Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 Tirþoya bi kezzab, derece yek

 

Fênasê Kerîm- 10/03/09-Hewlêr-Ez ê ji we re qala pêþketineke pir mezin ku dinya jê haydar nîne bikim. Law ma we bihistiye ku li baþûrê welêt tirþoyê çawa çêdikin? Hema nebêjin “tirþo tirþo ye” an jî wek Botanî dibêjin “tirþî tirþî” ye. Na bavo na. Ez ê ji we re qala “tirþiyat” a wan bikim.

 

Þeva bihurî dayîka hevalekî min ê delal ji me re tirþoya xwe ya ji bakurê welêt anî, ku hema te gizêr, xiyar, kelem dixwar û bi ser de jî ava wê vedixwer, dibû derman lo. Hemû sax sax bûn û di nav wê þûþeyê de çi xweþik dixuyan.

 

Di wê gavê de hevalekî me ji me re got: “Ma hûn dizanin, li Silêmaniyê kezzabê dixin nav tirþoyê û hema di þevekê de tir ji wan xiyar û gêzaran berdidin. Serê sibê jî di nav sûkên wê de bi dirûþma “derece yek e kaka, derece yeeeeek” tê firoþtin.”

 

Li ser vê gotinê devê me ji hev vebû, me destpêkê weha zanî ku ew henekê xwe bi me dike. Me go: “De here lo”. Lê ew ji ya xwe nedihat xwarê. Piþtî lêkolîneke min a berfireh mixabin min rastiya “tirþiyat” a xelkê me yê baþûr zanî. Bi rastî jî mesele wek gotinên wî hevalê min bûn ku digot ji bo zûtêgihiþtinê kezzabê dixin nav “tirþiyat”ê.

 

Tê bîra min diya min a delal, tirþoya xwe di koþeyeke mala me de datîna û hema berî mehekê, dibe ku hêj zêdetir jî, me newêrîbû ku xwe nêzikî kûpê wê bikin. Lê ka tu were li van binêre. Di þevekê de bi kezzabê hal di xiyar, gizer û keleman de nahêlin û serê sibê jî dixine bazarê.

 

Hey gelê Lotikxaneyê, hema we û heft piþtê we “derece yek”ê wan kirooooo!

 

Bi Yezdan ez niha dibêjim, dibe ku hin ji wan tê de mîz jî dikin û di nav bazaran de difroþin. Lê tiþtê ecêb ew e ku xelk jî ji wê agahdar e, lê her kes ji halê xwe mennun e.