kurdan bilasebeb Jin bi van navan payedar nekirine. Gava meriv baþ dên û bala xwe didê û lê hûr dibe, dibîne ku, ev nav xwedî mane û naverokek têr, kûr û dewlemend in. Di mane û naveroka xwe de jîn û jiyan heye, payebilindî, meziyanî, azadî, afirmendî, qedir û qîmet’ek mezin heye. Ev mane û naverok jî bêguman, mizgîn û daxwaza jiyanek hevbeþ û bingehên mirovatiya rasteqîn in. Di van bingehan de jiyanek wekhevî, hevbeþ û azad heye. Bindestî, koletî û stuxwariya Jinê tuneye. Xwedîlêderketin, paraztin û payedariya Jinê heye. Piþtî kevnedîroka civaka serdestiya Jinê û bi civaka serdestiya mêran re, Kurdan heta bi îro jî, dev ji payedarî û rêzgirtina Jin’ê bernedane.

 

 Ev rêz û payedarî ji dema Zerduþtiyê hetanî bi îro berdewam bûye. Her çiqasî îdeolojiya Ereban a Îslamî nîr’ên koletiyê xistibin stuyê Jinê jî, lê Kurdan dîsa jî, di warê paraztina jinê de dev ji kevneþopiyên xwe yên Zerduþtiyê bernedane û ew hêjayî hetanî bi îro paraztine. Gotina Jin dara þikestî’ye piþtî îdeolojiya Îslamê ketiye nav çand û serpêhatiyên Kurdan. Ji ber ku, vê îdeolojiya genî û dirinde nîrên koledariyê xistibûn / xistiye stuyê Jinê û ew bê per û bask hiþtibûn, Kurdan gotin: Jin dara þikestî ye  da ku, ew tadê li Jinê nekin, bi destê wê bigrin, lê xwedî derkevin û wê biparêzin. Sedema din jî ev bû ku, di warê aborî de jin bi mêr ve girêdayî bû, stuxwar bû û wek dara þikestî bû. Ji ber vê ye ku, Kurdan Jin her pesinandine, payedar kirine û her tiþtê xwe bi namûsa Jinê ve girêdane da ku, Jin di nav destan de nemîne û rabe ser xwe.

 

 Li himberî vê merdî û fedakariya mêrê Kurd, Jina Kurd jî bê bersiv nemaye û her qedir û qîmet daye vê pesinandin û payebilindiyê. Bêdeng nemaye û mêrê Kurd bi tenê nehiþtiye. Çi di rojên teng û çi di yên fireh de, di xweþî û nexweþiyê de, di þer û aþtiyê de, di hebûn û tunebûnê de, piþta xwe daye piþta mêr û bi hevre li ber xwe dane. Piþt li piþt, mil bi mil þerê jiyanê, þerê dijmin û nerindan kirine. Mala xwe, ezbet û eþîra xwe, erd û xaka xwe bi hevre paraztine. Jina Kurd tucarî bêbextî li mêrê Kurd nekiriye û ji paþ de xincer lê nexistiye. Serokatiya mal, êl û eþîra xwe kiriye û serê mêrê kurd ne tewandiye. Mêranî, fedakarî, merdî, xîretî û cengaweriya Jina Kurd gelek rûpelên dîroka Kurdistanê xemilandine. Ji ber vê ye ku, Kurdan gotiye: Þêr þêr’e çi jin’e çi mêr e.

 

 Wek me got, rûpelên dîroka Kurdan bi mêranî, fedakarî, merdî û cengaweriya Jina kurd ve xemiliye. Ji ber vê jî Kurdan tu cudatî nexistiye navbera Þêra mê û ê nêr. Gotina Þêr þêr’e çi Jin’e çi mêr’e, vekirîtir nîþana wekhevî û hevbeþiya navbera Jin û mêrên kurd e. Her çiqasî îdeolojiya Erebên kevnemêjî xwestiye vê civaka azad û serbest a Kurdan aloz û asteng bike jî, lê jin û mêrên Kurd bi piranî neketine bin bandora vê îdeolojiya gemar û hêjayiyên xwe yên kevneþopiya Zerduþtiyê berdewam kirine. Di dema îroyîn de jî, ku piraniya Kurdan ji ber zilm û zora Xalid Ibin Welîd û Emer Ibin Xetab’ê xwînxwar, bi zora þûr Misilman bûne, ew civaka sosyal û azad a di navbera jin û mêrên Kurd de, zêde aloz nebûye û ji holê ranebûye. Di vî warî de civaka Kurd îro jî, ji gelek civakên gelên din pêþketîtir û hevbeþtir e. Kurdan doh çilo payebilindî didan jinê û ew dipesinandin, îro jî wê riyê diþopînin. Her çiqasî hinek alozî û nexweþiyên kevnemêjiyê Îslam’a Erebî ketibin nav adet, çand û toreyên gelê Kurd jî, lê piraniya Kurdan dev ji adet û toreyên xwe yên bapîran bernedane û wek Îslam’a Erebi’ya mêjîzingar, jin nekirine kole û ew di bin çarþef, çît û perdeyên reþ de mehkûmî jiyanek nemirovî nekirine û ewê nekin jî.

 

 Ji aliyê din, jina Kurd, di nav adet û toreyên Kurdan de wek sermiyana malê hatiye pejirandin û tevger û çûn û hatina malê radestî wê bûye. Li gor adet,çand û wêjeya Kurdan, mala bê jin wek kaniya çikandî, dar’a pelweþandî, bê oxir û bê bereket e. Xortên azib û nezewicî, di nav adetên Kurdan de bê qedir û bêrêz in. Kes hêviyên  mezin ji wan nakin, zêde qîmet nadin gotinên wan û wan heta bi ciyekî wek sûtal û beredayî dibînin. Lê yên zewicî û xwedî jin, di civaka Kurdan de bêhtir xwedî rêz û peyv û gotin in. Ji ber ku, di vir de berpirsiyarî û neberpirsiyarî heye, sivkayî û giranî heye. Ev jî bi jin’ê ve girêdayî te. Kesên bi jin, malava û afirmendên jiyan û nifþ’ên nuh in. Tovên berdewamiya jiyanê diçînin. Ji ber vê jî xwedî rêz û giraniyekê ne. Di vê malavabûnê de, bar û berpirsiyarî, tevger, sermiyanî û lihevragirtina malê, li ser milê jin’ê ye. Ji ber vêna ye ku, Kurd dibêjin: Jin stûna malê ye. Ango; mala bê jin, mîna mala bêbingeh e, hildiweþe û xirab dibe. Xanî û mal bê bingehek tekûz û qewîn nayê avakirin. Gava stûnên xênî tekûz û qewîn bin, ew xanî zû bi zû hilnaweþe û erdhejîn jî kêm bandorê lê dike. Ev stûna tekûz û qewîn jî jin bi xwe ye.

 

Mêr jinên çawa diecibînin ?

 

Ligor rapirsînek ku li Britaniya hat kirin, mêr, jinên ji xwe nezantir tercîh dikin.

 Ligor xebatek hevbeþ a Zanîngehên Bristol, Edinburgh, Aberdeen û Glasgow jinên zekî jibo parastina zewaca xwe dikevin nav hewldanek giran. Zanyaran liser 900 jin û mêran lêkolinek lidarxistin. Jinên ku ji 10 saliya xwe heta 40 salîya xwe hatin þopandin raxistin ber çavan ku, zarokên keçik yên IQ ya wan bilind û xwendinek biserketî kirine di jiyana xwe ya zewacê de têkdiçin.

 

Grafîka mêran berevajî ye

Zanyar radigihînin ku grafîka mêran tam berevajîya jinan e. Mêrên di jiyana zewacê de biserketî ne, ji % 88 di karê xwe de jî biserketî ne û perê baþ qezenc dikin.

 Li Britaniya ji 5 jinan 1 jin xwe dilkêþ (cazip) dibîne

 Encamên lêkolînek din ya ku dîsa li Britaniya çêbû derxist holê ku li vî welatî ji her 5 jinan tenê 1 jin xwe dilkêþ dibîne. Ligor anketên ku ji aliyê London School of Economics û Zanîngeha Harvard bi 3 hezar û 200 jinan re hatine kirin, ji % 50 jin difikirin ku di jiyanê de þansê serketina jinên dilkêþ ji yên din gelekî bêtir e.

 Jinên Brezîlî xwe „harîqe“ dibînin

 Ligor lêkolînek din ku li Amerîka, Kanada, Îtaliya, Fransa, Holanda, Portekîz, Arjantîn û Brezilya hatiye kirin, eþkere kir ku bêtirîn jinên sifeta „Harîqe“ layiqî xwe dibînin jinên Brezîlî ne. Li Brezilya ji her 100 jinan 6 jin xwe „bêqisûr“ dibînin.