Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Fitû, mitû, petîxê þitû

Abdullah El Kurdî-15/06/07-Qahîre- Pispor û alimên dînê îslamê bûne wek mirîþkên gêj û hew zanin bê çi dikin. Hema heçê radibe Qurana pîroz ji xwe re dike lîztika zarokan, ayetên wê li gor dilê xwe þirove dike û fitû li dû fitûyê derdixe. Li Misrê du dezgehên ku karin fitûyan derxin hene. Yek jê “Mala Fitûyê” ku girêdayî Wezareta Edaletê ye, û a din jî Zanîngeha El Ezher ku wek otorîteya herî bilind a îslama sunnî tê naskirin. Werhasil, Þêx Elî berî þeþ salan di pirtûka xwe “Dîn û Heyat” de behsa “jinika ku mîza Pêxember vexwaribû” kiribû û ev wek “xêr û sewab” qebûl kiribû. Lê piþtî ku hinek alimên din li dij vê dîtina wî derketin, þêxê me çerq kir û þiroveyek din bi dîtinên xwe ve zeliqand.

   Þêx Elî îsal jî fitûyek dabû û gotibû:” Kes nizane zilam pak û rewanin yan na. Li gora vê, keç jî karin berî zewacê lotikan li xwe xin û piþtre perda arkuna xwe bidrûn” filan û bêvan. Meha çûyî dîsa li Zanîngeha El Ezherê sosretek din rû da û dîsa çend lotikên fitûderxistinê hatin avêtin.

   Akademîsyenek ji Zanîngehê pêþniyaza derxistina fitûyekê kir û ev pêþniyaz bû sedema nîqaþ, lotik û pehînan. Li gor wî, jinên ku bi zilaman re dixebitin gerek memikên xwe têxim devê zilaman, wan þîr bidin da ku herdu alî bibin xwiþk û brayên hev û lotikan li hev nexin. Xwedêgiravî bi vî awayî wê jin û mêr bi çavên “gur û mîhê” li hev nenerin û wê li wan ranebe.

   Werhasil, lê xiyaro ji bîr dike ku agir û barûd li kêleka hev nabin. Piþtî ku agir bi pûþ ket, ne þîr kare êgir vemrîne û ne jî fitûyên bêaqilên wek wî. De îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin:Ma ev aqil e? Wê jinika xerîb memikên xweyên nermik û germik têxe devê zilaman û wê ew zilam jî wek “rovîyên go çav li mirîþkê keve” dengê xwe neke!

   Ma ev dikeve aqilan? Kuro de qede bi wilo fitû keve erê welleeeeeeee!