Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ferho û Fatim Akgul wê îsal jî, bi dayina Xelata Mafên Mirovan û xwendina 2 xwendekaran werin bîranîn.

 

Xelata Mafên Mirovan, ku ji aliyê Weqfa Malbata Ferho ve, her sal, di 3’ê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de tê dayin, îsal jî wê li gundê Mizîzexê werê dayin.

 

Bav û diya nîvîskar Medenî Ferho û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Dervêþ Ferho, Ferho (85) û Fatim (80) Akgul, di 3’ê adara 2006’an de li mala xwe ya li gund bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Malbata Ferho jî, diyar kiribû ku, bi tu kesan re pirsgirêkên wan tunebûn û ji qetilkirina Ferho û Fatim Akgul, dewleta tirk berpiryar girtibûn.

 

Herçiqasî rayedarên tirk, piþtî bûyerê soza ronîkirina vê bûyera hovane dabûn jî, lê belê wekî êrîþên din ên li dijî kurdistaniyan, heta niha kujerên Ferho û Fatim nehatin girtin. Ev jî di destpêka bûyerê de krîzeke navneteweyî ku d parlamenên dewletn cûr be cûr de hate axaftin û weke pirseke sereke derkete hemberî dewleta Tirk, derkete pêþ.

 

Malbata Ferho jî, ji bo bîranîna Ferho û Fatim Weqfa Malbata Ferho ava kir. Wexfa Malbata Ferho jî,  di þexsê Ferho û Fatim Akgul de û ji bo bîranîna þehîdên aþtî û azadiyê,  xwedî derketina li îand û zimanê kurdî, herwiha, teþwîk-kirina parastina çand û zimanê kurdî û parastina Mafên Mirovan, di yekemîn salvegera vê bûyera hovane de, xelata Mafên Mirovan da.

 

 Ji bo xelata Weqfa Mafên Mirovan a 2007’an jî, Dayikên Aþtiyê yên Amedê, Serokê Giþtî yê berê yê ÎHD’ê û parlementerê Amedê yê DTP’ê Akin Bîrdal û jina rojnamevanê bi eslê xwe ermenî Hîrant Dînk Rakel Dînk hêja hatibûn dîtin.

 

Weqfa Malbata Ferho îsal jî, bi desteka sazî û dezgehên weke rojnameya Azadiya Welat. IHD Mêrdînê, IHD Sêrtê, Enstituya Kurd ya Burkselê bi armanca bîranîna Ferho û Fatim Akgul, xwedîderketina li þehîdên Kurdistanê, teþwîk-kirina parastina çand û zimanê kurdî û parastina Mafên Mirovan, xelata Mafên Mirovan dide. Xelata Mafên Mirovan jî wê îsal jî, di 3’ê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de, li gundê Mizîzexê ya navçeya Mêrdîn Mîdyadê  were dayin.

 

Endamên Juriya Weqfa Malbata Ferho jî ku ji nivîskar Haydar Iþik, nivîskar Rojan Hazim, nivîskar/rojnamevan Faysal Dagli, rojnamevan. Ismet Kem,  civaknas Mistefa Qesrî, civaknas Faik Yagizay,  nivîskar Luqman Guldive pêk tê, wê di rojên pêþ de li hev kom bibin û kes an kesên hêjayê xelatê werin dîtin, eþkere bikin.

 

Endamên Juriyê, wê herwiha biryara xelatê bidin 2 an 3 kesan . Xelata îsal jî, ji 5 hezar ewro û plaketên zîv pêk  tê û ev xelat jî wê di 3’ê adara 2008’an de piþtî mewlîda li gundê Mizîzexê, bi merasimekê were dayin. Weqfa Malbata Ferho, ji bilî dayina Xelata Mafên Mirovan, ji bo heman armancê, biryara dayina alîkariya madî ya 2 xwendekarên kurd ên zanîngehê, yan dibistanên bilind, arîkarî û destek kirina rojnameyeke ku bi deh salan e weþana xwerû Kurdî dike û aboriya salekê ya malbatekê  jî erê kir. Weqf wê li gorî derfetên xwe, hewl bide, alîkariya ji bo xwendekarên zanîngeh û dibistanên bilind ji  zêde bike.