Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Li baþûr dev ji kurmancî berdan

FELAT DILGEÞ / Malpera Nefel


STENBOL, 11/7 2006 — Çend sal berê li baþûrê Kurdistanê, ji bo xwendin û nivîsandina bi zaravê kurmancî li dibistanan dest bi karê perwerdehî hatibû kirin. Bi taybetî li herêmên Kurdistanê yên ko kuramancîaxêv bûn, li derên wek Duhok û Zaxoyê, êdî ji sefa pêþî bi zaravê kurmancî dest bi xwendin û nivîsandinê dihat kirin û jor ve diçû. Ez ne þaþ bim par, ji sefa pêþî heta sefa heþtan, êdî zarûkên ko bi zaravê kurmancî hatibûn perwerdekirin hebûn.

Bi vî awayî me digot ko ewê hêdî hêdî, ji niha bi þûn ve li unîversîteyên Kurdistanê jî bi zaravê kurmancî perwerdehî were kirin. Çimkî, hê ji dema Sedam û beriya wî jî li baþûrê Kurdistanê bi zaravê soranî perwerdehî hebû, belê ji bo kurmancî bi tu awayî fersend nehatibû naskirin. Bi taybetî dewleta tirk, hê ji dema ko îngilîzan li Îraqê serwerî dikir, nerazîbûna xwe ya ji vê yekê re anîbûn ziman û di vê siyaseta xwe de bi ser jî ketibûn.

Perwerdehiya bi zaravê kurmancî ya ko li baþûrê Kurdistanê çend sal berê destpê kiribû, îsal ji niþka ve û bi bêdeng ji navê hat rakirin. Niha êdî li baþûrê Kurdistanê, li derên ko kurmancî lê tê axivîn jî bi zaravê soranî perwerdehî tê kirin. Bi vî awayî zaravê soranî, li baþûrê Kurdistanê dibe zaravê resmî yê dewletê û di jiyana perwerdehî, bazarî û danûstandinê de soranî tê bikaranîn. Çend kovar û rojnameyên ko bi zaravê kurmancî tên derxistin jî, hêdî hêdî marjînalîze dibin û nagihijîn civata kurmancîaxêv.

Mixabin vî karê ha, heta niha ji alî kurdên kurmancîaxêv ve wek pirseke girîng nehat dîtin û li ser nehat rawestan. Ecêbek giran jî ev e ko ev kar, beriya yekbûna herdû hukûmetan, di dema ko wezîrê perwerdehî (Evdilezîz Tayib) kurmancek bû pêk hat. Çimkî civata kurd a kurmancîaxêv, di dema herdû hûkumetên herêmî de, hema bêje bi tevahî di bin serweriya hûkûmeta Hewlêrê de bû. Ango hukûmeta Hewlêrê ya ko bi giranî ji PDKê pêk dihat, beriya yekîtiya herdu hûkûmetan, pirsa bi zaravê kurmancî perwerdehiyê ji navê rakir û zivirî soranî.

Niha, wek ronakbîr û akademisyenek kurd, ez bi tu awayî naxwazim ko di navbera kurdên soranîaxêv û kurmancîaxêv de pirseke zaravî derînim û bi vî awayî serêþanekê peyder bikim. Belê rastiyek heye ko ûjdana min bar nabe, aqilê min nabire û bi ser de, ne zanistî ye jî. Wek tê zanîn, bi kêmanî ji 65-70yê civata kurd kurmancîaxêv e. Edebiyata kurdî ya klasîk bi zaravê kurmancî hat nivîsîn; hindikaniyên Kurdistanê yên wek ermenî, asûrî, tirk û ereb bi zaravê kurmancî dipeyivîn; yên mane îro jî vî zaravî bi kar tînin. Gelo bi vê mentalîtê, sibê ko fersend çêbe emê li bakûrê Kurdistanê jî bi zaravê soranî jiyana perwerdehî bidomînin? Li derên ko kurmanc û dimilî (zaza) lê ne û pirraniyê pêk tînin, emê zaravê soranî bi zorê bispêrin wan?

Em kurmancîaxêvên dinyayê deynin aliyekî, tenê li baþûrê Kurdistanê bi kêmanî ji sisiyan yekê civatê bi zaravê kurmancî dipeyive. Di dema Sedam û berê de destûr nehat dayin ko bi vî zaravî perwerdehî were kirin, di dema ko îdara Kurdistanê di destê kurdan de ye, kî ji vî karî re dibe asteng û armanca wan çi ye? Ez bi xwe dixwazim bizanim û hîn bibim. Gelo çima li gel soranî kurmancî jî neyê hînkirin? Ma ya herî maqûl ne ew e ko hem bi kurmancî û hem jî bi soranî perwerdehî bê kirin? Çima dewleta me bi qasî Swêdê di vê pirsê de demokratîk nîne? Bila dera ko kurmancîaxêv lê piraniyê pêk tînin zaravê perwerdehî bi kurmancî, dera ko soran lê piraniyê pêk bînin, zaravê perwerdehî soranî be. Li gel vê, bila kurmanc soranî, soran jî kurmancî fêr bibin.

Em bêjin soranî ji alî ji %20ê civata kurd ve tê axaftin. Ma em dikarin di vê demê de, zaravê ji %20ê civatê bikin zimanê tevahiya gelê kurd? Li Kurdistana bakûr, li beþê Kurdistanê yê ko di bin destê Sûriyê de ye, tenê gundek me yî ko bi soranî diaxive tune. Gelo bi vê kirinê, desthilatiya Baþûr dixwaze bendekê, ango sînorekî din deyna navbera kurdan û wan ji hev dûr bixe? Ew sînorê ko bi alfabê di navbera me de hatiye danîn û ji sînorên dijmin asêtir e, têr nake?

Kurmancî, dimîlî, soranî, hewramî... hemû jî ji kaniya zimanê kurdî dertên û dewlemendiyên zimanê me ne. Belê gava ko em serweriya zaravekî bispêrên ser yên din, emê xesareke mezin bidin gelê kurd. Ji hêla din ve, kurdên Baþûr îro bi rihetî dikarin kurmancî an kimilî jî hîn bibin û bidin xwendin; çimkî ew dewlet in û îmkan di destê wan de ne. Ma em kurdên bindest, em bixwazin jî em dikarin soranî hîn bibin? Em dikarin bi milyonan kurdên Bakûr hînî alfaba erebî bikin? Di pirsa ziman û xebata kulturî de, ew xwe nêzikî me nekin û me himêz nekin, emê çawa xwe bigihînin wan?

Gelo kirinek weha, ji kîjan siyasetê re xizmet dike? Hêvîdar im mesûlên vê siyasetê, bersîveke maqûl bidin gelê Kurd û hê ko bi derengî neketine, zûka dev ji vê kirina þaþ berdin.