Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Hooowehhh kuro, xelk xwe ji wan disitirînin, Kurd jî wan datînin ser serê xwe!

Cemîl Cewher-26/06/07-Hewlêr- Dibe ku hûn zanibin. Cemeeta Fethûllah Gulen cemeetek ku “Turk-îslam sentezî-senteza Tirk-îslam” diparêze û wek dezgehek ji dezgehên dewleta Tirk dixebite. Ji xwe gellek çavkanî vê cemeetê wek þaxek ji þaxên Mîta Tirk piþtrast dikin û xwe jê dûr dixin. Meselen Rûsyayê qebûl nekir ku cemeeta Fethûllah Gulen li Rûsyayê dibistanên xwe veke û lotikek lêxistin. Rayedarên Rûsya û gellek cimhûrîyetên Turkî cemeeta Fetho wek cemeetek “Nîjadperestên Tirk-îslam” binavkirin û dibistanên wan dan girtin. Werhasil,  ev cemeet ne jibo xêrê ye û xelas! Îcar em bên ser baþûrê Kurdistanê û vê cemeeta tarî. Rêxistina Fethûllah Gulen (ku þagirdekî Melle Seîdê Kurdî – Seîdê Nûrsî) ye, ji 1994an û vir ve giranîya xwe daye baþûrê Kurdistanê û ha ha bizrê Tirkitiyê di nav ciwanên Kurd de direþîne. Heta niha 8 dibistan û zanîngehên vê cemeetê li Kurdistanê hene. Li Hewlêrê:

-          Fezalar Eðitim Kurumlarý
- Iþýk Dil Merkezi
- Iþýk Ilköðretim Okulu
- Nilüfer Kýz Koleji
- Iþýk Erkek Koleji

Li Silêmanîyê jî:

-          Süleymaniye Kýz Koleji
- Selahattin Eyyubi Erkek Koleji
- Selahaddin Eyyubi Dil Merkezi

Di van dibistan, zanîngeh û kolejên han de sirûda Tirkî “Îstîklal marþi” bi xwendevanan didin xwendin, wêneyên Atavirqo di sinifên wan de daliqandî ne, û tam li gor dilê dewleta Tirk li def û zirnê dixin. Îcar dibêjin niha jî dixwazin giranîya xwe bidin ser karê weþangerî û çapemenîyê da ku zûtir karibin asîmîlasyonê xurttir bikin. Werhasil, em zêde sere we neþînin. Helbet hayê hikûmeta Kurdistanê jî ji vê rêxistina tarî heye. Lê ciyê meraq û þikê ye bê çima dewletek wek Rûsya (ku xwedîyê îstîxbaratek mezin e) xwe ji vê rêxistinê disitirîne, lê Kurdên me wê datînin ser serê xwe û derfetê didin wê. Gerçî tu ferqa OYAK û vê rêxistinê ji hev tuneye jî, lê li gora min rêxistinên ku di bin perda îslamê û bratîya îslamî de tên Kurdistanê, ji zirar û ziyanê pêve nikarin xêrekê bi Kurdan bikin. Hegira min ji rebê jorîn ev e ku rayedarên Kurdistanê di zanîn û nasîna vê rêxistinê de bin û hay ji lotik û pehînên wê hebin……