<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ferît Ûzûn Di 22.11.1978an de bi emrê Abdullah Ocalan, li ser daxwaza Mazlûm Dogan bi destê Emîn Dal hat kujtin û þehîd ket. Ev helbesta wî di dil û mejiyê gellek xort û ciwanên Kurdistanê de ciyê xwe parazt û wek diyarîyek bêhempa ji Kurdan re ma.
PÊÞMERGE
Tenê bû, rabû ser pîya Hêla rastê çîya, çepê çîya Rakir ala rengîn qîrya Dengveda dengveda dengveda Dest û zozan û çîya nalîya nalîya Gihîþt gelîya Gundî, karker, pale û zana Rabûn giryan, runiþtin giryan Bangkirin keç û bav û dîyan Civîyan ser hev,dest dan destên hev Piþt dan piþtan hev Qîrîn û hawar dan hev Hemî bûn yek dev
Qor bi qor, rêz bi rêz Çûûûûn çûn lý dor pêþmerge yek bûn Bijîn bijîn her bijîn hûn pêþmerge Deh, sed, hezar, sedhezar Zar û zêç, keç, qutabi,dersdar Li hember gihîþtin faþîstên har Tev bûne wek dîwar Metirsin metirsin êdi þer nabe sar
Ji Xaneqîn heta Þeqlawa Herin, herin cî bi cî Welatê Kurda Ketiye bin destên Pêþmerge nevîyên Kawa Wê rojê lêdan bavê pêþmerge Kawa Berê newroz bi tenê bû Lê îro pêþmerge her gav,her dem Ava dike cejna Kurdan
Pîroz be,pîroz be li te Kurdistan ey Pêþmerge Çi bêjim hindike ji tera Deþt, zozan, çîya hemû ji te ra bûye derge Bijîn, her bijîn hûn Pêþmerge.
1975 Ferît Uzun
|