Mesela Ferhadê Icmo û qutîya cixarê

 

 

Kanîwar Efrînî-05/06/07-Efrîn- Piþtî we sûretê Selah Mihemed û Ferhad Icmo weþand û pirsa „Gelo Ferhad li çi dinere“ kir, serpêhatîya herdu hevalan hat bîra min. De îcar bixwînin.

   Dibêjin rojekê Selah Mihemed û Ferhad Icmo derdikevin seyranê, dixwazin demekê xweþ bi hevre derbas bikin û dest bi xwendina helbestan dikin, hevdu bi helbestan diþewitînin. Ferhad Icmo cixarê li ser cixarê dikþîne û kezeba xwe reþ dike. Tu nabê Selah jî qutîya xwe li malê ji bîr kiriye û ji Ferhad re dibê:“Yaho de ka cixarekê haa malnexerab, ez bê cixare ji mal derketim, hema yekê bide destbirakê xwe gidîîî“.  Ferhad lê vedigerîne û dibêje:“Wileh bi telaqê bê fitû cixare bi te nebû!“.

   Werhasil, yek ji Selah yek ji Ferhad, herçiqasî rabûn hevdu bi lotikan jî lê mesele safî nebû. Dibêjin Selah di dilê xwe de gotiye:“Ne bi fen û fûtan be ez nikarim bi vî xesîsî, kuro perê bavê wî hene û radibe xesîsîya cixarekê dike“ filan û bêvan. Selad radibe ji Ferhad re dibê:“Ferhad, yaho ma tu û reqsê çawane?“ Ferhad jî dibê:“Keko brawooo, bi telaq kes wek min reqisvan nîne kuro, weylawo!“

   Werhasil, Selah wî radike reqsê, bi hevre distrên û dibe gurme gurma wan. Di germîya govendê de dê weledê xwe davêje û tu nabê qutîya cixarê ji bêrîka Ferhad dikeve erdê. Werhasil, Selah qutîyê vediþêre. Piþtî bêhnvedanekê Ferhad destê xwe davê bêrîka xwe lê qutî nexuyaye. Dibê:“Kuro Selaho, ka qutî?“ Selah jî kuþînyê li cixarê dixe, dûmanê bi ser serê xwe dixe û dibê:“Hoooo, hooooo! Dawet û dîlane, qiyamete, wileh belkî qutî li ber lingan çûbe“ û rebenê Ferhad ji cixarê mehrûm dihêle.

   Îcar ez dibêjim di wî wêneyê wan de Ferhad li qutîya xwe difikire, we go çi?