Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Fesadên Fesadxanê

 

 

 

Zinar Qelemþûr-04/09/07-Stenbol-Cihê ku piraniya rojnamên tirkan lê derdikevin, Stanbolê, Caxeloxlu, ye. Berê jê re digotin ”Babêalî”. Ewder îro jibo rojnamevanên tirk bûye fesadxane. Yanî çiqase fesad hene li fesadxanê kom bûne û fesadiyê dikir. Ji roja ku pirsa demoqrasiyê ketiye nav gelê dinyayê karê þanogeriyê, nivîsandina pirtûkan, filîmên rexnegir, þêrên rexnegir, pesindan û rojnamevaniyê jî dest pêkiriye. Rojnamevanên dinyayê baþiyê bi baþî didin nîþandan û xerabiyê bi xerabî didin nîþandan. Cihê ku ceng, nekokî, zilim, feqîrtî û nexweþî lêhebin, rojnamevan di bin þertên giran de diçin wir. Tim kefenê wan bi wan re ye. Gelek têne kujtin. Ew kes çima diçin cihê wisa tirsmezin? Çima ew rihê xwe davêjin tehlîkê û bi zanebûn berê xwe didin riye çûn û nehatinê? Ew dixwazin serpêhatiyê di cihê wê de û bi çavên xwe bibînin. Ew dixwazin serpêhatiyê bê alîgir ji efkarê gelê cîhanê re bêjin. Þanogerên ku rast dibêjin, gelek cara ji qîbelê tîranan ve bi rengekî hovane têne kujtin. Lê hevalên wan qelemama wan rola wan digrin û li hemberî nemirovana þerê demoqrasiyê didomînin. Hersal mirov dibihîze bi çend rojnamevan têne kujtin, girtin û eþkencekirin. Kar û xebat jibo heysiyet û kerameta însaniyetê ye.

Lê rojnamevanên tirkan li tirkiyê karekî din dikin. Karê wan dijminiya xelkê ye, fesadî ye, bêbextî ye û telaqreþî ye. Ji roja me dîtiye, sê gel hedefa rojnamevanên tirkan bûn; 1-Yunan, 2- Ermenî 3- Kurd. Tirk dixwazin têkevin nav yekîtiya ewropa. Yunan û Qibris endamên ewropa ne û perçek jê ne. Bê izna wan tirk nikarin bibin endamê ewropa. Ew êdî newêrin dijminiya Yunan û Qibrisiyan bikin. Ewropî têr in. Tirk birçî ne. Weke mirîþka birçî ku tim xwe li ser bindera ceh dibîne, ew jî ketine ewropayî di xew de dibînin. Jiber wê sedemê ew nikarin dijminiya wan bikin.

 Piþtî ku dewleta Rusya çilvirî, Ermenî jî bû serbixwe. Serokê dewleta Ermeniya hemwelatiyê Emerîka ye û peymana leþkerî di nav wan û Rusya de heye. Sing jiber mêkutê giran diçe. Ermeniyan hinekî daxa xwe li Ezerbeycaniyan berdan û herêma Qerebaxê ji wan standin. Tirkan pir dûvikê xwe rewçikandin lê jiber herdu sedeman wan nikarbû tiþtekî bikin lê sînorê xwe li wan girtiye û nahêle kes ji aliyê wan ve bazirganiyê bike. Ew yek li xweþiya ewtropa û Emerîka diçe.

Lê tirk bi hemû hêl û qeweta xwe dijminiya Kurdan dikin. Li baþûr Kurd di bin þemsiya Emerîka de têne parastin lê Emerîka qet naxwaza nekokiya nav xwe û tirkiyê kur bike. Wextê tiþtek diqewime, ew zû gowê pisîkê bi kayê dinixumîne. Ev 57 sal in ku Emerîka û tirk hevalbend in. Melzemê leþkerê tirkan ji A yê heta Z yê ji Emerîka ne. Gelek hevbeþiya wan di saziyên bankan, þirketên mezin û parastina dewletî de hene. Ew dixwaze çoxatiya xwe li navrastê bi cih bike. Hinek rejîm û sîstemên ne bi dilê wî hene û ew jibo serraskirinê di pîlanê de ne. Elleh û bismileh hê Kurd nû dikevin deftera cîhanê. Ez bi xwe Emerîka bim, ez dostê 57 salî zû bernadim û nakevin dûv nêçîreke ku di xeybê de ye. Lê Kurd jî loqmek xerab nîne. Wlatê wan zengîne. Ew jî  mîna cihowan fêrî dek û dolaban bûne. Lê li gorî Emerîka nê þîþ biþewte û ne jî kebab. Du morikên þîn bi Emerîka re ne. Ew yekê dide Kurdan û ya din dide tirkan. Jiber wê sedemê tirk ji aliyekî û Îran ji milê din ve topan davêjin Kurdistanê. Emerîka dixwaze çend gulan berde Îranê lê rewþ li Îraqê virikek bibêhn e. Melên Îranê sed ders dane îblîs û dixwazin zû Emerîka werînin lîstikê. Tirk jî ji vê virikê fêdê dibînin. Îran û Tirk Çiyayê Qendîlê dikin mahne lê Kurdên baþûr jî zanin ku ew Qendîlê xerabikin dîsa Îran û Tirk nasekinin. Jibo Kurd efkarê cîhanê agahdar bikin, ew tim destê dostaniyê dirêjî drawsên xwe dikin. Hemû li ser mas satrencê gihane hev. Her yek ji wan dixwaze ferezîn, rex û fîl biparêze û reqîbê xwe mat bike.

Em werin ser fesad û fesadxanê. Fesadên Deriyêbilind bi yek dev û dezgehî bûne Beko ewan. Wey li wî ku zêdetir qelema xwe bikar bîne, þerê Mam Celal û Mesud Barzanî bike. Yanî li tu welatên cîhanê kes yên mîna Emîn Çolajan, Oqtayî Ekþî, ozkok û hevalên wan weke rojnamevan qebul nake.

Li tu warê cîhanê kes weke wan bahsa leþker û zabitan nake. Serê gotinê û dawiya gotinê ”Ha paþa wiha gotiye, ha zabitê teqaud wisa xeberdaye, mezinê leþkaran wiha gotiye lê þirova gotina wî bi vî rengi ye, wî jina xwe dans dikirin lê mana wê tiþtekî din bû”.

Yanî wey li wî zirtikvanî ku navê zabitekî binvîse û pasnê wî bide. Li hemû dinyayê leþker karekî cuda dikin. Karê wan perweda leþkeriye û ji civata medenî dûr in. Gelek dewletên dinyayê dixwazin nîzama leþkerî rakin. Wextê xeter çêbibe, her kes dê welatê xwe biparêze. Bi piranî zabitên tirkan pirtukan naxwînin, dev þirin, zimanekî ne li gorî xelkê bikartînin, zimanê leþkerî bikar tînin, nizanin bi kesên medenî re bijîn, internetê bikar nayîn lê sîdên wan hene, hinek rojnamevan ji wan re kizîrtiyê dikin û li ser navê wan wî karî pêktînin.

Di heqê pasindanên wan de fesadên fesadxanê bi hev re dikevin pêþbirkê ka bê kî wan pir dide nîþandan û zêdetir wesfê wan dike. Yanî ev fesad qet li cîhanê nagerin, nabîn û temaþa nakin. Ji bilî wan kî wesfê generalan û zabitan dike. Heta zabit li ser kar in, gelek leþker di bin emrê wan de ne, li wan didin û xeberan ji wan re dibêjin. Wextê ew teqaud dibûn, leþker tune, ew ferman bikin, di malên xwe de eciz dibin û dixwazin hinek wan bidin axiftin. Qenalên tevizyonan pir in û herroj hineka ji wan didin xeberdan. Zabit jî xwe weke zeynoka heftê salî qure dikin û pasindan li xweþiya wan têt.

Zeyno heftê salî bû, qet zarok jê re çênedibûn û tim bi wê hesretê dijî. Zilamê wê ji mêvanên xwe re çav diþkand, di bin simbêlan de dikeniya û digot:

-Elhemdulilleh! Zeyno bi halekiye.

Zeyno jî xwe giran dikir, dengê xwe nedikir û weke ku rast be, wê rola xwe dida nîþandan. Dawî yekî ji civatê bi dizî ji xalê Remo pirs kir:

-Erê, bi rast xaleta Zeyno bihemle ye?

Xalê Remo li zilam meyze kir, keniya û got:

-Kuro! Lavo! Tu ava çemê Firat û Dîcle berde ser canê wê, ew êdî nema ter dibe. Lê heta ku ew sax be, ew bi hêvî ye.

Di destpêka komarê de serokê generalan demekê hertiþt bû û hertiþt bi destê wî bû. Hikmê qerekoþ bû. Yên niha jî bi wê xewnê dijîn û fesadên fesadxanê jî weke zirtikvanên afran destên xwe ji wan re li hev dixin û wan weke dîkê þerî li çayxane þerê dîkan kom dikin. Zirtikvan li ser navê wan þerê PKK, YNK û PDK dikin, wan û partiya Ehmed Tirk berdidin hev. Gunehkariya mirov j iwan re bêje ”rojnamevan”.

. Þerm xasasiyeteke pir bi nirxe û di nefsiya mirovatiyê de heye, wextê mirov wê bide ber pê, mirov ji nirxê mirovatiyê dûr dibe. Fesadên fesadxanê ketine halekî bêþexsiyet.